dewrî sełtenetî

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 13 minutes  918 views

sułtan selaḧeddîn le dway řêkxistinî îş û karî sûrye, fîrqey îsma’îlîyey terbye kird û le dway ḧesanewe le şam, tûranşahî biray ke le yemenewe bo dîdenî hatbû, kird be wekîl û le ser sûryey dana û geřayewe mîsir û desî kird be bînay şûrey dewrî qahîre û qełakey. waqî’en em şûreye zor car te’mîr û teẍîyr ekira, bełam ’elametî beyaxî sułtan ke hełoyekî sûr le ser [řuxamêkî] zerd bû, êstakeş be ser yekê le dîwarekanî qełakewe mawe.

le dway geřanewey sułtan bo mîsir, fereng be firsetyan zanî û le dû qołewe řûyan kirde şam û be’lebek û ew naweyan tałan û wêran kird û tûranşahyan şikand û zoryan le musułmanan be dîl girt.

sułtan selaḧeddîn ke emey bîst, be leşkirêkî biçûkewe řûy kirde felestîn û ta řemle hat û lewê tûşî leşkirêkî bequwetî fereng bû û kewtine şeřewe. bełam em ẍelebeye bo dujmin bû û sułtan le tehlukeyekî gewre necatî bû (573 h). emîr ’îsay ḧekarî lem şeředa kewte des fereng û le dwayîda sułtan be pare kiřîyewe.

sułtan selaḧeddîn geřayewe mîsir û emcare leşkirêkî bequwetî ko kirdewe û le dway sê mang řûy kirde sûrye û leşkirî şamîşî xiste tek xoy û tengî be fereng hełçinî, lew beyneda leşkirî gawir ḧemmayan tezîyq kirdibû û le dwayîda çûne ser «ḧarim» ke le jêr ḧakmî ḧełebda bû û le dway sendinî pareyekî zor le melîk sałḧ, geřanewe dwawe.

fereng beramber be sułtan, xoy be ze’îf dî û be tirsêkî dwayî, desî kird be qaymkirdnî serḧedî xoy û dirustkirdnî qełayek le nizîk «beyt ye’qûb». em qełaye bo îslam xirap bû, le ber ewe sułtan wîstî be tema’î mał wazyan pê lê bênê, bełam fa’îdey nebû û tewawyan kird û bû be merkezêkî muhîmî ḧerbî. melîkî qudis le dway tewawkirdinî em qełaye, leşkirêkî narde ser sûrye û sułtanîş emîr feřuxşahî birazay be leşkirêkewe narde beramberyan. feřuxşah ferengî xirap şikand û ewendey nemabû melîkî qudis esîr ka, bełam şwalîyeyekî gawir ke nawî «hemfêrî» bû, melîkî řizgar kird.

le layekî tirîşewe sułtan selaḧeddîn xoy be leşkirewe çuwe ser qełay ye’qûb û muḧaserey kird û desî kird be tałankirdinî etrafî seyda û beyrût.

melîkî qudis bo întîqam le sułtan û men’î tałanî musułmanan, be leşkirêkî zor bequwetewe řûy kirde leşkirî sułtan û le «mibirḧ el’yûn»da şeřêkî zor qurs le beynda qewma û fereng zor xirap şika û zoryan lê be dîl gîra, ḧakmî teřablus (řyamund), ḧakmî řemle (buldiwîn) û ḧakmî tebrye (hirc) û be’zê pyawmaqûłanî tirî ferengîş le naw esrada bûn (2y muḧeřemî 575; 10y ḧuzeyranî 1179).

sułtan le dway em zefere biłinde be dû mang hatewe ser qełay ye’qûb û le zerfî pênc řojda girtî û muḧafîzanî ferengî esîr kird û qełakey têkumekan da.

be sebebî ledest‌çûnî qełay ye’qûb, fereng kewte tirsewe û tełebî mutarekeyekî dû sałîy kird û sułtan qebûłî kird. be ẍeyrî ḧakmî entakîye, hemû umeray fereng daxłî em sułḧe bûn.

