şîrî be destêkewe bû hetawî be destî dîkewe

nûsînî: duktor sadiq celalî, wergêřan bo kurdî: hêmin
From the Book:
Hewarî Xalî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 18 minutes  1023 views

çîrok le małêkewe le kołanî «du dixtran» lebin pîre çinarêkda ke gelêk momî sûtawî le dewre kewtibûn des pêdeka.

«homîros» tenya her ḧemase bêjêk bû, bełam fîrdewsî ḧemase bêjî felsefe, mirovayetî û mêjûy gelêk bû. ḧemase bêjî bîrî pakî însanan: pałewanekanî mêrxas bûn le seranserî îlyadîda hergîz tûşî qiseyekî ewende însanane nabîn:

şerabî ał bixowe xwênî xełk meřêje

to xakî, wek agir tund û tîj mebe

em awe řengîney bixoyewe baştire

lewey pîrêjin tûkit lê bika

nezerî «birtirand řasîl» le hełsengandinî şaname û îlyadeda.

nawî mensûr kunyey ebulqasim fîrdewsî buwe: le heřetî lawetîyewe dû hetaw le diłîda be cût tîşkyan dawêşt. xoşewîstîy nîştiman û ewînî kitaywinî êranî deperist ke nîştimanî le mêjîney bû, kitaywinî xoşdewîst ke wek gurd aferînî řostem neşmîl û şêrdił bû.

zerdepeřî řojêkî behar bû le bestênî řûbarî «baj» leser gaberdêk danîştibû. hetawî cengey zerdepeřî temaşa dekird. xwênî xuř deřjaye nêw řûbarewe. lawî xurasanî lebin lêwanda deypirtand:

- dełêy xwênî syaweşe le teştî zêřînda.

emcar le řêgayekî çol û pêçawpêç ke be kêwekewe dyar bû řama. neswarêk řadebird, ne hestî pêy řêbwarêk dehat. řêga çol û betał bû, lawkołey xurasanî ke mêzerêkî sipî be serewe bû û lifkekanî benêw şananda berdabowe, leberxoyewe gutî:

- edî bo mêrxasan û şořeswaran bew řêgayeda be pirtaw lê naxuřn? bo kuřjinî espan lew şêw û werd û laneda deng nadatewe? bo hera herayan kipe?

pirsyarekanî bê wełam manewe, lebatî wełam dengêkî nask û jinane gwêy zirîngandewe:

- îtir mêrxas û şořeswaran nabînî, pałewanan le şîrînî xewdan, heřetî lawetî befîřo mede şê’irit pêşkeşî bejin û bałay min bike.

fîrdewsî řûy wergêřa kîjêk be kułmey ałewe, be biroy kewanîyewe, be çawî řeşî wek çawî karmamzekanî «deştî ahwan» berew řûy pêdekenî, diłî geşayewe:

- îtir mêrxasêk nemawe.

- kitayun çend tenya bûm!

kitayun destî lejêr çarşêw derhêna, desbendêkî zêř le meçeke sipî û qełew û piřekanîda debrîskayewe:

- ha mensûr eme ew kitêbeye ke detwîst.

fîrdewsîy law be pele kitêbekey le destî řifand, bergêkî çermî konî tê gîrabû, leber pirşingî mang ke taze serî lekel derhêna bû û daristanî çiř û piř û çyay berz û sewzî dengawit. çawêkî be lapeře zerdekanîda xişand, be zeḧmet çend dêřî bo xwêndirayewe:

«katêk bîjenyan le çaława hawêşt

menîjey kiçî efrasyabî pîr

agadar bû - û...

be xem û esrînewe hate ser çaław, şew tarîk bû. tarîk û bê mang bû. efrasyabî padşay tûran le ẍuřabî xewda bû».

kitayun gwêy hełxistibû, deyewîst bizanê paş ewey menîje çuwe ser çaław çi řûyda? leserexo gutî:

em kitêbe çîrokî çend xoşî têda hen.

