îmaretî şwankare

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 6 minutes  1492 views

emîr «fezlewîye» le fîrqey «řamanî»y şwankare û kuřî ’elî îbnî ḧisên îbnî eyûbî ře’îsî ’eşîretî xoy bû. le me’îyetî saḧêb ’adłî wezîrî bweyhî farisda, bû be sipehsalar. le pêş emeda, bweyhî le teřef ’eşayrî şwankarewe zor nařaḧet kirabû. «tarîx gizîde» basî ’usyanî îsma’îl naw ře’îsêkî şwankare le zemanî ḧukmidarî fars, ’îmadeddîn ełła (ebu kalîncar) (416- 440 h) eka. le dway em emîre, ebu nasrî kuře gewrey, hate cêgey û emîş le 447 h.da mird û cêgekey bo bira biçkolekey ke nawî ebu mensûr bû becê hêşt û saḧêb ’adił, wezîrî em zate bû. em ḧukmidare le dway ’usyanî fezlewîye nîhayet ẍelebey be ser em melîkeda kird û xoy û daykî ke «seyde xerasweyh» bû, girt. ebu mensûr le qełayekî nizîk şîrazda ḧepis kira û le 448 h.da kujra û be emrî fezlewîye, seydeş le ḧemamêkda xinkandyan. bem new’e emîrî şwankare buwe saḧêbî wiłatî fars û zorî pêneçû legeł selcûqîyekanda kewte şeř û de’wawe. le dway şeřêkî bê‌sûd legeł qawrit biray alb erselanda, buwe tabî’î alb erselan û le teřef [ewewe] be ḧakmî fars nasra. bełam dîsan zorî pêneçû fezlewî ’usyanî kird û xoy kêşaye qełay xûrşah û lewê muḧasere kira û le teřef meşhûr nîzamul‌mulkewe zewt kira û fezlewîyeş le dway muqawemetêkî zor, esîr û î’dam kira (464 h). eme řîwayetî îbnî belxîye ke xoy lew zemaneda buwe.

’eşîretî şwankare muddetêkî zor esasî şeř û hera û nařaḧetîy wiłatî kirman û fars bû. «îran şah»y kuřî qawrit le tarîxî 492 h (1099 m)da be yarmetîy emîrî kirman, walîy fars «unar»yan ke le teřef sułtan berkyařuqewe te’îyn kirabû, meẍlûb kird û muddetêkî kem le dway eme, şeřî «cawlî» û şwankare destî pêkird. em emîr fexreddîn cawlîye ke le 510 h.da mirduwe, be nawî sułtan miḧemedî kuřî melîk şahî ḧukmidarî ’êraqewe wiłatî «fars»y îdare ekird. emîrî şwankare, ḧesen kuřî mubarz xesrew, î’tîrafî be walîyetî cawlî nekird. emîrî cawlî, kutupiř hełîkutaye serî. xesrew be me’awenetî fezlewî biray derçû. le dway beynêk qełakey xesrewî muḧasere kird, bełam zanî ke em muḧasereye hem zeḧmete û hem betûl ebê, legeł etabek «cawlî»da çû bo seferî kirman. sebebî emeş ewe bû ke melîkî kirman, emîrî darabcêrd, îsma’îlî qebûł kirdibû ke yekê le řu’esay şwankare bû. etabek cawlî, tełebî î’adey ekird.

le dway em ḧadîsate wa der’ekewê ke ’eşîretî şwankare le dewrî sełtenetî sułtan miḧemedî kuřî melîk şahda řaḧet danîştûn, bełam le zemanî sułtan meḧmûdî kuřî sułtan miḧemedda be sebebî sû’î mu’ameley wezîrekey, nasreddîn ’elî dergezênewe, ’eşîretî şwankare dîsanewe qyamî kird û muddetêk ew nawey nařaḧet û wêran kird. lem dewreda û le weqtî ḧadîsatî kirmanda mes’eleyekî tir řûy da ke layeqî zîkire: kuřî miḧemed ebu tahîr ke le me’îyetî etabek sulẍurî sungurda bû û le dwayîda bû be ḧukmidarî serbexoy luřî gewre, be wasîtey ẍelebeyekî qet’î be ser şwankareda, kesbî şoretî kird. sebebî emeş, îltîcay «zengî kuřî tîkla» bew ’eşîrete bû.

înca bêynewe ser tarîxî here beşerefî şwankare, ke ewende dewamî nekirduwe.

ře’îsî şwankare, qutbeddîn mubarz û qutbeddîn miḧemedî biray, ke emîrî «îẍ» bû, le weqtî lenawçûnî ḧikûmetî selcûqî kirman û zihûrî paşagerdanî û bê‌ḧikûmetîy ew nawe, zor baş îstîfadeyan kird. wezîr nasḧeddîn beramber be qewmî ẍez komekî lê wîstin û ewanîş çûn be firyayewe. xîlafî arezûy em wezîre û le ser mwafeqetî ehalî, le pêş şeřî ẍezda merkezî «berdesîr»yan îşẍał kird û bem teřḧe kemîyetî wiłatî kirmanyan te’mîn kird (597 h/ 1200 m). le dwayîda em dû emîre legeł ẍez kewtine şeřewe, bełam lem weqteda munasebetî beynî em dû emîre û etabekî fars têkçû. le ber ewe, yekê le xanedanî kirmanyan kird be wekîl be ser kirmanda û xoyan geřanewe. bełam ẍezekan dîsanewe kewtine tałan û texrîb. yekê le umeray kirman, ke «hurimz taceddîn şehenşah»yan pê egut, legeł ẍezekan řêk kewt. nîzameddîn le îẍewe hat û řûy kirde hurimz û le şeřda hurimzî le naw bird û turkekanîş be perêşanî biławeyan kird. ewendey pêneçû nîzameddîn dîsanewe daxłî berdesîr bû, bełam zor meẍrûr û kemterxem bû. dawêkyan bo nayewe û şewêk xoy û kuřekeyan girt (600 h). le dwayîda hewłyan bo girtinî umeray leşkirî mubarzîş da û muḧasereyan kirdin.

lem beyneda pyawêkî tir le meydanî syasetda xoy nwand. em zate «’ecem şah»y kuřî melîk dînar bû û le teřef xwarezim şahewe ḧîmaye ekira. ’ecem şah legeł ẍezda îtîfaqî kird û řûy kirde kirman. le dway eme, eḧwał wa dewamî kird: nîzameddînî meḧbûs nêrra bo etabekî fars û ’ecem şah umêdî wa bû ke îtir be řaḧetî wiłatî kirmanî des ekewê. welḧał etabekî fars, se’d îbnî zengî xeberî bo nard ke bo teslîmbûnî muḧafzî şarî kirman, wa’îzeddîn fezlûnî serdarî xoy, be leşkirêkewe nard. mubarzî biray qutbeddîn bo sendinewey em ḧeqe, be leşkirêkewe hat, bełam be ẍeyrî tałan û texrîbat hîçî pê nekira.

le 658 h.da holako geyşte ew nawe. îẍî girt û emîrî şebankareşî kuşt û le î’tîbarî em tarîxewe muddetêk ’eşayrî şwankare le jêr nifûzî îlxanîda ma. le paşda kewte jêr ḧukmî mizeferî fars.