îmaretî cezîre

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 4 minutes  983 views

be gwêrey şerefname, ebê mîrekanî em îmarete le xanedanî «emewî» û le sulaley «ḧezretî xalîd bin welîd» bin; bełam çunke tarîxî îslam derḧeq be bûnî ḧezret xalîd weya silêmanî kuřî le kurdistanda şitêk nałên û esasen me’lûm nîye ke neslî em qehremanî ’ereb û îslame, munqerîz buwe, ke wa bû, biřwakirdin bem îdî’aye zeḧmete. {fn|be gwêrey řîwayet û îdî’ay teřefî si’ird û cezîre, ebê merqedî ḧezretî xalîd le nizîk si’ird bê. welḧał tarîxî seḧîḧ ełê ḧezretî xalîd le ḧumisda wefatî kird û lewê medfûne.

lam waye em îdî’aye le muḧîbetî qewmî kurd bo azayî û qehremanîy ḧezretî xalîdewe ḧasił buwe. çunke tarîx sulaley ḧezretî xalîd be munqerîz ezanê. kuřanî beşoretî «silêman û ’ebdulřeḧman û muhacir» bûn. ewwełemînyan le berey ḧezretî ’elî buwe û le şeřî seffeynda le naw çû, duwemîn, walî ḧums bû û be fêłî mu’awye le teřef ḧekîmêkî cûlekewe derman‌xward kira (tarîx xald bin wilîd, abuzîd şilbî, li 208)

mu’elîfî «asd alẍabة»ş ełê zuřřîyetî ḧezretî xalîd nemawe û çil ewladêkî be ta’ûn û le şamda le naw çûn û le ber bê zuřřîyetî, mułkî medîney dira be eyûb bin selme bin ’ebdułła. (ciłdî 2, li 104).

saḧêbî «nihayة alarb»yiş te’îdî em qewle eka û ełê: «filim yibqî minhim aḧda, la şirqa û la ẍirba û an min antimî alîhim fihu mibtil fî antima’ih, û kil min ad’î alîh fiqid kizb» (ciłdî 2, li 356)

zor muḧtemele ke ’eşayrî cezîre netewey «kaldî» (= xaldî)y tarîxî bin, ke muddetêkî zor be ser urartûda ḧukmyan kirduwe û le îstîlay qewmî «kemmerî»da ḧikûmetyan le des çû û biław bûnewe. zaten be’zê le musteşrîqîn «kaldî» û «kurd» be esma’î muştereke edene qełem û bedûr nîye em îdî’ay «xaldî»ye lemewe biław bûbêtewe.}

xulase, şerefname, silêman kuřî ḧezretî xalîd be ceddî umeray cezîre da’enê û ełê le dewrî emewîyeda em îmarete damezrawe. zahîr waye duqtor firîç em řîwayetey be esas danawe û îḧtyacî be tedqîqatî asarî tir nedîwe û ḧukmêkî zor ẍełet û bê‌me’nay dawe. welḧał řîwayetî şerefname û ḧukmî duqtor firîç (kurdilir, li 143) beramber be îtîfaqî ’ulemay tarîx le qîmet kewtuwe.

xulase, şerefname dewam le ser řîwayetekey eka û ełê le dway silêman bin xalîd, mîr ’ezîz û mîr ḧacî bedir û mîr ’ebdałî kuřî, wiłatekeyan le beynî xoyana beş kirduwe û lemeş xanedanî «’ezîzî» û «bedrî» û «’ebdałî» peya buwe.

xanedanî «’ezîzî« (= ’ezîzîye) cezîrey îbnî ’umer û etřafyan le dway înqîřazî selcûqî girtote des, bełam derḧeq be dewrî mîr ’ezîz û kuřanî û eḧfadî, ta piştî çwarem me’lûmatêkî wa nîye. îmaretî «mîr ’îzzeddîn kuřî bedreddîn kuřî ’îsa kuřî mecdeddîn kuřî mîr ’ebdul’ezîz» tesadufî dewrî teymûrî lengî kirduwe û le mardîn çote lay û le şeřî teymûr wiłatekey parastuwe. bełam le dwayîda beramber kuřekey ’usyanî kird û wiłatekey le teřef teymûrewe dagîr kira û xoy be hezar ḧał necatî bû û xoy şardewe.

le dway teymûr, kuřekanî hatne pêşewe û îmaretekeyan îḧya kirdewe û ta ewasîtî qeřnî nozdehemî mîladî dewamî kird û le dway îxtîlalî bedirxan beg (1847 m) le naw çû.

beşî «bedrye»y le dewrî «gurgîl» damezra û ta zemanî şerefxanî bitlîs mabû û le 1005 h.da be des mîr eḧmedî kuřî mîr miḧemedewe bû. eḧwałî dwayî me’lûm nîye.

beşî «’ebdalîye»şî le dewrî «fênk»da damezra û ta dewrî sułtan silêmanî qanûnî dewamî kird û le dwayîda emîş xiraye ser îmaretî cezîre.