beyanîyekî sipî û êwareyekî řeş

From the Book:
Xewnî Sema Dijekan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  591 views
1
beyanî bû
le nêwan kursîyekanî çayxaneke
hat û eçû
pajney sole bê řengekey
le erz esû
le dirzî ’ebakeyewe
destêkî sipî kirawey řet kirdibû
witî: kake - kake bira
parûyek nan le řêgey xwa
řût û birsîn
bebê ḧałîn û bê kesîn
kake bira
bedestî simêłî xuran
çawe heł’awsawekanî
beleş û larîda xişan
gîv buwewe û witî: xanim..
her betenya parûyek nan?!
bełke sînîyek nan û xwan
bergî ał û wałay zor cwan
parey başîş bo minałekan
bo hersêkyan
xot ezanî minîş tenyam
jiney swałker
wek birîndarê řapeřî
be’ebakey xoy dapoşî
witî: ẍełetî gerdûne
ke be -řû- le mirov eçî
derûn řeşî çaw kîskirdû
nîhad řeşî wîjdan mirdû
ewendey wit
piştî tê kird
sołekanî le dûy kêş kird
beqînewe.. çuwe derê.
***
êware bû
jiney swałker hatewe bo çayxaneke
çawî gêřa.. çawî gêřa
derûn pîsî çaw kîskirdû
nîhad řeşî wîjdan mirdû
lewê nebû
egîna em
birsêtî řazî kirdibû!