penca û yekem: yadêk bo eḧmaway caran

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 3 minutes  393 views
pêş ewey zerde serkel maç bika
małî seyranker, geyne «kanî ba»
be «def zincar» û «tepił» û «zuřna» we
bedem goranî «soybe» û «mîna» we
qełay aram û xewyan ewrûjan.
bo «sya çemane» y xakî «hewraman»
le «çep»y řêga ekewtine lawe
bo like řêgay baxî «eḧmawa»
tasey nazdaran bedem «tase»we
arezûyanî zîndû kirdewe.
«ḧafîz-hawar»y berz û nizmî řê
seyrankeranî egeyande cê..
dergay otombêl bawêşkî eda
mirwarî zerd û sûrî lê eřja
pol pol nazdarî berg řazawe
eřjane naw ew, bax û gwê awe
qedî «mêxekbend» leser «heyase»
’etrêkî epjan, bo genc piř tase
«’aşiqibend» leser qubbey suxmey sewz
elerzî, katêk «mem» eçuwe wenewz
hařey «heyase»y qedî kemerşil
eylawanewe bo çawî piř «kil»
«xasenî xuşkê»y kiçe kurdî dê
mosîqabû bo «çaliston» le pê
kuře kurdî dêş, şeş řojî «xozge»y
«heynî»y egeyîye, henasey «oxey»
«mînî cob» leber.. benerme lencey
neş’ey exsite «aman lerzane»y
hemû şit gułî lêwî xende bû
dar û berd û aw geşkey girtibû
hîç ne’ema kizołe û mirdû
ta, berdî kanîş.. arayşit ebû..
bew nazdaraney dewreyan dawe
bebergî kurdîy ału waławe
ḧeyfe bo xakê berdî zîndû bê
ke çî mirovî tyada mirdû bê
* em şî’rem le govarî «řoşnibîrî nwê»da dozîyewe, 11 / 7/ 1974 dyare katî xoyşî her be konî dîwmetewe û mêjûy dananekey kone, çunke le govarekeda nûsrabû «çûnewe beşî’rêkî koneda» řenge hî sałanî şest bê.