swarekanî sułtan aẍa û gwêzranewey kejał

From the Book:
Şeware
By:
Mulla Karim Sarde Kosani (1926-2001)
 5 minutes  872 views

kejał axrîn şewyetî. legeł daykî dił bexem û nexoşî ser ekate ser serîn. bełam nek xew û pişûdan, bełkû bo řaz û nyaz legeł çarenûsî, legeł xwa, legeł ewîn bo şîn, bo firmêsk řiştin, maławayî le jîn, le estêrey geş, le ḧasmanî şîn, le hîwa, le temenî cwan, le şořşî xoşewîst, şewî řeşî kejałî çareřeş berebere bizey řûnakî tê degeřê. melî wirdîle leser swêgan girogałî xoyan nîşan deden û řojî řeşî tem û gumanî kejał lenêw gewałî řast û diroda ser weder denê. swarey pêş qerawłî xenebendan be çûnî kejał dadebezê, taw hełatuwe bełam hetawî bê tîn. řoj serî le swêye bełam řojî řeşî kejałî hejar. çawî kejał be moleq westawe û le řwanîn torawin.

barîke řêgay bestên le jêr pêy swaranda pêşêl bûn. şêwerdan be simî espî şê werd diranewe. dengî hewhewî swaran, nałey dehoł û zîřey zurna, bo ser hewaran pê hełgeřawin. bendî xenebendan, bendî diłî kejałî hełkend. be destûrî aẍa ta nîweřo destî dîlan leyek girê diran. birîqey goberok û heyasey zêřîn le kurtek û simêłî řeş bûne mîwan. qambêj û dehołkut û zornaçî be şabaşî şayî kejałî çareřeş xenî kiran. jinanî serispî û û berbûkî le bûk sûrtir sîpałî sûryan weber bûkê dakirdin.

kejał řêçar û dewrî bałe fiřey lê dexrawe. bo ewey kes le nihênî û řasanî henawî nega û casûs û sîxoř řîsekey nekenewe be xurî, be bizey kiçanewe lîbas leber deka û le şayî mergî xoyda pêyek bezewî da deda. kejał pêş hemû şitêk qapî bênzîn û jarî mergemûş lenêw ber û buxçey xoyda cê dekatewe. kejał leber xoyewe dełê zor başe ewa şayî xoşim çaw pê kewt û lîbasî bûkîşim leber xomda dît, îtir çîm keme, ewe awatî kiçołeyeke. bełam dezgîranim temenî le penca zyatre. kiçî çûkî lay mêrde. minîş le şazde sałe sernekewtûm, bełam zebrî pare, zorî aẍa, bawkî newsin û bê bezeyî, eyanewê be destî pîsî qořẍewanêk mîwey kałî min biřnirê û hîway kiçanem goř kirê û şûşey ḧeyam weberdê kewêt. bełam be hełe çûn, şeytan serî lêşêwandûn, ebê têyan bigeyenim ke penca kîlo çend batmane. bełam ’eybî nîye ba emřokeş bay bałî xoyan biden û sifrey xoyan pê řaxen. beyanî hemû şit, hemû nihênî perdey leser ladedrêt.

kursî bo swarî bûkê řazawetewe, pare û şîrînî le ser soy banewe beser kursî bûkêda hełdeřjêt. goranî, goranî bêjan (zawa xoş bê bûk hate dewe) hemû derawî kirdibûne qendaw, ḧeme sûr, ḧeme sûrî kiç firoş, bawkî kejał qołî kejał egrêt û berew swarbûn weřê ekewêt. ełê bawkim qołî girtim û mêzî diłdanewey tê werênam bełam le řeng û řuxsarî tûřem, le lêwelere û didane kirmem zendeqî toqawe, le kirdewey xoy pejîwan û nařazîye. bełam taze têpeřîwe ewey nedebû bêkat kirdî û tewaw kira.

bawkim firmêskî tał û swêrî hatûne řû û be řûzerdyewe gutî: kiçim zûtir swar be û namerdan be bawkit xoş meke, kiçî baş be û wişyar be dûjmin tûşî çareřeşît neka, serî bawkit newî meke, pêt xoş bê û pêt naxoş bê to taze bûyte ḧełałî mubaşîr, heme karey aẍa, eweş bizane to pêşkeş be sułtan aẍa kirawî, lêre bedwawe ême legeł xełk ferqiman heye, şekezekat û hewarane û awexuraneman pê bexşirawe, bełam be çawî to kejał gyan, lewe bewlawe min deḧesêmewe û ewîş lebin sêberî toda, sêberî çawî cwanî to kejał gyan, kes wek to zemawendî bo neřazawetewe. ewende swar û pyadey bo weder nekewtuwe, kiçanî awayî êreyî be to deben û arezûy cilubergî to û zêř û zemberî toyane.

kejał: bełê, bełê, bawkî nezan, bawkî napyaw, kiç fiřoş û hewesran, bê beze, ta êre bawkim bûy, bo xoşî to xom le hîç erk û řasanêk neparastuwe, lam wabû toş wekû babêk û xawen řûḧmêk řahatûy, xom be xom espêrim. nemzanî bepele û pût û hewaranem demfiroşî, nemzanî fîday newsî xotim ekey, nemzanî emkeyte marî şêx homer, le gerdinî daykim ehałênî, etoş bizane bab nî û min kiçî to nîm, eto xwênřêjî, bem zuwane ebê têbgey ke natwanî bimfiroşî, sereřê be hestim, be ewînim bigrî û le çałî řeşî newsî xota bimxinkênî, têdegey? bełam key? katê têdegey ke ne min mawim ne to, to gurzî xot weşand, ew car nobey mine, be kemim megre û êsta sizay kirdewey nalebarî xotan wergirin, baş bizane tołey min berdî gurçûbře, ne bergirî lê dekirê û ne pařanewe karî lêdekat. biryarim dawe, mercim bestuwe, debê berdî binaẍey jyanit wederkewê, tamî tałî û jarî marit pê binoşim. şayît lê bikem be şîn û jyanit be merg bigořmewe, îtir qołim berde û çaweřêy hêrş û tołem be.