fîrdewsî le çawe piřşing tê çeqîwekanî kiçeke řama:

- çawřeşî xom! em kitêbe çîrokî jyan û azayetî û têkoşanî kesanêke ke leser em xake jyawin. to nazanî zû em xake hełałe û şilêr û swêsin û beybûnî lê deřwa, řostem le sîstanewe berew maznideran espî řa deda areş leser tiropkî elburz zêy kewanî dekêşa agirî awirgekan nêłeyan dehat û...

kitayun be pał lawî sewdaserî xurasanîyewe řûnîşt:

- dezanî emřo xełk çîyan degut?

fîrdewsî deste nermekanî lenêw destî xoy girt û gutî:

- askołey destemoy min debłê! bizanim xełk çîyan degut?

- deyangut bawkit le xewda dîtûyetî to le serbanêkî biłind hawar dekey û dengit degate her çwar lay cîhan.

fîrdewsî destî berew asman hełêna û gutî:

- seyre, dey çî dîkeş?

- to biřwa nakey? bawkit le mizgewtî gewre te’bîrî xewnekey le «nicîb aldîn» pirsîwetewe, ewîş wełamî dawetewe û gutûye:

«ebulqasmî to nawbang derdeka le hemû cîhanda û le hemû řojgarêkda». laweke gwêy lew qisane girt û kewte bîrkirdinewe.

lew řojewe ke deçû bo fêrge agirêk le derûnîda biłêsey estandibû. em agire deysûtand, deybirjand, deykirde jîlemo, em agire estêre baranî dekird, estêre û estêre...

fîrdewsî xoy dexwardewe, řencî dekêşa, hestî agirînî demêk danedemirka. law bû, dawên pak bû, nîşmanperwer bû, zana û berzefiř bû.

eger lenêw şa’îrekanî êranda bigeřêyn, kes le fîrdewsî meznitir nadozînewe. ḧemase bêjêk bû ke tabloy diłpakan û mêrxasanî dekêşa. şîrî be destêkewe bû û hetawî be destî dîkewe. şîrekey cergî napakanî dencinî û hetawî derûnî pakanî řûnaktir dekirdewe.

wenîye her min û to bînasîn, kitêbe nemrekey fîrdewsî le seranserî cîhanda nasrawe. lêreda ke birtirand řasîl, paş leber yek řananî ḧemasekanî fîrdewsî û «homîros» řastigoyane dełê:

«homîros tenha ḧemase bêjêk bû, bełam fîrdewsî ḧemasey mirov û mirovayetî dejyandewe».

fîrdewsî felsefey gewrey însanî deřazandewe lepênawî jyandinewey mêjûy gelêkda tê dekoşa û degeł cebrî zemanda berberekanî dekird.

ba biçîn leser goře pîrozekey firmêsk biřêjîn, kułuko damirkênîn. leberamber ewda çok dabdeyn. be pyawêk hełbiłêyn ke pak bû, mezin û le dwayîy jyanîda tenya û desteng bû, daxdar û miltebar bû keçî bew ḧałewe gewretrîn ḧemasey xułqand.

fîrdewsî bewpeřî ewînewe xerîkî hondinewey şaname bû. herçend pêş ew «deqîqî» destî bew karey kirdibû. bełam taze destî pê kirdibû ke be destî koylekey xoy kujra û karekey be natewawî becêma û fîrdewsî dirêjey bew kare da.

îtir kem kes řołe werzêrî tûsî le kûçe û kołanan dedî ew le deryayekî qûł û bê binda, le baweş şepołan baskî dawîştin. herçî le karî şanameda pitir deçuwe pêş wek pişkoyekî şine bîgeşênêtewe zyatir giřî degirt, biłêsey betîntir debû, dinya û jyan û hebûn û nebûnî ew le wişeyekda kokirabowe ewîş «êran» bû...

