neşmîl
From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
3 minutes
1888 views
çûme fistîwałî lawanî cîhan le řomanya. lewêřa em şî’rem wek nameyek bo xêzanim nûsîwe û be neşmîl nawim birduwe.
neşmîl kiçekurd ey bawefa yar
çawkał, xwên şîrîn, nazk û nazdar
perwerdey awwiheway kurdistan
gułî serçił û şemamey bêstan
cwanît wêne bû lenaw hewałan
xendet sed diłî debird betałan
wa to ḧewt sałe firmêsk eřêjî
le dûrwetenîm swêrî deçêjî
kułmî sûrit bûn be gełay payîz
jakawî û şêwaw le dûrîy azîz!
***
neşmîl ew derdey le twe le minîşe
darî sebûrîm derhat le řîşe
minîş wekû to henasem serde
jînim hemîşe hemřazî derde
dił xwên û çawim esrîn deřjênê
dûrdestît bendî cergim depsênê
neşmîl sebebkar be koy zûxał bê
îstî’mar wek min wêranemał bê
toy bêwejin kird kuřtî kird hetîw
minîş derbeder, bê cêga û bijîw
bełam ke jyawim, jyawim be emel
wa řojî emel hateder le kel
be kurdî dełên «berî tengane
kurte» meselî kurdane, cwane
zorî nemawe tûş bibîn şadî
kurdîş hełdeka ałay azadî
herçî řijênra le firmêsk û xwên
ko ebê û bedkar têyda dexnikên
neşmîl ew řoje nema tenya bîn
bêkes bêdajdar, bêcê û pena bit
humêdman nebê be firyadřesê
dengî kurd nega be gwêy hîç kesê
nema to kurdî nayeme yarît
du’at lê kirawe naye řizgarît
nema «kê řengî řeşe yan esmer
bo pyawî sipî bibête noker»
řeş û sûr û zerd, sipî û genim řeng
wa êsta yek dił, yek ziman, yek deng
bo daway aştî û selam dexroşin
bo birayetîy gelan dekoşin
***
neşmîl birya toş bway êste lelam
wek min bit dîba komełî selam
le hemû cisin û ziman û dînê
herçî pyawçakin leser zemînê
nwêneryan lêre dest le dest deken
xwênřêjî û zułim û zor berbest deken
deryayek şeřef şepolê deda
şeřhełaysên çon xo lê deda
nayełn kuřman bikujrê le şeř
pê bikene besye çawî sûr û teř
ke to menşûrî selamit mor kird
nûkî qełemit şeytanî kor kird
bombafroşan, çete û pyawkujan
xawen sermayey xwênî gel mijan
lew koxey ewan řûxandyan be bom
çend hejarêkî wekû xot û xom
qazîye û yek yek dête berdestî
herkes heqî xoy denêne mistî
***
mełê koxî me tenge û ewan zil
têwe naçê ew şan û zig û mil
ger dad’estênî be heq bête cê
wiştir be kunî sujnida eçê
mełê des naden qełayan berze
’asmanřûşênin nayene lerze
baweřman pitir berz û qewîye
leřast sibatman ’asman newîye
mełê be fiřoke derdeçin le çeng
xo deşarnewe le cêy řeş û teng
hurdûy kirêkar behêz û nemir
ewan kerwêşk be ’eřabe gir
çawman wa fêrî řeşî zîndane
debîndirênewe herkiwê cêyane
ke nema towî xwênimj û zordar
dinya dekirête beheşt û gułzar
koşkî de qatî aẍa beş dekirê
êmeş çawêkman xanû pê debřê
neşmîl min û toş bê tirs dejîn
minałman dêne geşke û pê kenîn
lêyan degeřêyn kurdî bixiwênin
be zimanî zigmak yektir bidwênin
ke komełê wa ko ebêtewe
ałay kurdanîş deşekêtewe