medxel

ḧikûmatî eqwamî qedîme ke legeł esłî kurdida munasebetî heye
From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 2 minutes  874 views

her wekû le ciłdî ewwełî em tarîxeda basman kird, be’zê eqwamî mentîqey zaẍros, be gwêrey asar û wesa’îqî dozrawe ta êsta û be nezerî tedqîqat û îstintacatî ’ulemay asar û tarîxewe, legeł esłî kurdida, munasebetêkî bequwetî heye û em munasebete eger be çawêkî bêteřef û ’îlmî baş lêy wird bînewe, ebînîn ke le munasebetî qewmî «akad» û «’emûrî» legeł esłî ’ereb û munasebetî qewmî «hûn = qûn» legeł turkida, ewende ferqî nîye. ca êmeş eger wekû em dû qewme, le nûsînî tarîxî qedîmmana le ser şwênî em dû qewme biřoyn, baweř nakem hîç famîde û be’însafêk î’tiřazman lê bika û zaten meqsedîş leme, be zor řêkxistinî mazîyekî zor kon bo tarîxî qewmî kurd nîye. tenya emanewê fîkir û nezerî be’zê ’ulemay asar û tarîx bixeyne ser kaẍez.

legeł emeşda lazme bizanrê ke em serçawey tarîxî kone, her wekû bo be’zê eqwamî tir hêşta be tewawî řûn nebotewe, bo êmeş dîsanewe ta dereceyek lêłe û bo řûnkirdinewey pêwîstî se’îyekî zor û zemanêkî betûle. bełam em ḧałe wekû çon eqwamî tirî le baskirdinî tarîxî konî û dagîrkirdinî tarîxî qewme konekanî be munasebet legeł esłîda, men’ nekirduwe, lazme musa’edey êmeş bika ke le ser ew řêwşiwêne biřoyn û wekû ewan ta ’eksî derkewê êmeş tarîxî ew qewmane, ke asar û tedqîqatî ta êsta be esłî kurdîyan enwênê weya legeł esłî kurdida munasebetdaryan ebînê, bikeyn be muqeddemey tarîxî xoman.

ew qewme konaney ke legeł esłî kurdida kem û zorê munasebetyan heye, le ciłdî ewwełda basman kirdibûn, lem ciłdeşda be gwêrey musa’edey asar û wesa’îq tenya basî teşkîlatî syasîye, ye’nî ḧikûmetekanyan ekeyn.