sî û pêncem: gerdûnî min

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  492 views
to gerdûnî xorî gyanmî
ta yek mirov çewsawe bê
em gyanem bo herkiwê biçê
degeřêtewe baweşt!
***
gyanim mał’awayî deka
le baweşt derbaz debê
her ke asoyek debînê
degeřêtewe baweşt!
***
ey gerdûnî seferî hemû jyanim
xorî gyanim, çarenûsî jyante
ey gerdûnî xorî gyanim
dwabenderim: çawekante!