pêşekî

From the Book:
Şeware
By:
Mulla Karim Sarde Kosani (1926-2001)
 4 minutes  1414 views

gundêkî řezasûk û řazawe, lenaw hemû gyan û diłêka cêgîr, nazaway naw baweşî kêwekanî qendîl, nawdarî herêmî akoyan le sêberî darî berîda tox û le tîn hetawî hawîn bê minet. le bon û beramî xoşda xenî, le bîza û beřeza û çinûr û çewrîna xawen beş. be hełz û kema û mendok řûgeş. kêwekanî ser le estêren û estoyan temaşagey şaw şalyarin. şaxekanî qît û qoz û gwêçk sûkin. çî bo dełêy deyłêtewe, řewz û řazî be nêw çîru cêge řawî sedan qołe mîr û hezaran syamend û xecî mil be kwênin. qełay mêran û řwangey dilêran û pardey dêwan û bazî kêwan, hewargey bijwênî ew gunde řazawen. bijîwî gyanî lew şwêne ḧeyran û beyt û bawî kon û kurte çîrokî řende pyawanî řabirdûn.

pêxorî pê jyan, bize û nîwenazî nazfiroş û şayî be xoyanin. yasa ’eşîretî û şêwe jîn meřdarî çeqesawî jyan heware û hewarin. kurtek û camedane û çekme û wêzegî kurdî keḧêl û meḧendekî xoş hełbez û xencerî deban û kêrdî westa nebî û kiłîtey wêne koyî, bełgey şanazî swarçak û şayî be xoyanin. demî ’îsa û ’esay cadûbezênî mûsa û widmî luqmanî ḧekîm lew şwêne xawêne şewbay berebeyanî řûnak û hêmnî hêne. şewbay şewî ew şwêne bêwêneye. ne pênûs etwanê le tarîfî pê hełgirê û ne bestebêj twanay pê hełgutnî bo dest edat. meger biłêm şewba lewê şabałî bextewerî sêberî bezey xway kêwparan û henasey jyanî bê zîwane. hemû şewê hemû řezan dengêwê. řezewan degeřê û lepał pesîwan têdepeřê. gyan weber perawêzanda dekat. le kûçey bîza û beřezayan deřwanê û serdemî korpegułan dekatewe. nisaran depşikinê û pirç û perçemî çinûr û çewrînan beşane dekatu ’etryan lê werdegrêt û kakołî ałekok û şîrîn şokan hełdedatewe û tînî hetawyan tê deřjênê û jînyan pê şîrînîtir deka. le hemû telan û tertan berokî gułe batûn û yexey bend û xawan detrazênê. korpey beybûn û hełałan dênête pêkenîn. le herdan derdan řepê denê. nexoşan delawênîtewe. le deştoke û gwê çoman legeł hêroyan edwê û xara û darayan leber deka. ’etir û guław le catir wibêjan werdegrê û leser gořî şehîd û cwanemergan esrîn ebarênê le hemuřeşmał û keprokey be řêḧan hozeław tenraw mîwan ebê. amêz le cwanan wednê û nexoşan debûjênêtewe manduwan eḧesênêtewe û mêk û zar û deman bon xoş ekat.

moczatî nexoşî demrênê. netewî daman û lawazî wederdenê, hetîw û hejar û samandaran be çawêk çaw lêdeka û be zimanêkyan edwênê. hemû hewayekî xoş, le xoşî heway ew şewbaye bayexî pê dedrê.

beheştî nawdar û nadyar şewgurdî le wêney cwanî ew herême hełgîrawe. herêmî akoyan be taybet gundî estêrok, debê biłêy beheşt û qesir û ḧorî. qaremanî çîrokî (bûkî gořistan) wate mem û zîn, dû ewîndarî dił birîndar, kejał û şořş, dû qurbanî destî enqest û dû pepûley bał zêřîn, kiçî ḧeme sûr û taqane kuřî kwêxa suleyman, danîştûy estêrok, le daykibûy şewêk û nîwkebřey destî mamanêk bûn. her le ser bêşkewe le demî şîrexoryewe nawî yektiryan lêhat û be wîstî dayk û bawkî kejał bû be marebřey şořş. dû sawa, dû şîrexore xiřeke bûn û xirane qûtabxane û nawendîyan tewaw kird û xoşewîstîyan pitir kira û hemîşe çawyan le yektir nedetrûkand. ḧewteyek ḧewaneweyan bebê yektir ḧestem bû. biřyar dira payîzî dahatû kejał be bûkî bo małe kwêxa suleyman biřwat û awat û nyazî şořş wedî bêt. bełam dest û mistî nezan û bawkî diłřeq şûşey hîway ew cûtey ewîndarey weha le berdî bênazî dan ke ew şayî û zemawende, ew pêkbiřane kewte cîhanêkî tir û hestanêkî tir û řasanêkî tir.