kerîm xan

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 41 minutes  1341 views

le dway mirdinî ’elî merdan xan, dû dujminî bequwet mabû: esed xanî efẍanî, miḧemed ḧesen xanî qacarî. kerîm xan ewwełen řûy kirde esed xan û le nizîk qezwîn berengarî bû û be terḧê şika ke nek eme her des le esfehan hełgirê, bełkû wazî le şîrazîş hêna; kerîm xan le dway şikan, xoy kêşaye şaxanî beynî ḧewzey fars û xelîcî fars; bełam řostem sułtanî xişt (dêyekî biçûk bû le nizîk lûtî şaxêkî ḧakmewe be ser gerimsêrda), lêreda yarmetîy kerîm xanî da û le derbendêkî sextida ke «kumarîc»yan pê egut, esed xanî şikand. kerîm xanîş be xoy û leşkiryewe le dołekeda westabû. beqayay leşkirî esed xan ke le derbendî kumarîc le dest řostem sułtan necatî bû, kewte dołekewe û le nizîk xişt tûşî leşkirî kerîm xan bû û zoryan lê kujra. zeferî kerîm xan bê‌emsal bû.

qîsmê le leşkir legeł ’eşayrî ew nawe şwên beqayay derçûy duşmin kewtin û ta şîraz çûn û girtyan. le dway em weq’eye esed xan îtir nehate beramberî kerîm xan û le şeřêkda legeł miḧemed ḧesen xan dîsanewe şika û řaykirde beẍda û walîy em wiłate herçende ḧusnî qebûłî kird, bełam xoy nedaye ew darete quwetî bidatê ta memleketekey xoy bistênêtewe, le paşda murace’etî be walîy gurcistan (heraqlyos)yiş kird bełam ewîş hîçî nekird, nîhayet xoy hawîşte lay kerîm xan û ḧusnî qebûł û lutfî lê dî û mewqî’êkî biłindî daye û be derceyek î’tîmad û ’ulûy cenabî derḧeq nwand ke ewendey pê neçû em řeqîbe muhîlke, buwe dostêkî baş.

dujminî here bequwetî kerîm xan, miḧemed ḧesen xanî qacar bû. em ’eşîretî turkî qacare le zemanî teymûrî lengida le sûryewe hênrabûne êran û yekê lew ḧewt ’eşîreteye ke şa îsma’îlî ewwełyan hênabuwe ser text.

kerîm xan le dway eme ke wiłatî farsî dest kewt û baş cêgîr bû, le şeř û heray beynî esed xan û miḧemed ḧesen xan îstîfadey kird û nek her wiłatî fars, bełkû wiłatî esfehan û beşêkî ’êraqî ’ecemîşî bo xoy saẍ kirdewe. bełam ewendey pê neçû beşî zorî em memleketey be mecbûrî terk kird, çunke miḧemed ḧesen xan le dway emey ke esed xanî şikand û wiłatî azerbaycanî xiste ser memleketî xoy, be leşkirêkî gewrewe řûy kirde esfehan, leşkirêkî wa gewre ke le dway nadir şa ta ew řoje, le me’îyetî hîç serkirdeyeka ko nebûbuwewe. kerîm xan hewłî da ke berbestî em orduwe bika bełam fa’îdey nebû û mecbûr bû bigeřêtewe bo şîraz û qerarî dabû ke lem şareda mudafe’e bika.

miḧemed ḧesen xan le dway eme ke zor baş xoy xiř kirdewe, heşt hezar kesêkî le esfehanda becê hêşt û xoşî be sê hezar kesêkewe bo muḧaserey şîraz kewte řê û le weqtêkda ke etřafî şîraz bo muhacmîn zor musa’îd bû û hemû seḧra piř le deẍłî pêgeyştû bû, geyşte şîraz û hêşta topekanî danemezrandibû ke tûşî te’eřuz bû (1757 m). şêx ’elî xan ke ře’îsêkî bekar û azay ’eşîretî zend bû, le piřêkda hełîkutaye ser bargiranî û dwayî leşkirî miḧemed ḧesen xan, xełkî ew naweş ke mał û mindałyan birdibuwe naw şaxanî ew dewre, hemû yarmetîy şêx ’elî xanyan da û em ḧerekete buwe sebebî kemîy zad û zexîre û namemnûnîy miḧemed ḧesen xan. le layekî tirîşewe dewam û tûl kêşanî muḧasere, em leşkire bê‌zabîte û ẍeyre muntezemey ke tenya be zorî ře’îsekeyan ko bibûnewe, bêzar kird. bêcge leweş le naw orduwekeda tecanus û îxlas nebû, be’zêkî taze hênrabuwe jêr sîlaḧewe û be’zêkîş beqayay leşkirî esed xan bû, ke çend mangêk lewew pêş legeł miḧemed ḧesen xanda şeřyan kirdibû.

lem beyneda leşkirî gurc û bekarî kerîm xan muḧasrînyan zor nařaḧet kird, nek her emey şareke merdane mudafe’e biken, bełkû bo biławkirdinewey zerer lêdan le muḧasrîn, hîç firsetêkyan le dest ne’eda. nîhayet îş geyşte dereceyek ke hemû řojê beşêkî leşkirî miḧemed ḧesen xan biław ebuwewe û řay’ekird û eme ře’îsî qacarî mecbûr kird ke waz le muḧasere bênê. waqî’en le piřêka şîrazî becê hêşt û geřayewe bo esfehan û ew quwetey ke beramber be şareke becêy hêştibû, ewanîş biławeyan kird. miḧemed ḧesen xan le esfehanîş xoy negirtewe û legeł ordûyekî ze’îf û me’newîyat şikaw, ke ’îbaret bû le 12 hezar kesêk, xoy geyande mazenderan.

kerîm xan le dway eme ke xoy baş ko kirdewe û emnîyetî wiłatî farsî te’mîn kird, řûy kirde esfehan û le teřef xełkî em şarewe be şukir û memnûnîyet qebûł kira û daxłî bû (1170 h/ 1756 m). eẍłebî şaranî ’êraqîş her bem terḧe kewte des kerîm xan. bo î’adey şewket û qudretî xoy, muḧtacî zefer bû. waqî’en lew şeřaney ke kirdibûy, le be’zêkyana ẍałb bû, bełam le zoryana tal’ musa’edey nekirdibû. wez’îyetî, zor car cêgey umêd nebû, bełam ew ḧurmetey ke xełkî şaran derḧeq ewyan enwand, le kewtin muḧafezey kird û be netîce serî xist.

