heştem: şil bûn

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  627 views
gyane dewrem bo edey?
daway çî le min ekey?
ne.. min cwanî tom ewê
ne dił beto esrewê
nemekirî to, ne nazit
netîşkî çawî bazit
min naxene dawî to
bese, wazbêne, biřo
***
tenanet xendey řêga
řenge karim tê neka
***
her katêk min ebînî
etewê bimdiwênî
taku bebzêwî xot
diłî minit xiste kot
***
wîstim biłêm: tom nawê
keçî mawet nedamê
wat lê kirdim bitirsim
řojêk dest bixeyte destim
biłêy: wazim lê bêne
lemewla memdiwêne
***
boye zû zû gyanekem
wek diłim bîrit ekem