kesê bextî se’îdî bê debê ḧazir le dîwanit

From the Book:
Dîwanî Seyfulquzat
By:
Seyfulquzat (1876-1945)
 4 minutes  943 views
kesê bextî se’îdî bê debê ḧazir le dîwanit
melazî menziłî toye nesîbî wî leser xwanit
ke qûtî řoḧe mêhrî to leser sefḧey meḧebbetda
hemîşe ḧazrî weqte, cesed boç bête mîwanit!
mîsal tay çînî zulfî diłbere «taçîn piław»y to
le dûr her daneyêkî dił hezaran dêne pêşxanit
zirîşkî řeşkî xałî diłber û ḧesretderî mîşke
le zîrey ’etirbêzî řêzeřêze cergî kirmanit
wekû areq leser kułmî nîgarîn yarî gendimgun
birincî řenicberî kurdane daney kewte ser nanit
tewawî řanî berxêkî ke berxêkî tewaw dênê
be sed meř řabra ewřo leber çawî do’axwanit
kelamî bameze û xułqî xoş û şîrîn kîfayetme
biłê ba danenên qendaw û do, laben nimekdanit!
le zerd û sûrî ser dewrî, becarê dił sipî bowe
le řeẍmî ze’feran řeş hełgeřa řengî řeqîbanit
ke qawe qaw dekey, tałîy mîzacim ça debê şîrin
fîday qendî lebit! awî beqa deřjête fîncanit
delîlî ’aqîbet meḧmûdîye meḧmûde hawxiwanim
ke wek şapûrî xusrew waye bo tedbîrî karanit
nekîsa û barbed wa çake bo ew bezme ḧazir bin
le bezmî xusrewîy, meḧmûdxan! kwa dengî caranit?
heway «ḧacî ’elî kend»t lebo dił, bû ’elî sîna
şeřarey derdî dił teskîne aw û xakî «derman»t
hemîşe «ḧafiz» û «se’dî» beřoḧanî debin ḧazir
eger «xan» û «ḧesen» bên û bixiwênin nezmî şî’ranit
«nîzamî» nezmî berhem, «enwerî» nûrî nema şî’rî
ke sedrî encumen ewřokeye teb’î suxendanit
le ’îrfan zayde «’urfî», «senayî» nezmî mezmûme
«kelîm» ewřo kelamî muhmele, zahîr ke ’îrfanit!
le meydanî se’adet bû, nesîbî min se’adet bû
be ’înwanî medîḧî tawbetawê dême meydanit
kelamî min wekû şî’rî fiłanî bê ser û pê nîn
bikem teqtî’î ewzanî, yeqîn řast dête mîzanit
dełên her kes ke sifrey bê, beheştî cêye, ewřo to
be neqdîy sakînî xuldî lesayey cûte cîranit
le hercê, bo hemû kes cûdî to bê mînnet û men’e
wekû seylî beharane sexay wek hewrî baranit
«’elî»! meşhurî şare min ke «seyfî» zulfeqarî tom
hemîşe «ya ’elî»me, ger qebûłim key le şî’anit
ewa hat ’îdî qurban şukirî lîlla, xoşî xoşîme
ke ḧeccî ekbere bo min ke wa xom kirde qurbanit
heta mujgan, lebo dîde bibin ḧafiz le dîtin da
le emir û nehîda ta řast û çep bin tîẍî mujganit
le řast û çep biřon sef sef sewaranit le dûyî yek
hemîşe ḧafizit bê bo ḧewadîs lutfî yezdanit
hemû ’alem le nîk û bed be ḧîssey xoy deka şukirit
le weqtî bezlida ger serwera! des berye gîrfanit
ke toy ewřo le zumřey muxlîsanî şahî şemseddîn
delîlêkî tewawe bo tewawîy nûrî îmanit
kelamim xoş û şîrîne le noşanoşî bezmî to
xusûsen, ger dekem endek beyanî fezil û îḧsanit
heta ḧełqey do’a û tehlîl û xetmin řoj û şew dayr
le dinya û ’aqîbet yar û mu’în bê şemsî burhanit
heta hełbê le meşrîq řoj û awabê le řojawa
hemîşe małit awa bê, penat bê şemsî burhanit
lelam terkî edeb kifre, emin terkî edeb nakem
leberwey bû ke řawestam le kin «mîsbaḧî dîwan»t
fizûlî awrî şeytane, heway şeytanî qet nakem
le babet awî «xoş geldî» leser xakî «řeḧîm xan»t
«simayl beg» legeł min key şiksitî karî wî fermû?
lebo xidmet «edeb» ewřo «ḧesen» her wek «ḧisên xan»t
ke «kanî qułqułe»y teb’im le bendî ’ewq azade
řezam mediḧ û do’aye bo ’ezîzan û merîzanit