kerîm xan legeł emeda ke ew wiłataney ke be arezûy xoyan tabî’î bûn, baş îş û karî řêk xistin û le layekî tirîşewe şêx ’elî xanî legeł leşkirêkî hełbijêrdirawda nard bo mazenderan, ta miḧemed ḧesen xan be tewawî mecbûrî îta’et bika û bo eme lazim bû ewwełen îtîḧadî ’eşayrî qacar têk bidrê. em ’eşîrete cesûr û zore, sê fîrqe bû: yekyan le dewrî «gence» bû, duwemyan le etřafî «meru» bû û ḧidûdî xorasanî beramber be ozbek muḧafeze ekird. sêyemînîş le wiłatî «ester’abad» bû. em fîrqane esasen le jêr nifûzî dû xanedana bû û lem sereda çi be teşwîqatî kerîm xan û çi be arezûy î’adey nifûz, xesmî miḧemed ḧesen xan bû û tesadufî, nawî em ře’îs xanedanî «buxarî‌baş»eş her miḧemed ḧesen xan bû. em ḧîrsî întîqame ře’îsî buxarî‌başî îlḧaqî ordûy şêx ’elî xan kird. em ḧadîseye xesmî kerîmî ze’îf kird. legeł emeş naçar ma û legeł quwetêkî ze’îf legeł şêx ’elî xana kewte şeřewe, bełam beşêkî leşkirekey le weqtî şeřda becêyan hêşt û xoşî necatî nebû û be dîl gîra.

le netîcey em zefere ’ezîmey mazenderanda wiłatî geylan û beşî zorî azerbaycan kewte dest kerîm xan, em wiłatî azerbaycane ewendey pê neçû tûşî îstîlay fetḧi’elî xan ře’îsî efşar (= hewşar) bû. em ře’îse gelê car komekî dujminanî kerîm xanî kirdibû û em def’eye aşkira î’lanî ḧerbî legeł kird. le cenûbî tewrêz û le deştî qereçîmenda şika û řaykirde şarî wirmê û le dway muḧaserey çend mangêk, ke zanî muqawemet naka, xoy fiřê daye lay kerîm xan û ’efu kira (1760 m).

fetḧi’elî xan le pêş emeda ke teslîm bê, be’zê le řu’esay ordûy kerîm xanî bo xyanet derḧeq be ḧeyatî kerîm xan teşwîq kirdibû bełam em sû’î qesde aşkira bû û fetḧi’elî xan cezay xoy dî û çend umerayekî meşhûrîş ke daxłî em îtîfaqe bûn, heł’awesran û mu’erîxînî êran ełên be sebebî îştirakî bem xyanete, de serdarî meşhûrî şêx ’elî xanîş be î’dam meḧkûm kiran, bełam em řîwayete beřastî muḧtacî te’îde.

kerîm xan lem hemû şeř û de’way ḧakmîyet û nifûzeda mi’awenetêkî başî le ’eşayrî ’erebî dewrî xelîcî fars dî. be’zê le quwetî ’ereb ta esfehan legełî çûn, le ber eme kerîm xan mu’ameley legełyana baş bû, le ḧałî ’usyanyana ya řesim‌nedanyana, înca leşkirî kirdûnete ser, meselen ’usyanî muḧanay bender řîẍ (nîw derece le şîmalî ẍerbî bender bûşehrewe bû) ke beynî řêgey şîraz bender bûşehrî biřîbû, bem new’e kerîm xan be şîddet te’dîbî kirdin. ře’îsî ’eşîretî «ke’b»yiş ke şêx suleyman naw bû, ewîş beramber be kerîm xan bê‌îta’etî kird û kerîm xan mecbûr bû be leşkirêkî zorewe çuwe serî, şêx suleyman be sefîne řaykirde cezîreyekî nizîk.

ḧikûmetî kerîm xan gelê car be sebebî şîddet û şeř dagîrsandinî zekî xanî birayewe nařeḧet kirawe. em zekî xane carêk be tewawî ’usyanî kird û legeł be’zê umera û quwetda řaykirde lay ’eşîretî feylî. bełam em teşebusey bo neçuwe ser û geřayewe û xoy hawîşte lay kerîm xan û ’efu kira û ḧeta wezîfey diraye û nêrraye damẍan . ḧisên qulî xanî qacar lew mentîqeyeda ’usyanî kirdibû, bełam zekî xan zû em ’usyaney teskîn kird û ḧisên qulî xan řaykirde naw turkiman.

dehşet û şîddetî zekî xan hîç şubhe nîye ke bo muḧafezey emin û asayşî memleket le fa’îde xałî nebû, çunke ḧîlim û ’edłî kerîm xan, cesaretî be be’zê řu’esa û umera dabû ke ’usyan biken û eyanzanî ke le netîceda ’efu ekirên. bełam îtir hemû kes têgeyştibû ke bo tenkîlî ’usyan, bira ẍeddarekey enêrê û ’efwî kerîm xan be ’emel naye. ’usyan her le damẍanda nebû, le mazenderan û zor cêgey tirîş peya bûbû, bełam hemûy be şîddet teskîn kira, zor car le pêş geyştinya cem’îyetî ’usat biław ebuwewe. xulase şîddetî zekî xan, êranî le ’usyan pak kirdewe û sałanî dwayî dewrî kerîm xanî xiste sikûn û bêdengîyewe.

xuşkezakey şah ḧisênî sefewî ke mindałêkî no sałe bû û be nawî şah îsma’îlewe le teřef ’elî merdan xanewe hênrabuwe ser text, le teřef kerîm xanewe muḧafeze kira û kerîm xan be ’înwanî «wekîl şah» îktîfay kird û meylî meqamî ḧukmidarîy nebû, şîrazî kird be paytext û tya danîşt û îtir bîlzat xoy leşkirî sewq û îdare nekird. leşkirêkî zorî bo muḧaserey besre ko kirdewe û xistîye jêr qumanday sadiq xanî biray. muḧtemele ke wekû ḧikûmetekanî pêşûy êran, kerîm xanîş, tenha bo te’mînî asayşî daxłîy xoy, ḧerbêkî xarcî (te’eřuz be turk)y be munasîb zanîbê û be gwêrey em mulaḧezeye efkarî ’imûmîyey bo ẍaye û hedefî xoy tewcîh kirdibê, eyzanî ke hîç şitêk be qed fikirî zewtkirdnî ew wiłatey ke emakînî muqeddesey tyaye, şî’e teşwîq û tehîyc naka, le ber eme, kerîm xan memleketî ’êraqî kirdibû be hedefî xoy.

