dewrî sełtenetî melîk kamîl
’înwanî «nasreddîn» û kunyey «ebu elme’alî miḧemed»e û kuřî melîk ’adłe. le řebî’el’ewelî 576 h.da hatote dinyawe. le dway wefatî bawkî, bû be ḧukmidarî mîsir û derkirdinî ehlî selîb le dewrî demyat û xakî mîsir kewte ’odey ew.
lew beyneda elmelîk elmu’ezzem ’îsa (şerefeddîn) ḧukmidarî sûrîye bû û melîk el’eşref mûsa (muzeffereddîn)yiş îdarey ḧełebî girtibuwe des xoy.
ordûy ehlî selîb muddetêkî zor demyatî muḧasere û tezîyq kird, çi muḧasrîn û çi meḧsûrîn, le ber nexoşî û birsyetî, zaye’atêkî zoryan da û le dway sał û nîwêk muḧasere û tezîyq, înca demyat kewte des ehlî selîb. le îbtîday muḧasereda ehalî û mudafî’înî em şare 70000 kesêk bû, bełam le weqtî teslîmda tenya sêhezar mabuwewe û emaneş le teřef ehlî selîbî mute’esîb û xwênxiwarewe qetłu’am kiran.
ordûy selîb le dway girtinî demyat řûy kirde qahîre. ordûy melîk kamîl, herçende le teřef leşkirî birakanyewe teqwîye kirabû, bełam dîsanewe be nezer ordûy duşminewe zor kem bû û berbestî te’eřuzî pê nekira, le ber ewe, melîk kamîl legeł qumandanî ordûy ehlî selîb kewte muxabere û be şertî wazhênan le demyat, we’dey řetkirdinewey felestînî danê, bełam em teklîfî sułḧe, le teřef ehlî selîbewe qebûł nekira.
siqûtî demyat û te’eřuzî ehlî selîb bo ser qahîre, le ewrûpada te’sîrêkî zorî bû, ehlî selîb kewte teme’î mîsir û melîk kamîlîş bo necatdanî mîsir ḧazir bû waz le qudis bihênê, lem ḧałeda betaşetî ordûy ehlî selîb û tuẍyanî nîl, ferḧetêkî başî da be melîk kamîl. emrî da hemû sedekanyan şikand û erazîy dîlta ẍerq kira. xetî řec’etî ehlî selîb biřřa, le beḧrewe xwardemenîyan ne’egeyştê û tûşî birsyetîyekî xirap bûn, le layekî tirîşewe leşkirî îslam be komełî biçûkbiçûk lêyan kewtibuwe hicûm û te’eřuz û şiłejandibûyanin. le ser em eḧwałe, ehlî selîb kewte tełebî sułḧewe, be şertî musa’edekirdin be geřaneweyan û musa’edey zyaretî ḧecacyan, sułḧyan kird û řoyştin.
le dway eme ke heray ehlî selîbî şeşem biřayewe, ewendey pê neçû le naw kuřanî melîk ’adłida şeřî xomałî desî pêkird. melîk elmu’ezzem ’îsa, ḧakmî sûrîye, le kakî wergeřa û çawî biřye textî mîsir û xerîk bû legeł celaleddîn xwarezmişahda îtîfaq bika. melîk kamîl ke emey bîst, seẍłet bû û lew weqteşda împiratorî ałmanya, firedrîqî duwem, be leşkirêkî gewrewe řûy kirdibuwe mîsir. melîk kamîl, na’îlac ma û kewte muxabere legeł împirator û wîstî sułḧêkî legeł bika.
be teqdîrî xwa, lew beyneda melîk elmu’ezzemî ḧukmidarî sûrîye, wefatî kird (zîqe’dey 624 h) û memleketekey bo melîk nasir dawdî kuřî becê hêşt. melîk kamîl lem wez’îyete îstîfadey kird û be leşkirewe řûy kirde şam; melîk eşrefî biray le eweła wîstî yarmetîy melîk nasir bida, bełam le dwayîda legeł melîk kamîl řêkewt û be yekewe şamyan girt û melîk kamîl beramber be be’zê wiłatanî cezîre, şamî da be melîk eşref (66 h) û kerg û elşiwak û be’zê qełay tir, le batî şam, dira be melîk nasir dawid.