řojêk kitayun kiçî çawřeşî xurasanî ke kułmekanî xiř û xał û çawekanî badamî bûn û dû goy bilûrîn leser sîngî delerînewe be espayî le pilîkanî ew bałaxaney fîrdewsî tê xizabû serkewt. perdey hełdawe kemêkî têfkirî. fîrdewsî xerîkî karî xoy bû hîç agay le dewruberî xoy nebû, kitayun be tewsewe gutî:

- to...?! xozge qet em kitêbem bo nedehênay. fîrdewsî bew denge nask û şîrîn û piř twance řaçenî û gutî:

- ax kitayun ewe etoy? gułî sed řengim, degeł em kitêbe kone ke dû hezar sał le temenî deguzerê wa xerîkim ke biřwa bike xoşim le bîrçotewe. ax to nazanî çi xezneyekî darmałe?

şadî le řuxsarî fîrdewsîda bedî dekira. kitayun sûr hełgeřabû, be şîrînî lêwe ałekanî degest û be naz gutî:

- mensûr, behar deştî «tabran»y gułbaran kirduwe. şînke deřwê, guł depşikiwê, hewr degrî, hemû layek piř le cwanî û le çirîke û goranî û sitrane, bełam to tenanet ewîn û diłdarî û jwanîşt lebîr kirduwe.

kitayun em qisaney dekird û hat lekin doşekçey fîrdewsî danîşt û be tûřeyî û nazewe kaẍezekanî têk werdan, dyar bû îreyî pê debirdin. dîsan be tewsewe pêy gut:

- to le bîrit çotewe behar heřetî şadî û diłdarî û xoşî û ahenge.

fîrdewsî le çawe řeşekanî kîjołey tûs řama û be aramî gutî:

- gułekem! swênd dexom be xałî řeşî goşey lêwit ke dełêy caduwe leser kanîy jyan řonîştuwe. dinya leber pêy toda debînim, sertapat be zêř û zîw deřazênmewe, to nazanî şewî ew şew xew bê û le çawî min nekewtuwe, çawim wek çawî estêran xewî nedîwe ewînêkî betîn le minda degûrê, ḧemaseyekî nemir le minda çekerey deda. ey kiçî bałaberzî bejin barîk to nazanî, to nazanî.

kitayun aram aram serî fîrdewsî leser řanî xoy dana, destêkî be kakołe ałozekanîda hêna û gutî:

- êsta aram bigre binû ser weserînî řane nermekanî min bike.

fîrdewsî be nare nare gutî:

- ke perdeyan lepêş hetaw lada.

- beyan engut û xew ziřa,

dîsan gutî:

- kitayun ew kitêbe to dat be min deryayekî mend û qûłe ew şanamey be destî minewe, asmanêkî berzî piř estêreye.

agirî êreyî le çawe cwanekanî kitayunda birîskayewe û be tûřeyî gutî: edî estêrekanî çawî min?

fîrdewsî kezye nerim û dirêjekanî le çengî girt û bo lay xoy řakêşa û gutî:

le asmanî çawe řeşekanî toda hezar estêrey geş dedrewşêtewe. řûnak, pak û bêgunah.

çawekanî to dû çiray řoşnî minin ke leber řûnakî ewanda mirwarîye nesmawekanî şaname desmim û deyanhonmewe û bermûrêkî nayab dirust dekem û le estoy bûkî şê’ir û xeyał na, le milî mêjûy êranî dekem.

kitayun be naz û şermewe gutî:

- edî bûk û zawayetî ême?

fîrdewsî pêkenî:

- bîst řojî dîke mangî miḧeřřem dwayî dê, ca pence bilûrînekanit le xene degirim, tarayekî ḧerîrî, sûrî tenkit beser dadedem, perdût be guł û wenewşe dexemłênim.

kitayun le xoşîyan wek mindałan şageşke bû û gutî:

- dey qisan bike dey, ew qisaney to çend cwanin çene şîrînin.

fîrdewsî le dûre destekanî deştî xurasan řama û gutî:

