wefatî sułtan selaḧeddîn
sułtan selaḧeddîn beynêk le şamda legeł řêkxistinî îş û karî wiłatekey û dabeşkirdinî sedeqe be ser swałker û damaw û nardinewey ẍazîyan bo cêgey xoyan xerîk bû û hemû řojêkîş çend se’atêk be řaw řay’ebward.
řojî 14y seferî 589 h çû be pîr ḧecacewe û em îstîqbale zor qerebałẍ û řoḧanî bû, te’sîrî tê kird û le neçûnî bo ḧec zor ’aciz bû û girya û her ew şewe lerzî lê hat û řoj be řoj nexoşîyekey girantir bû. nîhayet řojî çwarşemmo 27y seferî 589 h (4y martî 1193 m) emrî xway becê hêna; ’umrî 57 sał bû. ’alem boy girya û řojî wefatî, kes le małî xoy neçuwe derewe. bazař û dûkan nebû, řêge û kołan xałî bû, meytî mubarekî, bebê teklîf û hera, kifin û defin kira. le dway sê sał, melîk efzelî kuřî, le nizîk mizgewtî umewîyewe małî pyawêkî sałḧî kiřî û beqayay cesedî mubarekî, řojî ’aşûra be ḧurmet û ’îzetêkî zor neqił kiraye ewê û serlenwê defin kira û melîk efzel sê řoj te’zîyey bo girt.
řojî duwemî wefatî, ’alem ko buwewe û dengî giryan û şîwen egeyşte asman, men’î lawanewey bo kira, tenya şa’îr «’îmad» qesîdeyekî betûl û mersîyey bo nûsî.
duqtor bîllî ełê: sułtan wefatî kird û bem wefate, ummetî îslam padşayekî zor behêzî way le kîs çû ke le bełayekî way řizgar kird ke ewendey nemabû tûşî fewtanî bika. sułtan selaḧeddîn wefatî kird û dujminekanîşî îqraryan be gewreyî kird û îqraryan kird ke ustadêkî gewre û ’almêkî ’ezîm bû, zor dersî azayî û şaswarîyan lê wergirt, nimûney kerem, mîsalî xelqî baş û serçawey řeḧim û şefeqet bû.
le ḧałî ḧeyatîda ḧevde kuř û kiçêkî bû. (kitêbî aliftiḧ alqisî fî aliftiḧ alqidsî).