lollo
em qewme le wiłatî silêmanîy îmřoda bûn. serḧedyan herçende me’lûm nîye, bełam le lewḧeyekî dozrawey «zehaw»da ke ’a’îd be «annu-banînî»y qiřałî «lollo» û «gotî»ye û le ’esrî bîst û heştemî pêş mîladda nûsrawe, ełê mentîqey «halman» ke wiłatî «ḧelwan»y dewrî îslam û mentîqey «zehawir»y êstaye, ewîş be dest lollowe buwe. be gwêrey tedqîqatî duqtor sipayzer, řenge be’zê le ḧakmanî asûrîy qeřnî 18 û 19y pêş mîladîş le qewmî lollo bûbê û muḧtemele ke qołêkîşî le sûryeda jyabê.
le zemanî «sarẍon»y qiřałî akada, padşay lollo «lasîrab» buwe (tarîxî qedîmî şerqî qerîb, lapeře 186). be gwêrey lewḧeyekî nûsrawe ke le derbendî «gawur»da dozrawetewe û ’a’îd be «naram-sîn»y qiřałî akad, ordûy akad le me’îyetî em qiřałeda hatote ser wiłatî «lollo» û zewtyan kirduwe. basî tefsîlîy em şeře lew lewḧeyeda nûsrawe.
her le dewrî em «naram-sîn»eda buwe ke leşkirî gotî, ordûy akadî şikanduwe û ḧikûmetî akadî le naw birduwe û le sayey em zeferewe wiłatî lolloş řizgar buwe û îstiqlalî xoy sendotewe. le dway dewrey naram-sîn, îtir zor kem basî lollo kirawe. le řîwayetî qiřałanî asûrîda, lollo legeł gotî û kasay û subaru têkeł kirawe û be cwê basyan nekirduwe. bełam le dway fasîleyekî nizîk dûhezar sał ebînîn ke qiřałanî asûrî, «tîẍlat pilayzer», «adad-nîrarî» û «tukultî-nînurta» legeł qewmî lolloda gelê şeřyan kirduwe û «aşûr nasirpał»y duwemîş le beynî 884 û 880 p.m.da çwar def’e leşkirî kirdote ser lollo; le ewweł seferîda wiłatî em qewmey be dest ḧakmêkî bablîyewe dîwe û nawî em ḧakme «nur’adad» buwe, be gwêrey eme, ebê em wiłate tab’î ḧikûmetî babil bûbê. legeł emeşda îstiqlalî daxłîy hebuwe. ordûy asûrî, le derbendî bazyanewe ke lew zemaneda «babît»yan pê egut, daxłî wiłatî lollo buwe. em derbende be dîwarêkî meḧkem çinrabû û le piştyewe qełay «ozî» hebû. ordûy asûrî, le řêgey şaxewe pişt derbend kewtûn û girtûyane û le paşda şarî «babît», «diẍara», «bara», «kakirî» û bîst şarî tiryan zewt kirduwe. «zîmîrî»yan ke merkezî lollo buwe, dagîr kirduwe . qiřałî lollo ke nawî «amîxa» bû, xoy kêşawete şaxan (çya) û be gwêrey sêr olimistîd legeł be’zê řu’esa û leşkirîda le qełay «nîsîr = kînba = pîremegrûn»da xoyan qaym kirduwe, leşkirî asûrî ke le jêr qomanday welî’ehd «şelmanesir»da bû, hatote seryan û ewweł tecrubey hicûmyan serî negirtuwe û muhacmînî asûrîyan le naw birduwe, bełam wa der’ekewê le dwayîda legeł mudaf’în řêk kewtûn. «aşûr nasirpał» bem ẍelbeye zor fexrî kirduwe û ḧeta le nizîk sitûnî zeferî «tîẍlat pilayser» û «tukultî nînurta»da ewîş sitûnêkî zeferî danawe.
«şelmanaser»y duwemîş le 859y p.m.da hatote ser wiłatî zamwa û ta hewrazî şaxanî «nîkdîm» û «nîkdî îra»y zewt kirduwe. her em melîke le 844y p.m.da leşkirî kirdote ser wiłatî «namrî» û řenge be naw wiłatî zamwada řoyştibê. qiřałî namrî ke nawî «merdok-mudamîk» buwe hełatote şaxan.
le 829y p.m.da em qiřałî asûrîye mentîqey «karxî wêran kirduwe. sałê le dway em sefere wiłatî zamwa bo asûrî saẍ botewe û bote îqlîmêkî dewłetî asûrî. le dway şikanî «şelmaneser»y sêyem (883 773y p.m) beramber be «sardurîs»y ewwełî qiřałî urartu, wiłatî lollo beynêk kewte des teřefî ẍalb.
le ewasîtî qeřnî heştemî pêş mîladda wiłatî zamwa kewte des «aplya»naw ḧakmêkî ’asîy asûrî û le nîhayetî em qeřneda wiłateke le teřef ḧikûmetî asûrîyewe naw nira «lollom» . tîẍlat pilayzerî çwarem (745 727 p.m) be’zê le aramîyekanî mezopotamyay neqłî em wiłate kirduwe (furer, lapeře 43).
xulase em wiłatî «lollom»e, le ewaxîrî ḧikûmetî asûrîda muddetêkî zor le naw şeř û şor û ’usyanî umeray asûrîda ma û nîhayet le dway peyabûnî ḧikûmetî mîdya û lenawçûnî ḧikûmetî asûrî, kewte des ḧikûmetî mîdya. sêyem padşay em ḧikûmete tazeye, def’ey duwem ke çuwe ser «neynewa», be ser em wiłatî «lollom»eda řaburd.
