benore

From the Book:
Pelkezêřîneş Namo Meken
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  728 views
sam: dêwêkî meřnemûke
merg: dirince, qebe û zil û řewişt sûke
ewey ke le nawyan deba û lêy detoqên
kîjołeyekî xwêndikarî, şare cwanekey kerkûke.
***
ke řadekey
kołanekan, dernaçê!
dergakanyan, awała nîn!
detewê weku mel bifřî û
weku tîşkîş binîşîyewe
dastaneket
bo hawřêyan bigêřîyewe.
bełam laqit şikawe û bałekanîşt deqirtên
welê hêşta to nabezî û
şeqamekan.. debezên
to nabezî û êstige û řojname û govar û
hewałekan.. debezên
to nabezî û weku tîşkêkî xwênawî
gyanit defřê û hawřêkanit çaweřên
kołanekan, derbiçin û
dergakanyan awała bin
***
ey hawřêy xonîşanderim
xemit nebê
nîştimaneket, wecaxkiwêr nîye,
em çyayaney kurdistan
piłingî wek toyan zore
gişt amaden, yek le dway yek
be nore.
bibin be tîşk bo karwanî
em xore.