’ezîz nardibûy bom serkiławe

From the Book:
Dîwanî Seyfulquzat
By:
Seyfulquzat (1876-1945)
 1 minutes  705 views
’ezîz nardibûy bom serkiławe
do’ay geyandibûm degeł siławe
keyfim zor xoş bû be du’a û siławî
serpoş û suřpoş bû serkiławî
serkiławekem weqtêk leser kird
tirsî sermayem le serim derkird
serim biłînd bû, geyye ’asmanê
detwanê çi bika sermay zistanê
le awrîşmê bû, ya le tûkî qû
germ û nerim û wîşk, bê kiřêj, bê mû
qubûłî û dokłîw, şorbawî qazî
zor xoşî kirdin nardinî pîwazî
kê dîwye pîwaz, bonî guł bida?
wekû gułqendî tam be dił bida
lew dû sewqate, bê diro û bê bazî
řazî û memnûnim, xwa lêt bê řazî
le sermî dekem ta sermam nebê
le çêştî dekem ta bêtam nebê
daym bebê to ẍemgîn û matim
«’ezîz»! toy mayey ’eyş û ḧeyatim
jyanim nawê tawê bebê to
ḧesenPen name arezûy řûy to le diłî to
«’umer» û «’usman» nûrî çawanim
fênkayî diłim «bûbekir»y cwanim.