kerîm xan ewwełen serî ’umer paşay walîy beẍday le ḧikûmetî estamoł dawa kird, çunke ’umer paşa řesmêkî xistibuwe ser zwarî êran. ḧikûmetî ’usmanîye be tebî’et cwabî ředî dayewe û sadiq xanîş be leşkirêkî penca hezar kesîyewe le nizîk saḧlî xelîcî farsewe řûy kirde besre, fîlûyekî sûkî 30 sefîneyîş ke le bûşehir û řîẍda bû, legeł leşkirî sadiq xanda tewḧîdî ḧerekatî kird.

waqî’en ḧikûmetî ’usmanîş le besre çend sefîneyekî ḧerbîyey hebû, bełam bê‌’emel bû û neytiwanî beramber be fîlûy sadiq xan miqawemet bika, sadiq xan le dway eme ke be ser şettul‌’erebda ḧakim bû, zû be zû pirdêkî le belem dirust kird û orduwekey peřandewe saḧîlî řastî şettul‌’ereb û desî kird be îstiḧzaratî muḧasere.

şarî besre zor gewre û çend baẍçeyekî tya bû. nifûsî ehalîyekey texmînen 50 hezar kes û quwetî mudafe’ey le řub’î em ’edede zyatir bû. walî silêman aẍa, ’eskerêkî aza bû û be ser me’îyetda emrî nafiz bû. dîwarî qełay besre berz bû, bełam meḧkem nebû, xetî mudafe’ey esłî çend îstiḧkamêk bû û sed topî tya bû.

le zistanî 1775 m.da muḧasere be hêwaşî desî pêkira û ordûy êran pêş kewt. ḧikûmetî ’usmanî emrî be walîyekanî wan û mûsił û dyarbekir û ḧełeb û şam da ta be hemû quwetî xoyanewe le beẍda gird bibnewe.

wa zen ebra ke emane dêne beẍda û legeł walîy em wiłate be firyay besreda egen. welḧał emane hatne beẍda û be fîkirî emey ke ḧukmidarî êran memnûn biken, ’umer paşay walîyan kuşt û desbecê tatarêkyan nard bo şîraz ta xeber bida be kerîm xan ke sebebî em ḧerbe ke walî bû, kujra û arezûy ew hênraye cê. bełam kerîm xan gwêy nedaye û wîstî le ze’îfîy ḧikumetî ’usmanî îstîfade bika. xulase walîy besre le dway syanze mang mudafe’e, be sebebî nemanî zad û zexîre, na’îlac teslîm bû (ḧuzeyranî 1776 m).

muteselîm û be’zê erkanî şareke be ḧurmet nêrrane şîraz, sadiq xan ḧusnî mu’ameley legeł ehlî besre kird û ’elî meḧmûd xanî kird be qumandanî besre û geřayewe şîraz. meḧmûd xan xîlafî îḧtyat û besîret, xoy têkełî şeřî beynî dû ’eşîret kird û tûşî meẍlûbîyet bû û zay’atêkî zorî da û qumandanekanî kujran. sadiq xan ke emey bîst, xoy geyande besre û be ḧusnî mu’amele û exlaqî başî, lew naweda aştî damezrand û ta wefatî kerîm xan, be řaḧetî îdarey êrey kird û le paşda be be’zê amalî şexsîyey xoy besrey becê hêşt û walîy beẍdadîş le dway ew, be sûk û asanî şarekey sendewe.

le pêş zemanî kerîm xanda ewrûpa le ber teqelubatî daxłî , ewende ehmyetî be tîcaretî êran nedabû, bełam le zemanî kerîm xanda wekû tîcaretî daxłî, zera’etî êranîş zor tereqî kird. em ḧukmidare ’aqłe, hemû ehlî sen’etî û ḧetta ermenî êranîşî zor teşwîq û ḧîmaye kird û bem terḧe le ewaxîrî ḧikûmetîda beřastî êran kewtibuwe řefah û se’adetewe. saḧîb mułk û zurra’ le ḧasłatî xoyan beşêkî zor kemyan be ḧikûmet eda bełam her weqtê ḧukmidar teklîfî bikirdaye, be memnûnîyet qebûłyan ekird. le ber eme, em sinfî xełke ekserîyen wekû musteqîl wa bûn û saḧêbî serwet û se’adetî xoyan bûn û le emsalyan mes’ûdtir bûn. le dewrî kerîm xanda her musa’ede û mu’awenetê ke be xeyałda bê, bo em sinfe ekira.

hemû şaranî êran, le dewrî em ḧukmidareda tereqî kird, bełam hîçyan wekû şîraz nebûn. kerîm xan eẍłebî îḧtîmal be sebebî nizîkîy ’eşayrî xoy û merbûtîyetî xełkekey be nefsî xoyewe, em şarey kirdibû be paytext. be zeḧmetêkî zor, îş û karî mudafe’ey řêk xist, be gelê bînay zor cwan û zor bekełk, şarekey tezîyn kird. dewrekeşî be be’zê baẍ û baẍat cwan kird. be qeder ewey ke legeł tezîynî şareke xerîk bû, zyatir bo te’mînî řefah û se’adetî ehlekeşî se’î kird. «şu’ley em řoje muḧteşeme» le teřef mu’erîxêkî êranîyewe baş teswîr kirawe û ke basî kerîm xan eka ełê: «em şewqe hemû memleketî dagîr kird, bełam ḧeraretî le şîrazda zyatir meḧsûs bû, xełkî em şare letîfe, le řefah û se’adet be tewawî behremend bû. le cem’îyetî kiçanî meh‌řûyanda weqtî xoyan řa’ebward. ’eyar û yarîkeranî şewqidar le hemû layeka esûřayewe, ’eşq û keyf le hemû serêkda ḧakim bû».

