leyla şehîd

From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 minutes  1022 views
şêr, şêre, mêre yan jine
nîşan bi dest, leyla mine
polaye dil wek asne
leyla kîye?
leyla jine.
leyla mine.
leyla mine...
leyla mine, leyla welêt
wê dil li min kir ar û pêt
mizgîn li kurd roja me têt
dijmin ji tirsan maye şêt
leyla kîye?
leyla jine.
leyla mine.
leyla mine...
sitêr ji ezman hate xwar
zer bûn li min baẍ û bihar
rabin ji xew ey xwendewar!
tev mêr û jin bibne şyar.
leyla kîye?
leyla jine.
leyla mine.
leyla mine...
daser te taca erdeşêrNamed-Entity
navê te dinvîsim bi zêr
jin nû dibin wek şêr û mêr
leyla kîye?
leyla jine.
leyla mine.
leyla mine...
leyla keça mîtNamed-Entity û medaNamed-Entity
canê xwe da di ber me da
bijîn heçî ko canifda
xweş bin ji te jar û geda
leyla kîye?
leyla jine.
leyla mine.
leyla mine...
leyla delal û pir çeleng
leyla cwan û şox û şeng
xwe daye kuştin wek pileng
şêre li nav kurd daye deng
leyla kîye?
leyla jine.
leyla mine.
leyla mine...
leyla çiraẍa şevreşe
wê rû li kurdan kir geşe
kuştin bi me kurdan xweşe
zordarî îdî nameşe
leyla kîye?
leyla jine.
leyla mine.
leyla mine...
bi wê li kurd ron bûye şev
jin bûne wek leyla me tev
îdî nema hêjaye rev
ey kurd de destan bidne hev!
leyla kîye?
leyla jine.
leyla mine.
leyla mine...
divêm li pey te bêm ejî
çi bikim bi vê jîna rijî?
xwînê nerêjî napjî
leyla bijî, leyla bijî!
leyla kîye?
leyla jine.
leyla mine.
leyla mine...
pir şerme ey xortê cwan!
keç bêne kuştin pehlewan
win jî temaşa kin li wan
rûmet çîye ey xwendewan?
leyla kîye?
leyla jine.
leyla mine.
leyla mine...
êrîş bikin rengê zya
zû derkevin jorên çya
bigirin li ber dijmin rya
ka: horNamed-Entity û mîtNamed-Entity û mîdyaNamed-Entity?
leyla kîye?
leyla jine.
leyla mine.
leyla mine...
leyla bijî, sed aferîn
ji bo me bûye ol û dîn
dîsa li min derbûn birîn
hetta ciger min bûye xwîn
leyla kîye?
leyla jine.
leyla mine.
leyla mine...