bîst û yekem: netorawim

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  531 views
xoşewîstît
meylî cwanî û diłperistît
le diłmaye
le naxmaye
buwe beřeng
le çawmaye
çon řengî çawim bigořim?!
çon řast ekem, ger bitorim!
***
xoşewîstît jyanme
pêkenîn û giryanme
çon baweř ekey bimênim
ger bêtu wazit lê bênim!
***
lêşt dûrbim netdiwênim
be «dem» bişłêm etřencênim
wek minałîş bitgirênim
înca wazit lê nahênim
***
tenya leber yek temaşa
çeqî řêgeket lê egirim
hezar byanût pê egirim
bełku tê bigey le çawim
çaw pêt biłê: netorawim
legeł diłta wek xom mawim
çaweřwanim bibey nawim
ta wek korpeyekî sawa
xom bixeme koşî hîwa
biłêm: herçî bû, ba, biřwa
be zimanim, nekey biřwa
***
bê bayexin ew řojaney
ke têpeřîn lem jyaney
min dûrbim, tya, le bezeyî
dûr le hestî xoşewîstî
dûr le sozî diłperistî