yazdeyem: bêhîwayî

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  747 views
ewsa qonaẍî amadeyî le qutabxanekanda ta polî pênç bû, le hawînî 1966da le polî pêncî wêjeyî bûm, ke encamî taqîkirdinewey sałanem wergirt, derneçûbûm. zorim la sitem bû, çunke zor bûdełe derçûbûn betaybet lewane ke xom koşşim pê dekirdin û astî nizmyanim dezanî. bedem řoyştinewem berew mał, em şî’rem le karteke nûsî.
şewî negbetî: gułałey şansî
le min şardewe.
xway kameranî: şadî derûnmî
bo xoy birdewe
firîştey awat: destî le şan û
milim kirdewe
şeytanî xefet, le cêyekey ew
hate pêşewe
keştîy pêkenîn, şikaw xistimye
deryay giryanim
serkarî dozex, pişkoy giřawî
xiste jyanim
giřey azarîş, xunçey lawêtîy
tînûy xinkanim
řeşebay şewgar, pêkî nûstinî
çawî řijanim
bêhîwayîye, diłey kostikewtûy
tozêk pê xoş kem
meger be baranî.. bê hîwayîy xom
baxekem goşkem.