pirdî sułtan

From the Book:
Şeware
By:
Mulla Karim Sarde Kosani (1926-2001)
 3 minutes  848 views

berew hetaw wêney jyanî le naw çyay mełbendida, wekû wêneçîyekî lêhatû hênawyete ser şanoy nwandin. deba tawêkî le xem bibřêm û řû be pirdî sułtan weřê kewm. bonê le giłûkî çem kem û çawê be dîmenî ew pirdeda bixşênim. gwê bo dengî bulbul û qaqay xasekewî ew der û dołe wegirim û gyanî burdûm webûjêt û be yadî řawî řabirdû temenî têpeřîwim tuxwakey ba be firmêskî çawim, zorebanê legeł kef û kułî sêławî ew çome bigirim.

ew pirde, pirdêke kon û lemêjîn, sał û dirust kirawî destî zanayekanî hezar sałanî lemewbere.

bo bekarhênanî leşî ew pirde, gaşeberdî sakar û netaşraw be karhatûn. wadyare bo dirustkirdnî ew pirde, mamostakey, her le berdî dawêynî ew kêwe kełkî wergirtuwe.

ew pirde be dirêjî de gez û be panî dû gez, leser sê pê ewêstê û dû qeyserî wata dû guncey aweřoy lê der kirawin.

ew pirde lenaw baweşî kêwekanî girdegřiwê û baẍî bałekû û dołeřeş û řezakujaw leser derawêkî awhełřêj û çomêkî wireber dirus kirawe.

le nawçey gewrkî mukirî û ser be şarî bokan, ew pirde leser zar û zimanî xełkî mełbend zor be qutib û feř û xawen ḧuřmete. eger ew pirde nebê, hamuşoy karwan û pyadeřo le serdeştewe bo bokan ebestirê.

serçawey awî ew pirde

serçawey awî ew pirde le herêm û meřleweřênekanî gundî xuřxuře eřazêtewe. cogeley xirokekanî gwêzî, ferxole û koxan, řind û befrekanî kêwî ’elyequt û xiřî bûkan û darî seydî, awî çawî çawekanî xiřî ḧesen’aẍa û baẍî û xałeze, firmêskî naw dawênî mam çełebî û gułan û dawdegirde, bekomeł ew çome pêk dehênin.

ber le bestiranî ew pirde be wate çîrokî kurdekanî mełbend, îmamî ’elî xway lê řazî bêt, řêgay kewtote ew der û dołe û awe ser řêy pê girtu û dułdułsiwar zurî bo dułduł hênawe lew de geze bazî dawe. bazî dawete ewber leser berdêk wêstawe. ew berde şwêne pêy dułduł û cê çekmî îmamî ’elî hêşta lê dyare û heta hetayeş, her dyar ebêt. eger baran ebarêt, ew şwêne pêyane le aw piř ebin, da’ewestin.

be aqîdey xełkî mełbend, ew awe bo hemû derdê şifa û hêmnî hêne.