sułtan selaḧeddîn wîstî lem firseteda îş û karî cezîreş saẍ bikatewe, ḧakmî ḧesen‌kêf, nûredîn, ke zaway qilîc erselanî ḧakmî selcûqî řom bû, legeł xezûrîda têk çûbû û le ser ewe, qilîc erselan î’lanî ḧerbî legeł kirdibû. welḧał emîr nûredîn muttefîqî sułtan bû, herçende sułtan selaḧeddîn le weq’ey «ḧîsin ře’ban»ewe řiqî le qilîc erselan bû, bełam dîsan neywîst xwên le beynî musułmanana biřjê û řêkî xistin û xoşî çuwe ser ḧakmî ermenîyey biçûk ke «řûbîn» bû û şikandî û mecbûrî sułḧî kird.

lem zeferaney yek le dway yekey sułtan, hemû kes agadar bû û derecey şewket û qudretyan îqrar kird û hemû ḧikûmete biçkolekan bo dostayetî hewłyan da û gewreyî sułtan selaḧeddînyan qebûł kird û le beynî xoyan û sułtanda îtîfaqêkyan kird ke le î’tîbarî cemadî el’ewełî 575 h (tişrînî ewełî 1180 m)we ebwaye dû sał dewamî bikirdaye. ḧakmî mûsił û cezîre û hewlêr û ḧesen‌kêf û mardîn û sułtanî řom û melîkî ermenîyeş daxłî em îtîfaqe bûn û qewl û biřîyan kird ke lem muddeteda şeř legeł yek neken. bem new’e şeřî beynî musułmanan dwayî hat û şoretî gewreyî sułtan be naw wiłatanî beynî beḧrî řeş û xelîcî fars û beḧrî sipîda biław bowe û be wasîtey em îtîfaqewe îmkanî îstî’malkirdinî hemû quwetî îslam beramber be fereng ḧasił bû.

le dway eme, sułtan be diłêkî řaḧetewe le řecebî 576 h.da geřayewe mîsir û emîr feřuxşahî birazay be ser şamewe becê hêşt.

sułtan ke geyşte mîsir, desî kird be řêkxistinî îş û karî ewê û kirdinewey mekteb û medrese û çakkirdinî řêgewban û teḧkîmkirdinî eskenderîye. tûranşahî biray, ke le dway be’lebek, eskenderîyey dirabûye, le pêş geyştinî sułtan be mîsir, wefatî kirdibû.

le weqtêkda ke sułtan legeł îş û karî mîsir xerîk bû, xeberî bo hat ke řînołd (ernat)y ḧakmî «kirg», be xîlafî şirûtî musaleḧe, karwanêkî tîcarî îslamî ke le nizîk «kirin»ewe tê’epeřn, tałan kird. tesaduf lew weqteda gemîyekî ḧecacî mesîḧî lay dabuwe demyat, sułtan bo beramberîy be mu’ameley ḧakmî kirg, ew ḧecacaney girt. her lew beyneda ḧakmî mûsił û cezîre, emîr seyfeddîn ẍazî, wefatî kird. cezîrey îbnî ’umerî dabû be sencer şahî kuřî û ’eqrî ḧemîdîşî dabû be nasredîn kişk û baqî wiłatanî mûsił û cezîreşî wesyet kirdibû bo ’îzedîn mes’ûdî biray.

le dway çend weqtêkî tir, melîk sałḧ îsma’îlîş wefatî kird (25y řecebî 577 h) û ḧełebî wesyet kirdibû bo ’îzedîn mes’ûd. emîr ’îzedîn le dwayîda ḧełebî beramber be sincar da be ’îmadedînî biray (13 miḧeřřemî 578).

sułtan selaḧeddîn le wefatî melîk sałḧ û le zewtikiranî ḧełeb le teřefî ’îmadedînewe zor seẍłet bû, bełam be sebebî îtîfaqî dû sałewe, mumkîn nebû biçête serî û ḧełebî lê bistênê, waqî’en zor řî’ayetî şerit û ’ehdî ekird û qet ’ehd û mîsaqî ne’eşkand û neyşkanduwe. legeł emeşda hêşta bo tewawbûnî muddetî mu’ahede çwar mang mabû, keçî xeberî bo hat ke be’zê le muttefîqekanî legeł şêx cebel û ferengida le ’eleyhî sułtan xerîkî řêkkewtinin.

le ser em eḧwał û exbare, sułtan selaḧeddîn be leşkirewe řûy kirde şam, bargiranî legeł tac‌elmilûk bûrî birayda nard bo şam û xoy be leşkirewe desî kird be tałankirdinî wiłatî fereng û duşmin neywêra řêgey pê bigrê û bebê zeḧmet le seferî 578da geyşte şam.