kerîm xan le ’umrêkî heşta sałîda wefatî kird (13y seferî 1193 h/ 1779 m) be îstiqlalêkî tewaw bîst û heşt sał ḧukmidar bû û bîlxasse le bîst sałî dwayîda be tewawê, bê řeqîb ḧukmidarêkî nasrawî êran bû.

exlaq û tebyatî

teswîrî exlaq û feza’îlî em zate, sûk û asan nîye. waqî’en be’zê asarî ḧukmidaranî mutłeqî tya bû, ne zor şedîd û ne zor ḧelîm bû, tebyatêkî mu’tedîlî bû. le hemû edwarî ḧeyatîda be řoḧî sûk û azadî şoretî sendibû û be sayey emewe le hełeşeyî û ẍirûrî meqamî biłindî eparast û muḧafezey ḧîlim û tewazu’î ekird. legeł emeşda wekû însananî tir, be’zen be şîddet cezay eda û da’îmen bo îşêkî muxalîfî teb’î xoy, yekêkî tirî ekird be wasîte û dehşetî exsite naw dujminanî û tebe’ey ’asîyewe. bełam ewende be merḧemet bû ke her kesê îltîcay pê bikirdaye û tełebî ’efwî lê bikirdaye, ředî ne’ekirdewe. yekê le ewsafî here biłindî, diłpakî û çakî bû. eẍłebî serguzşitey ḧeyatî xoy egêřayewe ke ḧeqîqeten zor ẍerîb û piř meraq bû.

kerîm xan le ’efu û musameḧeda cur’etêkî necîbaney bû û derḧeq bewan kesaney ke ’efwî ekirdin, emnîyet û î’tîmadî ekird û bew terḧe řebtî şexsî xoy ekirdin. be dił hemû kesî xoş ewîst, le weza’îfî dînîda zor dirust bû, bełam mute’esîb û şedîd nebû. řûxoş û cazb bû, le ezwaqî dinyewî be tewawî îstîfadey ekird û eywîst hemû kesêkîş wekû xoy le nî’metî ḧeyat û dunya behredar bê û lem xisûsewe qet meylî îfratî nekirduwe û qet neygeyandote dereceyek ke te’sîr le mewqî’ û wezîfey ḧukmidarî bika.

kerîm xan hîç teḧsîlî nebû û ney’etwanî binûsê û řenge le zemanî mindałîda neçûbête ḧucre û ne arezûy çûnî bûbê; kuřî ře’îsêkî biçûkî ’eşîretêkî kêwî , be ẍeyrî ew şitaney ke bo ḧeyatî be ’emel bê, ełbete meylî fêrbûnî şitêkî tir naka. kerîm xanîş le ser em şwêne řoyî û be qed pałewanê bequwet û çalak bû, le swarîda bê emsal û le enwa’î ewsafî ’eskerîyeda mumtaz bû. legeł emeşda ke xwêndewar nebû, eywîst hemû kesê bixiwênê û teşwîqî ekirdin. meclîsî, cêgey ’ulema û fuzela bû. merqedî şêx se’dî û ḧafzî ke le etřafî şîraz bû, serlenwê û le ser cêgey qedîmî bîna kird û be’zê baẍ û erazîy bo weqif kird û pasewanî bo dana. le naw e’malî zor gewreyda em ḧesenatey, be nezerî ehalî şîrazewe yekê le asarî zor meqbûl û meşhûrî dewrî sełtenet bû, çunke em şare be bûnî be wetenî em dû şa’îrewe îftîxarî ekird.

yekê le ’adetî kerîm xan eme bû ke hemû řojêk çend sa’etêkî bo bîstinî şikatî tebe’ey texsîs ekird. be munasebetî em ’adeteyewe ḧîkayetêk egêřnewe ke beřastî delîlêkî zor cwan û biłindî leserxoyî û ’edałetî kerîm xane ke le îdarey ḧikûmet û ehalîda becêy hênawe.

řojêk le dîwanî ’edałet, îşî tewaw eka û egeřêtewe. be sebebî muḧakeme û meşẍûłîyetî ew řojey, zor hîlak ebê. lew ḧałeyda kabrayekî peşokaw be hełedawan dête ser řêgey û hawar eka: dad! dad!

kerîm xan lêy epirsê: to kêy?

kabra: tucarim û herçîm bû diz birdî.

kerîm xan: çon? le kwê dizrawe?

kabra: nûstibûm.

kerîm xan (be zimanêkî tûřeyî û bêtaqetî): boçî nûstî?

kabra: be ẍełet çûm, wam zanî ke to bêdarî.

em cwabe tûřeyî û ’aczîy le kerîm xanda nehêşt û cur’etî kabray beramber be ’îtabî xoy zor pê xoş bû. emrî kird be wezîrekey ke qîmetî małekey le xezêne bidatê û gutî: ebê se’î bikeyn em małe dizrawe bidozrêtewe. (tarîx ayran, malqulim, li 87)

ew řêgeyey ke kerîm xan bo damezrandin û muḧafezekirdinî quwet û nifûzî xoy îstî’malî kirduwe, [wîstûye] le sayey ḧîssîyatî řoḧanîyewe kesbî quwet bika û qet meylî ewey nekird be wasîtey tałan û xirape, orduwekey be xoyewe binûsênê û neywîst ke bo zyadkirdinî şerefêkî mîllîy bê fa’îde, weya bo berzkirdnewey meqamî ḧukmidarîy xoy, syasetêkî ḧerîsane te’qîb bika. teb’êkî zor mutewazî’î hebû û le cilubergîşda em ḧałey hebû. legeł emeşda ḧukim û ewamîrî qet’î bû û le weqtî lazmida tundetebyat bû derḧeq be ře’yetî. be sûřetî ’umûmî, řûxoş û hawḧał û xoşewîst bû, le exlaq û tebyatda hîçî be qet emey baş û ’eca’îb nebû ke eytiwanî le muḧîtêkî wada ke tya ejya, ḧîs û şi’ûrêkî tebî’î û însanî le naw hemû îcra’atî ḧikûmetda binwênê û mwefeqîyetî lemeda, bo ḧukmidaranî mutłeq dersêkî baş bû.

