zor tûlî kêşa ’ezîz hîcranit

From the Book:
Dîwanî Seyfulquzat
By:
Seyfulquzat (1876-1945)
 3 minutes  911 views
zor tûlî kêşa, «’ezîz» hîcranit!
lał bim nabînim meylî caranit
çi qewma ewsał leber çaw kewtim?
çilonit dił hat le dił derkewtim?
le çêştanêřa ta bangî şêwan
çawim le řêda, le deşt û kêwan
çawim her leřêy «kanî kûzełe»
dinyam leber çaw tem û dûkełe
sałan her mangêk, mayey ḧeyatim!
ya to dehatî, ya min dehatim
her hatehat bû ewsał, nehatî
ewîş bedbextîm mayey nehatî
dewranî dûrît wişkesermaye
le bextî řeşme, baş řeşebaye
hemřazî şewêm fîkir û xeyałit
řefîqî řojêm yadî cemałit
jînî bebê tom naxoş û tałe
wetaẍim zîndan, małim pê çałe
henasey sardim, firmêskî germim
bestûye leser řûy zerdî nermim
şewanim şîn û girye û řořoye
jîrbûnî řojim bo hatnî toye
řastit pê biłêm «’ezîz», birakem!
najîm, namênim, bê to hełnakem
mujdey hatinit «ewlê» pêy dawim
bew bone dejîm, her boye mawim
hîlalî ebrot çunke nebînra
cêjniman têk çû, řojû negîra
řojûşim bê to lê qebûł nabê
seriftireş bidem, serim ça nabê
nwêj û řojûy to yaxuda qebûł bê
cêjinit mibarek, ḧecit wisûł bê
le întîzarît ’eyşim nemawe
her leḧzêk ḧesenPen name sed car kujrawe
zûtir nûsîbût le dey dwaye
ke dêm û deçîn bo xaneqaye
ew deye řoyî ewa dey dîş hat
dey mangîş geyî le serman nehat
ewe dû sałe meḧrûmim lewê
be ḧałî min bê her kes toy newê
her kes be temay dîn û dinya bê
debê lew derke xakî derga bê
qîbleye bome, zor lemêj sałe
řûy lê wergêřîn, nwêjman betałe
fîkir û weswese û xutûre û xeyał
namênê lewê xwardinî ḧełał
dił wek awêne celay hełdênê
jengî gunaḧ û jarî namênê
cêga û baregay şemsî burhane
şeytan wek şêtan lêy sergerdane
řoj, le ’asmanê dinya pak deka
ew, le jêr ’erzî dîn řûnak deka
ferqî degeł řoj, ’erz û ’asmane
dinya řadebřê, mayey dînmane
boxoy fermûye: ew biste xake
men’î bereket, qet lengo naka
lepaş min xotan be kes mespêrin
xwênû biřêjin řû wermegêřn
çen xoşe xetmî paş nwêjî şêwan
feyz û bereket, cezbe û peşêwan
nwêjî sibeynan, paş xetmî qur’an
le sûřey yosif ya alî ’îmran