medenyetî:
zahîr waye ke em qewmî lollowe, medenîyetêkî minasbî buwe û le dway temasyan legeł qewmî «akad»a, zyatir pêş kewtûn û le nûsîna usûlî xetî «akad»yan qebûł kirduwe. sen’etkarêkî baş bûn û şahîdî emeş, řîwayetî qiřałî asûrî, «aşûr nasirpał»e, ḧeta em qiřałe gelê sen’etkarî lem wiłatewe birdote şaranî asûrî û meqsedîşî biławkirdinewey sen’etyan û cwankirdinî şaranî asûrî bû. wiłatekeyan zor berew awedanî çuwe. be gwêrey wesa’îqî asûrî, şaranî zoryan buwe ke emeş delîlî řifah û medenîyetyane.
zimanî:
be gwêrey musteşrîq hozînẍ, ebê zimanî em qewme le tewab’î zimanî ’îlamî, ye’nî le şu’bey qoqazî bê. legeł emeş, eger temaşay esmay xassey lollo bikirê, ebînrê ke legeł zimanî «horî»da be’zê muşabehetî heye. řastîyekey emeye ke asarî dozrawe derḧeq be zimanî em qewme me’lûmatêkî kafîye nada.
cuẍrafyay:
ḧidûdî wiłatî lollo, be tewawî me’lûm nîye, bełam be gwêrey xerîtekanî tewarîxî qedîme û be’zê me’lûmat ke le wesa’îqî dozrawe derhênrawe, ebê le şîmalî «zamwa» mentîqey «namrî», le teřef řojhełatyewe newaḧîy «sumî» û «haşmar» û «harhar» , «halman = narman» , le daxłîşda newaḧîy «lara» û «sîmaş» û «kîmaş» bûbê . le teřefî cinûbyewe legeł wiłatanî «barahsî» û «tukirîş»y ’îlamda dirawsê bûbê, le teřef řoj’awayewe wiłatî «arrafa = arabxa» ye’nî kerkûkî êsta hebuwe.
şaranî beşoretî: «babît», «daẍara», «bara», «kakirî», «zîmrî», «hodun», «meso», «arzîro» û qełay «ozî» û «kînba» buwe. şaxanî benawbangî, «nîsîr» {fn|Nisir.
be gwêrey řîwayetî bablîyekan sefînekey ḧezretî nûḧ (’ilye alsilam) le dway tofan le ser şaxî «nîsîr» nîştotewe. «aşûr nasirpał»y qiřałî asûrî ełê em şaxe le şerqî wiłatî asûr bû, şaxêkî tenya (minfird) û serekey wekû nûkî řim tîj bû. em řîwayete îdî’ay fon mînoriskî te’îyd eka. wekû qur’anî mubîn îşaretî fermuwe: «astut ’ilî alcudî ...», mu’ellîfînî řuḧanyey gawrekan ełên sefîney ḧezretî nûḧ (’ilye alsilam) le ser şaxî cûdî nîştotewe. em lefzî codîye (sêr kînẍ, codî û şaxî nîpûr be yek şax da’enê) ebê le gotîyewe hatbê. naqlî em nawe ke ’erebe, zaten ḧerfî «g» be «c» telefuz eken: magdeburg = macde burc, îngilîz = ancilîz, û le beynî telefuzî «t» û «di»da qerabet heye û bem terḧe «gotî»y tarîxî, be şikłî «cudî» daxłî kitêbî ’erebî buwe û be gwêrey em mulaḧezeye cebel codî ebê şaxî «gotî, kutî, kurtî, kurdî» bê. waqî’en be gwêrey wesa’îqî qedîme, mehbet [şwênî nîştinewe]y sefîneke «nîsîr = şaxî řizgarî» le wiłatî gotîda buwe. ke wa bû, ebê muḧîtî «nîsîr»yiş duwem cêgey peyabûn û zorbûn û biławbûnewey benîadem bê. zor muḧtemele ke le dway muddetêkî zor benîadem le dway tofan ke zor bû, berebere biławey kirdibê û wekû «harwey řobnisin» û «henrî birîstîd» ełên beşêkî ebê řûy kirdibête cinûbî ẍerbî sûrye, felestîn û efrîqya û beşêkî tirîşî řûy kirdibête pişt şaxî qefqas, kêwî qaf û berebere le şerq û şîmalî beḧrî xezerewe ta ḧewzey suflay «tune» biław bûbnewe û bełkû be’zê qewmîşî le cêgey xoyana mawnewe.
mister m. sitrek le enisqilopedyay îslamda, ciłdî 1, lapeře 106da ełê mu’ellîfînî nesara be «cebel codî»yan «şaxanî kurdu’en» gutuwe, zaten «nîsîr»yiş le naw wiłatî kurdu’enda bû. le dewrî asûrîda wiłatî botan û asûrî be «gotîwim» ye’nî wiłatî qewmî «gotî kutî» nasrabû û řenge em nawe le mebadîy îslamda hêşta le fikir neçûbêtewe û lefzî «cudî»y lê peya bûbê.} weya «kînba = şaxî řizgarî», nîkdîm, nîkdî-îra, sîmakî, azîrwa = ezmiř, kular , lalar, swanî , nîşpî û şaxî hewraman buwe. çemî «radnu» û «edîr» yişî me’lûme. (sipayzer)