be mes’ûdî jya, wefatî wekû mirdinî bawkêkî zor xoşewîst û zor şayanî î’tîmadî ’a’îleyek bû. hemû êranîyekî ew dewre nawî kerîm xanyan legeł ew e’male gewraney ke bo te’sîsî ḧikûmeteke serf kirdibû, teqdîs û tebcîl ekird û be sebebî ’ulûy cenabyewe hemû kesê be dił û şewq tabî’î ebû. her weqtêk mezaya û exlaqî bihataye nawewe, muḧeqqeq zor zor mediḧ û senay ekira û eyangut «padşayekî gewre nebû, sera û mabeynêkî muḧteşemî nebû û fitûḧatêkî kemî bû, bełam ebê î’tîraf bikirê ke ḧakmêkî bê emsal û mustesna bû» {fn|tarîxî kedxuda, sêr malqolim ełê: zor def’e bîstûme ke em mutale’eye le teřef řu’esay qacarî dway dewrî kerîm xanewe bîstirawe.

bînîng le eserekey xoyda (ciłdî 2, li 267) ełê: le hemû cedwelî ḧukmidaranî êranda tenya nawî kerîm xane ke le teřef hemû ehalîyewe be bawkêkî xoşewîst û ḧakmêkî ’adił û însanîtrewe zîkir ekirê û le zułim û te’edî dûre.} .

le dway kerîm xan

wefatî kerîm xan mebde’î têkçûnî ḧikûmetî zend û pişêwîy memleketî êran bû. kerîm xan pênc kuřî bû , yekêkyan le pêş xoyda wefatî kirdibû. tenya çwarî mabû ke qeza û qeder hemûyanî tûşî xyanet û ẍedrî řu’esay ’a’îley xoyan kird.

zekî xan her le dway wefatî kerîm xan, ḧikûmetî hênaye jêr desî xoy. be’zê le řu’esay ’eşîretî zend şexsen le zekî xan emîn nebûn û le weḧşet û xyanetî, xofyan bû. le ber eme îç qełayan girt û bo mudafe’e xoyan ḧazir kird û le ’eynî weqtida xoyan be teřefdarî ebulfetiḧ xanî kuřî kerîm xan î’lan kird. zekî xan le î’lankirdinî welî’ehdîy ebulfetiḧ xan û miḧemed ’elî xanî biray , bo textî bawkyan, muzaheretî ehalî lê men’ kirdin, bełam le ḧeqîqetda herdûkyan be naw ḧukmidar bûn û be behaney emewe ke xizmyan bû, em dû şazade cahîle le umûrî îdarey dewłetda şareza nebûn, hemû ḧukim û nifûzî girtibuwe des xoy û le hemû îş û karêkda le teřef meşhûr ’elî murad xanî xuşkezayewe mu’awenetî dî.

zekî xan bo zewtkirdnî îç qeła zorî hewł da bełam em îşe ewende sûk nebû. zekî xan le endêşey muḧasereyekî dûr û dirêj řêgey ḧîle û fêłî girte pêş. be swênd û qur’an řu’esay îç qełay te’mîn kird û nek emey her ’efuyan bika, bełkû wezîfey gewre gewreşî pê we’d dan, em řu’esaye biřwayan kird û teslîm bûn û zekî xan be xîlafî swênd û we’dî, hemûyanî be sûřetêkî fecî’ane kuşt.

sadiq xan ke xeberî wefatî kerîm xanî bîst, besrey becê hêşt û řûy kirde şîraz. ke nizîk em şare buwewe, ordûgay hełda û ce’fer xanî kuřî nadir şahî nard ta le wez’îyet û fîkirî zekî xan derḧeq be îradey ḧikûmet biga. ce’fer xan geřayewe û we’d û te’mînatî zekî xanî bo bawkî gêřayewe, legeł emeşda baweř pênekirdinî tewsye kird, çunke muḧtemel bû tûşî ’eynî ẍedir û îhane bibê ke derheq be řu’esay zend kira. em tewsyeye te’sîrî le sadiq xan kird û umêdî le řêkewtin biřî û qerarî da ke şîraz muḧasere bika û be gwêrey mîqdar û muḧîbetî orduwekey, le ẍelebe emîn bû. bem qena’ete xoy ḧazir kird.

lewlawe zekî xan ke temaşay kird be fêł sadiq xanî bo celb nekiraye şarewe, desbecê ebulfetiḧ xanî ḧepis kird û miḧemed ’elî xanî biray ke ta ew weqte le ḧukmidarîda şerîkî ebulfetiḧ xan bû, be tenya be şahî êran î’lan kird û sê kuřî sadiq xanîşî ke le şîrazda bûn, xiste ḧepsixanewe. qapîy şarî daxist û î’lanî kird ke mał û mindałî zabtan û neferatî ordûy sadiq xan hemûy î’dam ekirê. netîcey em î’lane be mwafîqî metlûbî bû, çunke hemû kes eyzanî ke řijandinî xwênî ew me’sûmane le lay zekî xan wekû aw xwardinewe waye. le tirsî eme hemû zabtanî ordûy sadiq xan û hemû efradê ke mał û mindałyan le şarda bû, sadiq xanyan becê hêşt û çûnewe şîraz.

bem terḧe hemû pilan û umêdî mwefeqyetî sadiq xan têk çû û tenya 300 kesêkî le dewr ma û legeł emane na’îlac řaykird bo kirman. zekî xan quwetêkî swarey narde serî û le çil mîlêkî şerqî şîraz le derbendî ursîncanda tûşî bûn û kewtine şeř. kujranî qumandanî em leşkirî swareye buwe sebebî şikan û geřanewey quweteke bo şîraz, sadiq xan xoy geyande kirman û îltîcay kirde qełayekî biçûk.