- çawe cwanekey to deřwanête berebeyanêkî dûr, dûr deřwanête ew řojaney ke gizing kewt. îtir min nemawim mensûrî to îtir bote xak û xoł, bote tozî řêgay ew karwananey ke şewdirengan le derwazey tûs derdekewn bełam şanamey min nemre. na kitayun min namirim, namirim le dwařojda dezanin ew pyawey le xurasan řabû, meşxełêkî le agirî zerteşt biłêsedartirî dagîrsand, leber řûnakî ew meşxełe, towî edeb, na mêjûy êranî çand. heta hetaye zînduwe û namrê.

kitayun! ew katî xełk dełên: ew pyawe le sałî 229y koçî hate ser dinya. řołe werzêrêkî pak bû. nîştimanî xoy deperist bay newrozî le şiney beheşt pê xoştir bû. bêperwayane le deryay şê’irda meley dekird, be îradeyekî meḧkem, meḧkemtir le çya be doł û şêw û řike û berdełanda řadebird, le serma û germa le dêw û dirinc nedetirsa: nebezî ta gencîney şê’rî dozyewe û pêşkeşî xełkî cîhanî kird!

- min îdî namirim zîndûm, towî şê’irim çanduwe.

řoj hatin û řabirdin, sał beserçûn, çon sałanêk? ew sałaney jyan û temen û mał û samanî fîrdewsîyan wek ḧezya hełdelûşî.

mał û saman û zêř û zîwî nemabû, berew pîrî deçû bêhêz û keneft bû, ginc û çîn řuxsaryan dagirtibû. bełam be destî ew şûrey koşkêkî berz dařêjrabû ke be xetêkî nûranî leser derkekey nûsrabû:

«koşke berzekan wêran û xapûr debin, berî ba û baran û germa û serma nagirin, min koşkêkî berzim le nezim damezrand ke ba û baran zyanî pê nageyenin».

wirde wirde temenî fîrdewsî berew jûr deçû, pîrî pelamarî dehêna, hîçî nemabû, bełam bew ḧałeşewe şew û řojî lekin nebû hemîşe serî beser şanamey «ebu mensûr»da dadegirt û çîroke konekanî dexwêndinewe û deyhondinewe ta pîrî û destengî be carêkî şipirzey kird:

- ey ewey ew çerxe berzet řagirtuwe!

- boçî beserî pîrî minit hejar kird.

- ta law bûm çaktirit bexêw dekirdim.

- be pîrî sûkit kirdim.

- řojgar lebatî ciłew, wekazî ledest nam.

- małekem biław bû û ḧałekem şêwa.

fîrdewsî penca û heşt sałe bû ke bîstî sułtan meḧmûdî ẍeznewî çote ser textî padşayetî, bebîrîda hat şanamey be nawî ewewe bika, bełam neydezanî ew padşaye zor bedfeř û xirap û heq nenase.

lew serdemeda asmanî berzefřî fîrdewsî berew tarîkî deçû, estêrekanî yek yek řadexuşan berdebûnewe û dekewtine ser xakî nehatî û damawî.

karesatêkî tał û naxoş bû, pîre werzêrî xurasanî leser tiropkî nawbang ewende hejar û nedar bibû ke îtir dûkełî le małî hełnedesta û awirgî le diłî nahumêdan sarditir bû, lepênawî nîştimanda tozkał tozkał dił û gyanî xoy xiste jêr pêy mêjû û ḧemasewe ta twawe.

le katêk ke ziman lûsî bêmaye, le baregay sułtanda zêř û zîwyan weser yek dena, ew le agirî nîştimanperwerîda desûta û cige le xem û firmêsk û henase beşêkî nebû, bew ḧałeşewe hêşta dûdił bû:

- çibkem aya şanamey bedyarî bo sułtan meḧmûd berim?

- aya daçêndirawî sewz û şîn û cwanî xom be kê bispêrim? ewane ne qedrî zanist dezanin û nehest deken çi agirêkî nemir le diłî minda biłêsey estanduwe.

lew serubendeda derdêkî giranî dîkey wek neşter le dił řaçû. řołe sî û ḧewt sałekey nexoş kewt. nexoşîyekey dirêjey kêşa, leser serînî ew lawe dû dił dekułîn û deyankurkand. diłî kitayun û diłî ebulqasmî fîrdewsî.

