hejdeyem: pişîle

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  492 views
to peykerêkî berdî bê gyan bûy
to dû çawî sûr, piř le giryan bûy
nebûy le jîna.. weku mirdû bûy
tenya be cûłe - le zîndû eçûy
be lêwî diłim bestem bo witî
diłim exsite ser řêt, ke, kewtî
hîç nebûy bê min.. bê şî’rekanim
bê sozî dił û bê tînî gyanim
ke be şî’rî min berz bûytewe
dewrî xot bînî, siłemîtewe
kifirit kird witit: namewê şî’irit
ne îlhamî dił.. ne hoş.. ne fîkirit
nefam, bayî bû, sipłe, bê’eqił
laşe çoł û hoł - le bezeyîy dił
xot û cwanît û her çî ke hete
hemûy qurbanî dêrêk hełbeste
ke ełê: yaxwa çiqił bał negrê
ke girtî diłî sed guł edřê