çilem: bo «şîrîn. k»

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  563 views
lêm mepirse:
xoşt dewêm
ya, natewêm
temaşay şî’rekanim ke
hemû kułn
weku bałat.
hemû qûłn
weku nîgat
hemû be temam û şîrînin
weku meylit piř hengiwînin
hemû řengî janekanî,
kurdî mirovyan pêweye!
wek xemî ew çîřokaney
nûsîwtin û
ewaney wa beřêweye!