yekê le weqay’î muhîmmey dway wefatî kerîm xan, xelasbûn û derçûnî aẍa miḧemed xanî qacar le şîraz bû. em zate ke le sałî 1747 m (1160 h)da esîr kirabû, lew tarîxewe ta êsta, le şîrazda qeli’bend kirabû. beynêk musa’edey kirabû ke carcar biçê bo řaw. kerîm xan zor lutfî derḧeqî bû û le îş û karî ḧikûmetîda le ře’î îstîfadey ekird. aẍa miḧemed xan muqedderatî xoy be mirdinî kerîm xanewe řebit kirdibû û întîzarî ewey ekird. xuşkîşî jinî kerîm xan bû. řojî wefatî kerîm xan le peşokîy ḧikûmet û muḧafzan îstîfadey kird û legeł çend xizmetkarêkîda le şar hate derewe û řoyşit û xoy geyande memleketî xoy û quwetêkî zorî ko kirdewe û î’lanî şahî kird (1779 m/ 1193 h).

zekî xan eyzanî ke ře’îsî qacar tenya be mazenderan řazî nabê, le ber ewe, hênay leşkirêkî hełbijêrdirawî le qumanday ’elî murad xanî xuşkezayda nard bo ew teřefe ta men’î pêşkewtinî bika; bełam bem ḧerekete xoy zyatir tûşî tehluke kird. xuşkezakey aza û ḧerîs bû, be tecrube têgeyştibû ke şera’ît û eḧwałî memleket bo kesêkî wekû xoy, bebê quwet musa’îd nabê û bem qena’ete le şwên firsetêk egeřa, ke beramber ḧukmidarêkî wa załim, ke qet lê emîn bûnî mumkîn nîye û hîç tebe’eyekî ḧezî lê naka, ’usyan bika. de’wet û îstîmdadî sadiq xan, le weqtî řakirdinî le şîraz û le weqtî geyştinî ’elî murad xan be tehran, buwe behaneyekî baş. bem fîkire umera û zabtanî leşkirî ko kirdewe û pêy gutin ke yarîyedanî ře’îsêkî wekû zekî xan, ke mu’ameleyekî zor xirapî derḧeq be kuřanî kerîm xan kirdibê, ca’îze yan na?

xulase, be asanî emaney îqna’ kird. le dway eme, ’elî murad xan řûy kirde esfehan; ke nizîk buwewe, walîyekey zekî xan řaykird. hemû tebeqeyekî ře’yet, teřefdarî ẍelebey ’elî murad xan bû. bêcge leweş î’lanî kird ke meqsedî lem ḧerekete, sîrf dananî kuře gewrey kerîm xan le ser textî bawkyetî û be ẍeyrî eme, fîkirêkî tirî nîye. em î’lane zyatir muḧîbetî ehalî bo celb kird.

zekî xan, ke le ’usyanî xuşkezakey xeberdar bû, eqłî le sera nema, zû be zû leşkirêkî ko kirdewe û řûy kirde esfehan, bełam întîqamî îlahî boy nizîk bûbuwewe û ke geyşte «yezdî xwast», daway be’zê řesmî ew sałey lê kirdin ke emrî be kokirdinewey kirdibû. ehalî înkarî kird û le ber kemḧałîyan, pařanewe. le batî ’efu, pyawmaqûłekanî ko kirdewe û le pencerey qełakewe xistinye xwarewe. bemeş wazî lê nehênan û seydêkî mubarekî em şareşî řakêşaye lay xoy û be ’eynî behane ewîşî bew derde bird û wîstî be’zê şena’etî tirîş bika, bełam muḧafîzekanî qebûłyan nekird û be sebebî em weḧşeteyewe lêy sard bûnewe û xoyan lê dagirt û kuştyan (1779 m).

le dway kujranî zekî xan, ebulfetiḧ xanî kuřî kerîm xan be şahî êran î’lan kira (1780 m). em zate cur’etkar û ’adił bû, teb’êkî başî bû, ḧerîs nebû. bełam wa dyar bû ke le ’odey em îşe zeḧmete naye, legeł emeşda şubhe nîye ke bo lenawneçûnî xanedanî zend û î’adey sikûn û asayş, be ẍeyrî î’lanî şahîy ew, çareyekî tir nebû.

sadiq xan ke xeberî lenawçûnî zekî xanî bîst, hełsa û řûy kirde şîraz . em emîre serdarêkî baş û be’eqił û tedbîr bû, bełam zor ḧerîsî sełtenet bû. le layekî tirîşewe le jêr îdarey ḧukmidarêkî cahîl û ze’îfda jyanî pê naxoş bû. xulase mudaray mam û bira, lem xisûsewe mumkîn nebû. nîhayet sadiq xan birazakey girt û çawî ew besezmaney hełkołî û xoy be şah î’lan kird (1194 h/ 1780 m), bełam hîç umêd ne’ekira ke textêk ke bem zułme dest kewtibê, payedar bê û waqî’en tehlukey here gewrey, ’elî murad xanî ziřkuřî bû. ce’fer xanî kuřî narde esfehan ta lewêwe muraqebey ḧerekatî ’elî murad xan bika .

le weqtî wiqû’î em ḧadîsateda ’elî murad xan le tehran bû, ke em xeberey geyştê, desbecê xoy be şah î’lan kird û legeł leşkirêkî zor, řûy kirde esfehan û ke nizîkî em şare buwewe, walîye tazekey řaykird.

sadiq xan, ordûyekî bîst hezar kesî pêkewe na û xistîye jêr îdarey teqî xanî kuřî û em leşkire te’eřuzî kirde ser ’elî murad xan û buwe manî’î pêşkewtinî û biławey be leşkirekeşî kird. be’zêkyan îltîḧaqî leşkirî teqî xanyan kird. ’elî murad xan legeł be’zê le xizman û tewabî’î xasî xoy, geřayewe hemedan û em wiłatey muḧafeze kird. sadiq xan kaẍezî bo kuřekey nûsî û nesîḧetî kird ke lem ẍelebeye û musa’edey tal’e, îstîfade bika û tehlukey ’elî murad xan berteref ka. bełam em şazade cahîle gwêy nedaye û muzefferane daxłî esfehan bû û nizîk mangêk bebê ẍa’île wextî řabward, bełam ’elî murad xan lem firsete be tewawî îstîfadey kird û xoy ko kirdewe.

le weqtêkda ke teqî xan bo îkmalî fitûḧat řûy kirdibuwe ’êraq û be’zê le řu’esay me’îyetî lêy cwê bibûnewe, le nizîk hemedan tûşî ’elî murad xan hat û zor xirap şika û be hezar ḧał derçû û řaykird bo şîraz. ’elî murad xanîş le dway eme, be’zê fitûḧatî tirî kird û quwetêkî zorî peya kird û qerarî be muḧaserey şîraz da.

sadiq xan ke xeberî hatnî ’elî murad xanî bo ser paytext bîst, be pele ordûyekî (beşî zorî pyade bû) pêkewe na û nardye 25 mîlêkî şîraz, ta nehêłn ’elî murad xan pêş kewê. welḧał em leşkire le weqtêkda ke xerîkî beşkirdinî erzaq bû, tûşî te’eřuzî ’elî murad xan bû û řaykird û le teref leşkirî swarewe be şîddet te’qîb kira.

