fesłî duwem: menşe’î kurd
em beḧse, beşî here zeḧmetî em kitêbeye, çunke netîcey îktişafatî asarî qedîmey dirawsêkanî qewmî kurd û nefsî kurdistan derḧeq be menşe’î kurd, me’lûmatêkî qet’îy nedawe. le ber eme, bo beyankirdinî fikirêkî qet’î derḧeq bem mes’eleye hêşta weqit nehatuwe.
pirofîsor fon mînoriskî le emsalî zyatir legeł mesa’îlî kurd û kurdistanda meşẍûł buwe û lem xisûsewe beřastî qudret û îxtisasêkî fewqel’adey heye. em care derḧeq be menşe’ û tarîxî kurd xulaseyekî zor beqîmetî bo înisqilopedyay îslam nûsîwe. zaten ewey ke bo nûsînî em kitêbeş minî teşwîq kird, ew xulaseye bû ke teqrîben esasî em kitêbe teşkîl eka. qîsmî ’a’îd be esłî kurdî beřastî meḧsûlî se’yêkî zor betûle û teqrîben xulasey hemû asar û efkarêke ke ta êsta derḧeq be kurd nûsrawe û gutrawe.
le layekî tirîşewe wîstim ke le me’lûmatî mudîrî da’îrey asarî qedîmey ’êraq, sêr sîdney simîtîş îstifade bikem, em zateş mutexesîsî tarîxî şerqî qerîbe û le naw musteşrîqînda mewqi’êkî xisûsî û biłindî heye. em zateş lem xisûsewe musa’edeyekî başî kird û derḧeq be kurdistanî qedîm mutale’ey xoy nûsî û boy nardim.
fikirî em dû mutexesîse meşhûre, le jêrewe ’eynen enûsim û le dway ewan le madey sêyemda mutale’e û qena’etî xoşim, ke netîcey tedqîqî be’zê asarî meşhûreye, beyan ekem. umêdim waye ke bem terḧe derḧeq menşe’î kurd, fikirêkî ’imûmî û minasîb peya ekirê.