teşebusî eḧmed paşay bebe

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 1 minutes  621 views

derḧeq bem ḧerekete îzaḧatêkî başim des nekewt, bełam mêcerson her ewende ełê ke eḧmed paşa wîstî beramber be turk îxtilal bika û ḧeta bem fikire ałayekî muntezemî teşkîl kird û le ser usûlî taze te’lîm û terbyetî kird, mewcûdî çwar tabûr û her tabûrêkîşî hezar muḧarb bû. quwetî topçîşî pêkewena. le paşda řûy le ḧikûmetî beẍda wergêřa û çuwe ser koye, bełam mwefeq nebû û le ceryanî wiqû’at wa der’ekewê ke man’î mwefeqîyetî, meḧmûdî paşay mamî bû ke legeł ordûy ’ecemda hate ser silêmanî û zewtî kird û ’ebdułła paşay biraşî legeł walîy beẍda, necîb paşada muttefîq buwe.