şîraz heşt mangêk muḧasere weya tecrîd kira. muḧasrîn bo îsqatî qeła hîç ezyetî xoyan neda, bełam mudafî’în û ehalî, çunke zor zor muḧtacî xwardemenî bûn, le fîkirî ’usyana bûn. beşêkî mudafî’în qapîyekeyan zewt kird û bo ’elî murad xanyan kirdewe. bem terḧe şareke kewte desî û ḧusnî mu’ameley legeł ehlekey kird.

sadiq xan be xoy û mał û mindałyewe le îç qełakeda xoy qaym kirdibû, bełam ewendey pê neçû be na’îlacî teslîm bû û legeł hemû kuřekanya ke lewê bûn, î’dam kira (1781 m). tenya ce’fer xanî kuřî necatî bû, çunke zor le pêş gîranî şarekeda legeł ’elî murad xan têkełîy peya kirdibû. sadiq xan le zemanî kerîm xanî birayda be î’tîdal û ḧusnî mu’amele û ’edaletî, le naw êranda şoretêkî başî bû, baxsûs fetḧî besreş şerefêkî tirî ’elawey ew ewsafaney kirdibû, bełam le dewrî dwayîda bebê ḧereketî û bedmu’ameleyî derḧeq be qewmî xoy, em şoretey win kirdibû û umêdî be ḧukim û ḧukmidarî nemabû.

lem ḧałeda însan nazanê bezeyî be serî sadiq xanî letacbiřaw bê, ya be çawanî hełkołrawî kuřî kerîm xanda, ke şoret û weḧşetî em xanedane tenya le sayey azayî û gewreyî ewewe peya bibû.

’elî murad xan bem terḧe bû be şahî êran, le mu’amele û ẍelebey, wa der’ekewt ke em memlekete çend sałêk eḧesênêtewe. le naw serleşkiranya hîç kesê le weqtî muḧasereda be qed ekber xanî kuřî zekî xan şoretî nesendibû; bełam ewendey ke aza û mezbût bû, ewendeş załim û munteqîm bû, be dereceyekî wa ke be te’cîlî qetłî sadiq xan û sê kuřekey û be’zê řu’esa, îktîfay nekird bełkû em cînayeteyşî be des xoy kird; bełam ḧeqsênî gewre emey kird be sebebî te’cîlî qetłî xoşî û be tertîbî sû’î qesd, derḧeq be şah îttîham kira û îqna’î ’elî murad xan zeḧmet nebû, ce’fer xan be desî xoy em pirensey ke hêşta xwênî bawik û birakanî be destyewe bû, î’dam kird.

’elî murad xan le dway çend mangêk çuwe esfehan û êrey kird be paytextî xoy. ewende le ce’fer xanî ziřbiray emîn bû ke bebê teredud kirdî be walîy serleşkir, şêx weys kuřî bû û muḧafezey serḧedî şîmal û teresud kirdinî aẍa miḧemed xanî qacarî tewdî’î ew kirdibû. em şazadeye le ewweła zor muzeferyetî bû û mazenderanî dagîr kird û ře’îsî qacarî şikand û řayfiřande ester’abad, quwetêkî nard be dwayda, bełam miḧemed zahîr xanî [qumandanî] em leşkire, xetî řec’etî xoy muḧafeze nekird û le paşda řêgey geřanewey bo mazenderan biřa û neytiwanî bigeřêtewe û tûşî te’eřuzî qacar bû û kujra. orduwekeşî tefir û tûna bû, be’zêkî ke derçûbû, xoyan geyande leşkirî şêx weys û ewîşyan biław kirdewe û şêx weys mecbûr bû mazenderanî becê hêşt û geřayewe tehran û lem şareda legeł leşkirî ’elî murad xan yekdigîr bû (1199 h/ 1784 m).

’elî murad xan tûşî nexoşîyekî zor giran hatbû, bełam legeł emeşda fe’alîyetêkî fewqel’adey nwand. leşkirêkî bo mazenderan [nard] û xoşî fikirî wa bû ke le dway em leşkirewe biçê. lem sereyeda bîstî ke ce’fer xan ’usyanî kirduwe û řûy kirdote paytext. ’elî murad xan ewende mute’esîr bû ke xoy řanegirt û řûy kirde esfehan û wezîr û ḧakmekey herçende tikayan lê kird, kełkî negirt û lew zistane sardeda û bew nexoşîye qursewe, swar bû řoyşit û be netîce le řêge wefatî kird (1785 m). řu’esa û pyawmaqûłanî leşkir, mirdinî şahyan şardewe ta geyştine paytext. leşkireke lem wiqû’ate xeberdar bû, biławey kird û le hemû layekewe desyan kird be xirape û tałan.

etwar û exlaqî ’elî murad xan le teřef gelê kesewe beyan kirawe; wa dyare ke zor cesûr û metîn buwe. hîç îfadeyek be qeder şehadetî duşminêkî muqtedîr meqbûl nabê, aẍa miḧemed xanî qacar ke le ḧałî ḧeyatî em ḧukmidareda bo muḧafezekirdinî mazenderan zor tûşî ezyet bibû, beramber be teşwîqatî me’îyetî, bo çûne ser ’êraq , eygut: sebir biken ta em kwêre muḧtereme le naw biçê, înca le dway ew, em îşeman bo eçête ser.