melîk kamîl le dway cêbecêkirdinî îş û karî sûrîye, řûy kirde cezîre (mezopotamya) û bo berbestkirdnî lafawî xwarezmî û muẍul, em wiłatey tenzîm kird û be’zê cêgeşî ke be des em û ewewe bû, zewt kird û «ḧîsinkurd»y be nawî mułkî xasewe da be melîk necmeddîn eyûbî kuře gewrey û be ser cezîrewe dayna. le dway beynê, musa’edey kird ke necmeddîn eyûb leşkirî bêsaḧêbî xwarezmî bigrête jêr desî xoy ta bitwanê berbestî lafawî muẍul bêt.
le 629 h.da (1229 m) împiratorî ałmanya, firedrîq, ke geyşte sûrîye, muzakeratî sułḧî beynî împirator û melîk kamîl lem řojaneda dwayî hat. be gwêrey em mu’ahedeye qudsî şerîf legeł nasre û etrafî û le ’ekkawe ta yafa, parçeyekî saḧîlîş, be mweqqetî kewte des firedrîq û beramber beme ta muddey de sał û şeş mang û de řoj waz le şeř hênra, le layekî tirîşewe beramber be hemû dujminêk împirator ebwaye yarîyey melîk kamîlî bidaye. xwalase, em mu’ahedeye ne musułman û ne gawrî memnûn nekird û împiratorîş zorî pê neçû felestînî becê hêşt û çuwewe bo ałmanya.
le dway em sułḧe, zorî pê neçû ke beynî melîk kamîl û melîk eşrefî biray, legeł sułtanî řom têkçû û sułtan keyqubadî selcûqî, leşkirî kirde ser şîmalî cezîre (631 h) û legeł leşkirî eyûbîda kewte şeřewe. le eweła, tal’î şeř bo leşkirî selcûqî musa’îd bû û be’zê cêgeyan le mułkî eyûbî dagîr kird, bełam pêyan muḧafeze nekira û nîhayet em de’waye be wefatî sułtan keyqubad biřayewe û leşkirî selcûqî le xakî eyûbî derkira (633 h).
řêkîy beynî melîk kamîl û melîk eşref ewende dewamî nekird û melîk eşref le ’eleyhî kakî, legeł baqî umeray eyûbîda îtîfaqî kird. melîk kamîl emey bîst û despêşkerî kird, be leşkirî mîsrewe řûy kirde şam, bełam le pêş eweda ke legeł leşkirî melîk eşref û muttefîqekanî bikewête şeřewe, melîk eşrefî biray le şam emrî xway becê hêna (4y miḧeřemî 635 h) û şarî şam bê muḧarebe kewte des melîk kamîl. bełam beramber be tesîlmkirdnî em şare, be’lebek û besrî da be melîk sałḧ îsma’îlî biray.
melîk kamîl le dway em ẍelebeye be çend mangêk le dîmeşq wefatî kird (21y řecebî 635 h/ 8y martî 1238 m).
ewsaf û mezîyatî
melîk kamîl bê şubhe ḧukmidarêkî zor baş û muqtedîr bû. ewsafî biłindî xoy, çi le meydanî şeřda û çi le umûrî syasîda zor çak nwanduwe. wefatî, mebde’î nuşustîy ḧikûmetî eyûbîye. le teřef řîşarî şêrdiłewe be şwalye qebûł kirabû. le xisûs ’îrfan û ’îmranewe le ser şwênî bawik û mamî řoyşit. be’zê asarî başî heye û legeł řêkxistinî umûrî îsqa û îrway mîsir gelê xerîk bû. teḧkîmatî qełay qahîreş le zemanî ewda tewaw kira.
waqî’en be sebebî teslîmkirdinî qudsî şerîf û be’zê cêgey tir be împiratorî ałmanya, be zahîr layqî ’îtabe; bełam le pêş emeda ke însan lem xisûsewe ḧukmêkî qet’î bida, lazme mulaḧezey wez’îyetî syasîyey ew zemane bika û eḧwał û ḧesadetî birakanîş bênête ber çaw.