teşebusî ’ebduřeḧman paşay bebe

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 1 minutes  456 views

em emîre kuřî meḧmûd paşay bebe bû. le sałî 1788y mîladîda bû be ḧakmî wiłatî bebe. zor hoşyar û aza û řeşîd bû. şeş def’e hatote meqamî îmaret û be fasîleyekî kem û zor bîst û çwar sał ḧukmî kirduwe. bo te’sîsî ḧikûmetêkî gewre û serbexoy xoy zor hewłî da û çend car beramber be ḧikûmetî ’usmanî qyamî kird. dû def’e le derbendî bazyanda şeřî legeł ordûy beẍda kird û le herdûkyana be te’sîrî xalîd paşay biray ke legeł walîya muttefîq bû, mwefeq nebû. sêyem def’e û le zemanî ’ebdułła paşay walîy beẍdada dîsanewe řûy kirde beẍda û le nizîk kifrî legeł ordûy beẍdada şeřêkî qursî kird û ewendey nemabû ke ordûy beẍda bişkênê, bełam tal’î ḧerb musa’edey nekird û le netîceda şika. ḧesadet û nîfaqî bira û xizmekanî nebwaye, zor muḧtemele ke ẍelbey be ser beẍdada bikirdaye û ḧikûmetêkî gewrey le ’êraqda dabmezrandaye (bo tefsîlat temaşay tarîxî silêmanî bike).