’înwanlî

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  398 views
le cwanîy gerdinî berizit
takê kotrî «’înwanlî»m řagirtibû
řojê le serban bînîbût.. beyadtewe
têr gerdinîm maç kirdibû
zwîr bûy lêm
witbût: «zor ’eybe bo ew
ew kotrey xistuwete cêm»
zwîr mebe
xatûn.. ’aşiqêkim nedar
bîstibûm bawkit witbûy marebêne
«hezar dînar»
şîrînîm bû be jehrî mar
dewełłahî.. ewe yek dane hefteye
«paşekewt»m parey ew take kotreye
depêm biłê.. dey çi quřê lesergirim
le ’ezreta.. meger heta řojê emirim
kotrî ’înwanlî řagirim.