şewêkî řeş û tał û girj û mon bû, sêberî merg beser sîmay laweke kişabû, kitayun yek be xoy qîjandî:

- temaşay ke hîç deng naye, hemû bêdengin hemû xamoşin, hemû mirdûn, ême birsîn, tewawî mał û samanî xot dana ta çîrokî řostem û suhrab û bîjen û menîje û sûdabe û syaweş û kîwmers û hoşengit kirde şê’ir, to çit pêgeyşit? çit bo mawetewe?

fîrdewsî hîçî negut her çawêkî lê kird, le nîgay ewda têşkan û lêqewman û derd û jan pengî xwardibuwewe. ew çî bew jiney ke legełî pîr bibû û bew lawey ke merg destî le ewkî nabû gutbaye?

hêşta şew peř û bałî řeş û şûmî hełnewêznîbû ke kuř pişûy lê biřa û pîremêrd daxdar û tazyebar bû:

«min temenim le şêst û pêncî hełbiward,

řewa nebû be zêř û zîwî bigořmewe,

meger sûdêk le pendî xom wergirim,

bîr le mergî řołe xoşewîstekem bikemewe

norey min bû biřom ew lawe řoyşit

leber derdî ew laşey bêgyanim».

lêreda bû ke naçarîy tengî pê hełçinî û qursayîy barî karesat şanî çemand, şanamey ke awêney řenc û ewîn û hestî betînî xoy û azayetî û mêrxasî dilêranî êran bû benawî sułtan meḧmûd tewaw kird. lew kareda ebul’ebbasî fezlî kuřî eḧmed nexşêkî giringî hebû.

le kołanî «du dixtran» lejêr pîre çinarêk ke gelêkî momî nîwesûtawî lebin kewtibûn, pyawêk ke ser û řîşî hemû sipî bibû şewêk destî kitaywinî be deste lerzekanî girt û gutî:

- şaname tewaw bû hetawî lawetî min û toş awa bû!, kitayun ke kułmekanî çirç û bêřeng û çawekanî pirûş bibûn gutî:

- lew małeda hêşta momêk da’îsê.

- hêşta jyan dirêjey heye.

- hêşta diłêk lê deda. fîrdewsî zerdeyekî xemnakaney hatê, xemnakane bełam berzefřane û gutî:

- ew mome hêşta řonemirkawe, êsta hezar şê’ir, şêst hezar zêřî pê deden.

beyanî pîrî çîrokbêj berew ẍezneyn kewte řê. fezlî kuřî eḧmed leser kar nemabû û derkirabû, xawenî şaname le baregay sułtan meḧmûd dost û piştîwanêkî nebû kê ew çarenûse denasê? aya pyałey berzefřî û xořagrîy pyawe nemrekan be destî kê deşkê? bo çarenûsî kełe pyawan, zanayan û hunermendan her tarîkî û tarîkîye?

fîrdewsî be pilîkanî meř meřî koşkî sułtan meḧmûdda serdekewt, serberz bû wek hełokanî dundî çya, şanamey wek xezneyekî darmał le gewher û duřî nayab lebin hengiłda bû, şaname nebû, awêneyek bû ke dîmenî awat û arezuwekanî lawetî û řenc û jan û derd û kwêrewerî pîrî xoy têda debînî. temenî le heşta nîzîk bibuwewe, destî delerzîn û şanameş giran bû beqed giranayîy mêjûy konî êran. hêzî kem bû, ejnoy delerzîn, çawêkî be dewruberî xoyda gêřa:

- kwan qaremanekanî min? pałewanekanî şaname le kwên? kwan gîw û guderz û řostem û tûs ta baskî min bigirin?

