çil û duwem: natebayî

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 2 minutes  451 views
bełê xanim bo minî pyaw zore jin
herwek lêre pyawan zorin bo toy jin
řaste cwanî û benezaketî û şermin!
řaste kip û be’aramî weku min
řaste lêre to betenya û min tenyam
bełam hêşta bemeylî řuḧ lêt cyam
min şa’îrim, şa’îr şête û bê perwa
zor car ewey xoşî dewê, xem deyxiwa
zor car ewey şa’îrîş xoy deyewê
bê bakane, piştî leme û dexewê
xanmekem ax bo jinêkî wiłatim
kurd zimanî biłê: şeyday bałatim
na, waş nełê, biłê, sindan jehrî mar
dax bo kîje lasarekey çawxumar
yan pêy biłêm: hêşuwe tirêy řezekem
le cêy bax û xanû û hemû kesekem
be nuqurçêk bişaxênê wek melan
be twancêk lêm biçête kelî şeytan
sed byanûy bê, belayenî kemewe
sîl û dîq kem, heta aştî kemewe
***
bełê xanim demewê, kîjêkî wam berkewê
ḧez dekem lêwêk bimjim, berew řûm pê kenîbê
ḧez dekem kułmêk maç kem, leber maçma lerzîbê
çawêk bête ber nîgam, bo xemnakîm giryabê
kîjêk bikeme dostim, be gyan, diłmî sewdabê
***
xozge êsta nazdarêkî neşmîlaney kurdistanî
kabînekey dadegîrsand, pirşepirşî kułmî cwanî!
bełê: xozya, sîmay kîjêk lem jûreda legełmabê
wek lepî destekanmî xom le pêş çawim aşnabê!
becambazî û be’eyarî, hezaranî beşû dabê
bekarebay zerdexeney dey wek minî utû dabê
bêbakane lûtî qutî, le qubbey berzî semabê
çawî cwanî řeşebakey silêmanî ezêt dabê
ser berewxiwar leser sehoł bendanekey xilîskabê
le naw kołanekanîda, çemołey le kuřan nabê