çon pêş kewtin?

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 6 minutes  854 views

bapîrî sułtan selaḧeddîn be hîway mucahîdeddîn behroz, wiłatî xoy becê hêşt û be małewe hate beẍda. le dway beynêk ke sułtan mes’ûd, tikirîtî be mułkane da be behroz, emîş şadîy dostî be wekîlî narde ser ew mułke. le paş çend sałêk şadî emrî xway kird û le tikirît nêjra û necmeddîn eyûbî kuře gewrey, le cêgey danra.

le sałî 526 h.da etabekî mûsił, ’îmadedîn zengî, le cinûbî tikirît legeł ordûy selcûqî beẍda şeřî kird û şika û be ḧałêkî xirap xoy geyande tikirît. necmedîn eyûb mîwandarîy xoy û tewabî’î kird û kełek û belemî bo peya kird û le şetî dîcle peřandyewe. ḧikûmetî beẍda lem mu’awenetî necmedîn eyûbe ’aciz bû.

le dway beynêk wiqû’atêkî tirîş qewma. esededîn şêrkohî biray eyûb, yekê le zabtanî qełay tikirîtî kuşt û bem terḧe cêgeyan leq bû û mucahîdedîn behroz be endêşey mewqî’î xoy, necmedîn eyûbî le wekîlî xist û temêy kirdibû ke le tikirîtda nemênin. necmedîn eyûb be na’îlacî legeł birakey û małyana be şew tikirîtî becê hêşt û be umêdî çakey ’îmadedînî zengî řûy kirde mûsił.

ełên sułtan selaḧedîn le tikirît û le sałî 532 h (be gwêrey îstanlî lîmpul 1137 m)da hatbuwe dinyawe û ḧetta be’zê kes gutûyane wîladetî, tesadufî ew řojey kird ke mucahîdedîn behroz emrî be derçûnyan le tikirît kirdibû. be gwêrey qisey katbêkî gawir ke le xizmet necmedîn eyûbda bû, ew şewey ke le tikirît derçûn, sułtan selaḧedîn teweludî kirduwe û çunke bawkî zor ’aciz buwe û le tal’î xoy bêzar bû, le teweludî em kuřey û giryanî zorî, seẍłet bû, bew terḧe tikirîtyan becê hêşt.

necmedîn û birakey ke geyştine mûsił, ’îmadedîn zengî çakey eyûbî hênaye ber çawî û be řûxoşî û memnûnî qebûłî kirdin û îradêkî munasîbî bo texsîs kirdin. dû bira be ḧurmet û ’îzzet le seray zengîda manewe û legełya çûn bo be’zê şeřîş. weqtêk ke ’îmadedîn çuwe ser sûrya û be’lebekî dagîr kird (534 h), necmedîn eyûbî kird be muḧafzî ewê.

le dway wefatî ’îmadedîn, mułkekey kewte dest kuřekanî. leşkirî şam hatne ser be’lebek. necmedîn eyûb zanî ke lew paşagerdanîyeda leşkirî şam herçonê bê be’lebek zewt eka, be fîkirêkî dûrbîn, legełyana řêk kewt û çuwe şam danîşt û berebere pêş kewt, ta buwe serdarî leşkirî şam. şêrkohî biray ke le lay nûredîn meḧmûdî kuřî ’îmadedîn mabuwewe, ewîş be xizmet û azayî û ’eqił û kemałî xoy, tereqî kird û bû be serleşkirî nûredîn.

necmedîn eyûb weqtêk ke ehlî selîbî duwem şamî muḧasere kird, mudafe’eyekî merdane û berzî kird û lafawî selîb şika û le şam dûr kewtewe.

emîrî şam herçende tabî’yetî nûredîn meḧmûdî qebûł kirdibû, bełam sułtan nûredîn dîsan wekû bawkî, her çawî le şam bû û be fîkirî dagîr kirdinî, le îdarey şêrkohda le sałî 547da leşkirêkî narde ser şam. em ḧałe necmedîn eyûbî xiste muşkîlatewe, çunke ḧezî ne’ekird ke beramber birakey bwestê û ḧezî ne’ekird legeł leşkirî kuřî welî‌nî’metya şeř bika. bem fîkire başe, wîstî îşeke be aştî bibřêtewe. legeł şêrkohda be řesmî kewte muxabere û le dway şeş řoj leşkirî şêrkoh daxłî şam bû. le dway beynêk sułtan nûredîn, selaḧedînî kuřî eyûbî nard bo mîsir. ḧał bem new’e dewamî kird.

emîr selaḧedîn çon pêgeyşit?

be’zê sałanî mindałî, le be’lebekda řabward, bełam da’îr be zemanî mindałî, tarîx hîç nazanê. sitanlî ełê: ebê selaḧedînîş wekû emîrzadekanî tir le ḧucreda qur’anî xwêndibê û fêrî xwêndin û nûsîn bûbê. dîsan her le be’lebekda kitêbî serf û neḧwî tewaw kirdibê û mebadîy şê’ir û înşa û ’îlmî ḧedîs û be’zê şitî tir fêr bûbê. çunke bawkî pyawêkî zor gewre û biłind bû, be tebî’et mamostay here benawbangî bo peya kirduwe.

kitêbî «tibqat alşaf’îة» derḧeq be dewrî cahîlî ełê: selaḧedîn ’îlmî ḧedîsî le lay ḧafiz ebu tahîr elselefî û ebu tahîr îbnî ’ewf û şêx qutbeddînî nîşabûrî û ’ebdułła îbnî berî elneḧwî û be’zê mamostay beşuhret xwênduwe. qur’an û fîqhî «tenbîh»y legeł be’zê dastanî cengawerî le ber bû.

derḧeq bew zemaney ke le şamda û le pêş çûnî bo mîsirda řaybiwarduwe, le teřef mu’erîxînî ’erebewe, hîç nebêjrawe. emma mu’erîxînî ẍerb be’zêkyan ełên ke selaḧedîn dewamî meclîsî sułtan nûredînî ekird û be sîfetî emey ke kuřî ḧakmî şam bû, ḧurmet û ’îzzetî ebînî. cwanêkî ’aqił û şareza û be’edeb bû, řî’ayetî dînî zor ekird û řenge wekû emîrzadekanî ew zemane meylî řaw û şikarîşî bûbê. bê şubhe yarî «go û goçan»y ekird. be’zen legeł sułtan nûredînda em yarîyey ekird.

be gwêrey kaẍezêk ke le dway girtinî şam bo xelîfey ’ebasî, «mustezî’ bî’emrîlla»y nûsîwe, le pêş seferî mîsrîda legeł bawkî û mamî le hemû ẍezayekda ḧazir buwe. wekû saḧêbî kitêbî «ḧyaة silaḧ aldîn alaywibî» ełê be muqtezay qewmîyetî kurdî, swarêkî çak buwe û le şeca’et û şehametda serfiraz bû.

qazî îbnî şedad le «alniwadir alsiltanîة»da ełê ke legeł bawkya le be’lebekewe hate şam, dayme le xizmet bawkya bû û le feził û kemałî ew îstîfadey ekird, ta şoretî send. le dwayîda sułtan nûredîn ḧeyranî zeka û kemalatî bû, řoj be řoj meqamî gewretir kird.