nene ḧebê
From the Book:
            Pelkezêřîneş Namo Meken
        By:
                Dilshad Meriwani (1947-1989)
        
             1 minutes
             1393 views
        
        
    
                nene ḧebê
ke hewałî şehîdbûnî
’ezolekey kuřyan dayê
daway tifengekey kird û
hefteyek nehatederê
ta kuřekey pûre ayşê
çuwe lay û witî: pûrê
bimxere cêgey ’ezole.
nene ḧebê
lebrî wełam
lebrî derbiřînî hestî
nawçewanî maç kird û tifengekey
daye destî.
hatewe naw
jin û kiçî naw awayî
jyayewe be asayî
weku caran
jyanêkî piř le îman
her gencêkîş bihataye
bo aw û nan
bas û xwasî
kuřekey xoy- pilke ayşêy
lê depirsî
nameyekî bo denûsî.
			
            
        ke hewałî şehîdbûnî
’ezolekey kuřyan dayê
daway tifengekey kird û
hefteyek nehatederê
ta kuřekey pûre ayşê
çuwe lay û witî: pûrê
bimxere cêgey ’ezole.
nene ḧebê
lebrî wełam
lebrî derbiřînî hestî
nawçewanî maç kird û tifengekey
daye destî.
hatewe naw
jin û kiçî naw awayî
jyayewe be asayî
weku caran
jyanêkî piř le îman
her gencêkîş bihataye
bo aw û nan
bas û xwasî
kuřekey xoy- pilke ayşêy
lê depirsî
nameyekî bo denûsî.