le beynî wefatî ’elî murad xan û geyştinî ce’fer xan be esfehan, pênc řoj mołet bû û lem muddeteda ’înwanî şahî le teref walîy esfehan, bekir xanewe ẍesb kirabû; bełam ke ce’fer xan geyşte paytext, řaykird û pyaw nêrra be şwênya û girtyan. îtir be ẍeyrî şêx weys kesêkî tir nebû ke bitwanê îdî’ay sełtenet bika. ce’fer xan kaẍezêkî biraderaney bo nûsî û le dway eme ke hênaye jêr ḧukim û nifûzî xoy, mu’ameley legeł gořî û bo ewey ke îtir netwanê beramber be mamekey, de’way ḧikûmet bika, kwêr kira.

aẍa miḧemed xanî qacar ew we’dey ke be terefdaranî xoy dabû, becêy hêna. waqî’en gutbûy ke le dway wefatî ’elî murad xan legełyana eçête ser ’êraq. îtir bo becêhênanî em we’de, manî’êk nemabû, legeł 500 ta 600 swarêkî xewasî xoy, le çyakanî mazenderan hate xwarewe, ke temaşay kird quwetekey peyderpey be îltîḧaqî terefdaranî řû le zyadî daye, bo sam şikandinî (teşcî’î) orduwekey, cesûrane řûy kirde esfehan û le dway dû mang, kemê zyatir, le paş wefatî ’elî murad xan daxłî esfehan bû (6y maysî 1788 m) û ce’fer xanîş le pêş geyştinî ewda be tałûke şarekey becê hêştibû û lem tałûkeyeda hemû bargiranî û xezêne û beyaxî şahîş le teřef ’usatî naw paytextewe tałan kirabû .

le weqtêkda ke řeqîbe bequwetekey bem teřḧe le esfehanda cêgîr bû, ce’fer xanîş daxłî şîraz bû, sedaqetî seyd muradî ḧakmî şîraz, zor cêgey baweř nebû, bełam ehalîy şîraz, be te’sîrî řu’esa û eşrafî memleketeke, terefdarî ce’fer xan bûn. le naw eşrafda here fe’al û benfûzyan ḧacî îbrahîm bû û le teref ce’fer xanewe desbecê řutbey kelanter ye’nî walîyetî «fars»y dirabûye.

aẍa miḧemed xan neywîst firset fewt bika, be’zê şeřî bêfa’îdey legeł bextyarîy fars kird û le netîceda naçar ma û be ’ecele geřayewe tehran. ce’fer xan lem firsete îstîfadey kird û esfehanî sendewe û řeḧîm xanî walîy aẍa miḧemed xanî girt û kuştî. bełam le dway beynêk ke bîstî aẍa miḧemed xan dîsanewe řûy kirdotewe esfehan, em şarey becê hêşt. muqabeley ce’fer xan le şikłî mudafe’eda bû, çunke aẍa miḧemed xan zor quwetî peya kirdibû û wiłatanî şîmalî êran û ’êraqî ’ecemî hemû dagîr kirdibû û fîkirî muḧaserey şîrazî bû. ce’fer xan wekû beramber be ře’îsî qacar ze’îf û ’aciz bû, le ’odey ’usyanî daxłîş ne’ehat. walîy hemedan ke nawî îsma’îl xan bû, ’usyanî kirdibû û ew leşkirey ke ce’fer xan nardibûye serî, şikandibûy. le dway zay’atêkî zor şarî yezdîşî le des çûbû, bełam le axîr sałî sełtenetîda tal’î zyatir musa’edey kird. lutfi’elî kuřî, seferêkî ẍalbaney le wiłatî «lar»da kird û dûrîy aẍa miḧemed xan cesaretî daye û be quwetêkî zorewe řûy kirde esfehan û quwetî muḧafezey em şarey şikand, bełam em ẍelebeye ewende dewamî nekird û xeberî nizîkbûnewey ře’îsî qacar, dîsan em şarey pê çoł kird. ce’fer xan le teřef ehalîyewe xoşewîst bû û legeł ecanbîşda mu’ameley baş bû. teb’î ḧelîm û ḧurmetkar û ’edałet[xwaz] bû. umûrî îdarey dabuwe des wezîrêkî ’aqił û muḧterem, bełam derḧeq be yekê le umeray zor sadqî û ḧetta be zîddî î’tîqadî, mu’ameleyekî naşîrînî kird û eme buwe sebebî sû’î şohretî û ḧetta řûxanî bînay ḧeyat û sełtenetî. le naw umeray ce’fer xanda «ḧacî ’elî qulî xan kazrûn»y hebû û em emîre le teref ce’fer xanewe bo teskînî ’usyanî kaşan nêrrabû. ’ereb miḧemed ḧisên xan, ře’îsî ’usat bû. ḧacî ’elî qulî xan tengî pê hełçinî û mecbûrî îta’etî kird. le naw useray ’asîyeda 1500 kesêkî xorasanî hebû ke le dway muqawemetêkî tewaw, be şertî muḧafezey şerefyan, teslîm bûbûn. ce’fer xan gwêy nedaye em qewlî şerefî ḧacî ’elî qulî xan û em xorasanîyaney xiste ḧepsixanewe. herçende ḧacî ’elî qulî xan řica û tikay kird, fa’îdey nebû. le ber ewe, em emîre beşerefe terkî xizmetî ce’fer xanî kird û řoyyewe bo wiłatî xoy. le dway beynêk ce’fer xan leşkirêkî narde serî û teklîfî hatne ser şîrazyan lê kird, bełam be te’mînat qebûłî nekird û nîhayet girtyan û hênaye şîraz û xistyane ḧepsixanewe. ḧacî ’elî qulî, legeł be’zê meḧbûsî tirda bo înîtqam sû’î qesdêkî le ḧeq ce’fer xan tertîb kird. le naw ew meḧbûsaneda yekêkyan seyîd murad xan bû ke be sebebî me’mûrîyetî pêşûy û î’tîbarî, here muhîmmî e’zay em tertîbate bû û nifûzêkî zorî bû. ke tertîbatî sû’î qesd tewaw bû, afretêkî esîr mîqdarê dermanî bêhoşîy bird û kirdye naw xwardemenîy ce’fer xanewe û le weqtî bêhoşîda meḧbûsekan be wasîtey terefdaranyanewe necat diran û xoyan geyande hodekey ce’fer xan û kuştyan û serekeyan le îç qeławe fiřê daye ber dergakey û be naw şara cařyan da ke ce’fer xan le naw çuwe (1789 m).