le dway îstiraḧetî çend řojêk dîsan, hełîkutaye wiłatî fereng, zorî lê kuştin û «bîsan»yişî girt û geřayewe şam. le dway mangêk çû beyrûtî le cîhetî beḧir û beřewe, be ordû û dunnima muḧasere kird, bełam le pêş girtinî em şare, le ser de’wetî «gugburî»y ḧakmî ḧeřan, řûy kirde cezîre. lem beyneda muddetî îtîfaq tewaw bû û eẍłebî ḧakmanî cezîre eyanwîst biçne jêr îta’etî sułtanewe û em arezuweşyan ’erz kirdibû. em ḧałe bo ẍelebey sułtan muqeddemeyekî xêr bû û wîstî leme îstîfade bika û mûsił bigrê û waqî’en çû û muḧaserey kird, bełam le dway dû mang mûsłî becê hêşt û çû sincarî girt (2y řemezanî 578).

lew beyneda xeberî zanî ke fereng xerîkî xo ḧazirkirdine bo tałanî cinûbî sûrye; sułtan ehmyetî nedaye û gutî fereng lewê bełkû be’zê gundumund zewt eka û welḧał ême lêre şaran egrîn, her weqtê geřaynewe ewê, mumkîne fereng bişkênîn û le wiłatekey derkeyn. waqî’en meqsedî sułtan, ewweł û axîr, hênane jêr îta’etî umeray îslam û îstîfade le quwet û îtîḧadyan bû beramber be fereng, bo sendinewey qudsî şerîf, bem fîkire wîstî ewwełen îşî cezîre tewaw ka.

sułtan selaḧeddîn le dway sincar řûy kirde qełay amed (dyarbekir) û le dway muḧasereyekî heşt řoje, ew qeła meḧkem û gewreyey girt. lew beyneda xeberî bo hat ke ’îmadedînî ḧakmî ḧełeb, le ’eleyhî legeł ferengida îtîfaqî kirduwe û eyanewê te’eřuz bikene wiłatanî sułtan. le dway em xebere destibecê le furat peřyewe û le řêgeda «ẍîtan»y le 16y muḧeřemî 579da girt û le paşda çû ḧełebî muḧasere kird.

’îmadedîn ke zanî natwanê xoy řabgirê, tełebî le sułtan kird ke le batî ḧełeb, sincarî legeł tewab’îda (wekû nesîbîn, xapûr, řeqqe û sirûç) bidatê. sułtan selaḧeddîn em gořîneweyey qebûł kird û le 17y seferî 579 (19y ḧuzeyranî 813)da daxłî ḧełeb bû û xełkî wiłateke be aheng û şadî, îstiqbalyan kird û zor memnûn bûn.

le weqtî muḧaserey ḧełebda bû ke xeberî wefatî mecdedîn burî biray bo hat û zor seẍłet bû.

qazîy şam, muḧyedînî kuřî zekî, le dway fetḧî ḧełeb qesîdeyekî medḧîyey bo sułtan nûsî ke em beyte lewe:

û fetْḧukum ḧelebaً byalsّeyfî fî sefer / mubeşّyirٌ bîfutuḧî alْqudsî fî receb

ḧeqîqet fetḧî qudis be fasîleyekî çwar sałî tesadufî mangî muḧeremî kird.

le dway fetḧî ḧełeb, şoret û gewreyî sułtan be tebî’et zyatir bû û be gewrey hemû umeray îslam nasra; be ẍeyrî mûsił, le cezîrewe ta řemle û lewêwe ta teřablus û yemen hemûy tabî’î emir û nehî bû. tenya fîkirî legeł zewtkirdnî qudsî şerîf û derkirdinî fereng le wiłatî îslam xerîk bû.

