beha

From the Book:
Xewnî Sema Dijekan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  626 views
nirxî min.. nirxî mîllete
ne pareye, ne kursîye, ne koşke, ne otombîle
ne de’wete
ne nardine ewrupaye
ne bexşînî pilewpaye
ne mediḧ û fûpyakirdine ne dolare
ne le êstige baskirdine, ne hełdane wek kolare
nirxî min... nirxî mîllete
***
nirxî min.. nirxî mîllete..
nirxî xak û neteweye
nirxî em gele çewsawe kiłołeye
min em xake cê nahêłim
wek tya jyam
wehaş serberz tyay demirim
nirxî min nirxî mîllete
bibûrin lêm ke nîşanim
qułpî xwênî gerûy mindałêkî kurde
le hełebce
ke be gerdûnî wit gewce
wa min gunahbarim tenya..
bełam çî bika hełałe û beybûn û wênce?!