ḧekîm ebulqasmî fîrdewsî le baregay sułtan meḧmûd řawesta bû. sułtan be řêzewe têy řama şanamey ke le ḧewt bergida be xetî ’elî deylemî nûsrabû lê wergirt û çend şê’rêkî xwêndewe û řûy girj kird û gutî:

- eweye şaname?

- fîrdewsî wełamî dayewe:

- eweye çîrokî konî mêrxasan û gewre gewranî êran.

- bełam min cige le basî řostem hîç lew kitêbeda nabînim, le leşkirî minda hezar pyawî wek řostem heye.

fîrdewsî serî hełêna, milî qef kird, sîngî derpeřand, řastewxo û bêperwa çawî le sułtan meḧmûd biřî û gutî:

- nazanim le leşkirî sułtanda çend pyawî wek řostem heye? bełam ewende dezanim daykî řojgar řołeyekî le wêney řostem nedîwe.

ewey gut û îznî wergirt û řoyî, sułtan meḧmûd be wezîrekey gut:

- ew pyawe be minî gut dirozin, bełam min bew ḧałeşewe leser ewem cayzekey bidemê.

zor şewan şanameyan le katî xewda bo sułtan meḧmûd dexwêndewe. bełam ew nařeḧet debû, êreyîy azarî deda, azayetî û pałewanî û dawênpakî qaremananî şaname deyřencand hêndî řiq hełdesta wextabû şêt bê.

le encamda dûzmanî pyawxirapan karî xoy kird. aya ewe xwace ḧesenî mîmendî bû ke ew kare dizêwey kird û be sułtan meḧmûdî gut: «qurban! şa’îrêkî wa her debê çend diremî bidrêtê», sułtan meḧmûdîş bîst hezar diremî zîw cayze bo nard.

agirî řiqî fîrdewsî biłêsey send, hestî kird napyawan deyanewê bîşkênin bełam ew wek kone şûrêkî qaym xoy řagirt û heresî nehêna. le tûřeyîy sułtan netirsa be mandûyî û řiq hestawî çuwe ḧemam. tewawî dirawekey da be kîsekêş û awgir û ḧemamçî û le ẍezneyn wederkewt û serî xoy hełgirt.

ew gewrepyawe şar be şar řaydekird û sêberî şûmî pyawekanî sułtan meḧmûdî be şwênewe bû. ta xoy geyande maznideran ew mełbendey ke zor lapeřey şanamey piř kirdotewe.

şewêkî tarîk bû, zengî karwan deştî bêdengî piř zirînge zirîng kirdibû, fîrdewsî le maznideranřa berew xurasan deçowe. ke geyşte derwazey «tabran» lerzî û firmêskî germî be řîşî sipîda hate xwar û lebin lêwanda gutî:

- kwa lawetîy min? bo kwê çûn pałewanekanî min, hemû awa bûn. asman bê estêreye û wicûdî min betał û bêdenge. êsta temenim nîzîk heşta sałe, hîwam be carêk ba birdî.

řojî dîke têpeřbûn, sałî tir beserçûn, ta le berebeyanî sałî 411 ya 416y koçîda, bałindey zamdar, estêrey şikaw û awêney tozgirtû û hetawî gîraw, xirape û dûřûyî û fêłbazîyekanî em cîhaney lê win bûn û mird. dengêk le asmanî xurasanewe hat: fîrdewsî mird, xuday şê’ir mird!.

yarîy řojgar bibînin, her lew řojaneda bû ke sułtan meḧmûd peşîman bowe û fermanî da ta şêst hezar dînarî zêř bo fîrdewsî binêrne tûs.

eme gałtey dizêwî řojgar bû, zêřekanyan geyande ber derkî fîrdewsî kiçekey ke le şînî bawkîda firmêskî deřişt û mûy deřnîwe ke cayzey şanamey çaw pêkewt wek şêtan pêkenî û be tûřeyî gutî:

- biřon, biřon namerdîne, ew bexşişe bernewe xezney sułtan, min hergîz werî nagirim! lêgeřên ba gyanî bawkim le asmananda herwa berzefiř bê herwa berzefiř bê... berzefiř.