sułtan selaḧeddîn le 3y cemadî el’ewelî 579da le ḧełeb cwê buwewe. lew beyneda fereng le wefatî feřuxşahî na’îbî sułtan le şam, îstîfadeyan kird û ta nizîkî şam wiłatyan tałan kird. le layekî tirîşewe emîrî kirg ta medîney munewwere ew nawey wêran kird û ḧetta ewendey nemabû ke medîneş bigrê, bełam emîr lu’lu’ be firyada geyşit û leşkirî kirgî şikand û zorî lê be dîl girtin. sułtan lem eḧwałe ’aciz bû û wîstî zor baş fereng terbye bika, be leşkirewe le çemî erden peřyewe û geyşte «bibsan» û sûtandî û le jûrî «elfule = ’efule» tûşî leşkirî fereng bû, be ’eksî zorîy, neyanwêra bikewne şeřewe û le dway beynêk geřanewe teřefî «ḧuzûrîye». le dway eme, sułtan çuwe ser kirg û muḧaserey kird, bełam fa’îdey nebû. sałî dwayîş hatewe serî û dîsan negîra. {fn|mecmû’ey «kilّ şî’» le nusxey 269 û le tarîxî 11y yolîyey 1319 le jêr ’înwanî «silaḧ aldîn û alamîrة alafirincîة»da derḧeq bem muḧaserey kerge ḧîkayetêkî nûsîwe û xulase ełê:

le tişrînî sanî 579 h.da sułtan selaḧeddîn qełay kergî tezîyq kird. lew beyneda hemfirway çwarem (konit dî toron), kiçî konit řînodî şatlyonî mare kirdibû û le burcêkî qełakeda xerîkî şayî bûn. daykî zawa, pirensis îtanat, êlçîyekî legeł be’zê pyawmaqûł û dyarîda nard bo lay sułtan û kaẍezêkî bo nûsî û řicay kird ke le şewî me’lûmda ew burce nařaḧet neken û teřefî îslamîş şayî qebûł biken. pirensis le kaẍezekeyda xetab be sułtan ełê: le weqtêkda le qesrî ême esîr bûy û dayme minit egirt be baweşewe etgêřam, le ber xatrî dostayetîy ew řojeman, şayî kuřekem meşêwêne. waqî’en sułtan selaḧeddîn emrî da û mweqqetî wazî le tezîyq hêna û sułtan be îmzay xoy kaẍezêkî diłnewayî bo pirensis nûsî û nardî.

be gwêrey em me’lûmate wa ḧałî ebîn ke sułtan le weqtî xoyda esîr buwe û muddetêk be des hemfirwawe mawetewe.}

le paş em ḧadîsate umeray fereng be muttefîqî tełebî sułḧî çwar sałyan kird û em teklîfeş qebûł kira û sułtan geřayewe şam.

lew beyneda ḧakmî mûsił be mwafeqetî xelîfey ’ebasî, wîstî legeł sułtanda sułḧ bika û bem meqsede, beha’eddîn kuřî şedadî ke le lay sułtan zor xoşewîst bû, legeł şêx elşîwix sedredînda narde şam, bełam sułtan selaḧeddîn be mesłeḧetî nezanî û le dway beynêk be leşkirewe řûy kirde mûsił û muḧaserey kird (581 h), ḧakmî mûsił bo řicay sułḧ, kiçî sułtan nûredînî mamî ke daykî bû, narde lay sułtan, bełam fa’îdey nebû.

sułtan ke xeberî be’zê eḧwał û îxtîlafatî ermenşatî bîst, wazî le muḧasere hêna û çû myafarqînî girt (řebî’ el’axrî 581) û le paşda geřayewe ser mûsił, bełam nexoş kewt û na’îlac ma, geřayewe ḧeřan. le řêge tûşî murexesêkî tirî ḧakmî mûsił hat, be’zê şirûtî baş, wekû xutbe xwêndin û sike lêdan be nawî sułtanewe û terkkirdnî be’zê wiłatanî tir, řicay aştî bû.

sułtan selaḧ ke geyşte ḧeřan, nexoşîyekey quristir bû û ḧetta be’zêk umêdyan le jyanî biřî û sułtanîş wesyetî kird, bełam zorî pê neçû nexoşîyekey çak buwewe û lew weqteda îbnî şedad geyşte ḧeřan (ewaxîrî zî‌elqe’dey 581) û be nawî ḧakmî mûsłewe sułḧinamey mor kird, be gwêrey em sułḧe, sułtan selaḧedîn buwe ḧukmidarî cezîrey şîmalî û beşêkî kurdistan.

sułtan le dway em sułḧe le ḧeřan hełsa û çend řojêk le ḧumisda mayewe û lewê nasredînî kuřî şêrkohî mamî kuşt, çunke le weqtî nexoşîy sułtanda le beynî umerada se’î bo ḧukmidarîy xoy kirdibû, le cêgey nasredîn, kuřekey kird be ḧakmî ḧums û le muḧeřemî 582da hatewe şam.