sengerî sê: duweme

From the Book:
Pelkezêřîneş Namo Meken
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 7 minutes  1062 views
bo mirov
bo xak
bo ew siruştey
hemû cwanîyek tyayda pêşêlî siteme
eme goranîyekeme
1
ewî xem nekřê
deyfiroşê û binkey heye
ewî neyfiroşê
deykiřê û binkey heye
herçî wîstî
nawnîşanekem bizanê û
binkem kwêye?
min boşayî
nêwanî destî kiřyar û firoşerim
min tarmayî
nêwan binkey herdû berim
be her dû ḧał
çi kiřîn bê û çi firoştin
gumirg dête serşanî min
2
bê bakane:
tenkî û estûrî kitêbyan
dabû le dar
wek cigere
kiłpey awêsta û zerdeştyan
xistibuwe zar
awatekanî mirovî em xakeyan
nabuwe naw
heyt û hûtêkî bêşumar
herçî hebû
herçî nebû
be mekîne qîmekêşe tewrdase kełbekanyan
dadekiroj
le wişey baq û birîqda
pencerey diłî xełkyan
debird bo řoj
xew asan bû
xew nuquł bû
têr mijîyan
witar xew bû
çîřok xew bû
şî’ir xew bû
xew binşêt bû
têr têr cûyan
bîcûn.. bîcûn
heta le bwarî «marit»da
diroy yekî «nîsan»
derçûn
3
dengidarekan
herçî şitêk
ke fermûtan
şa’îrekan
herçî şî’rêk
ke datan-na-
ciřit nazanim, na
dena
4
borjuwakan, danî pyanên
herçî hestêk le xewekan
peyda buwe
zoł derçuwe
le bawêşkida
wiłax û swar
bizir buwe
danî pyanên
nałey zam û
girmey ferman
yek awazî wergirtuwe
5
ey kurdistan
herçî şî’rêkyan wit bo to
demda be xepleyekî co
bo mindałêkî řakirdûy
birsî û řûtî
girdekey ewber bekireco
...... be hîç neçû
kam şî’reyan
piř bû lewşey,
barût û xwên û agir
demda be tenya yek çadir
bo xêzanêkî hełhatûy
jêr tof û baran û terzey:
gewrey «qadîr»
........ be hîç neçû
herçîyekyan
honîyewe:
bo eylûl û babeguřguř û ḧuzeyran
demda be tozqałêk wîjdan
bo diłî ew aẍayaney
notey kerkûk û şengaryan
naye gîrfan
......... be hîç neçû
herçî hewałêkyan zanî û
kirdyane modêlî an-y
bo aragon û derwêş û nazim ḧîkmet û kenefanî
demda be tozêk herzanî
lay bazirgane mil ḧîze poştekanî silêmanî
..... be hîç neçû
6
dełên
sał çwar wezrî corbecore
temenman sałehaye û hêşta
le hîçyanda.. nejyawîn
şořişgêřekanî «beřû»
kełeşêrekanî «gerû»
pyawe başe «kitêbîyekan»
dezanin bo řîseketan xurî derçû
çunke «pil»tan «teşî»y nebû
7
lanewazêk leser pirdekey beẍda
degrya û degrya:
bo ew awey natwanê meley tyada bika
awekeş degrya
bo ew lanewazey natwanê lêy bixiwatewe
pirdekeş,
gałtey be giryanî herdûkyan dekird
le xakî xomdam û le şarî xomdam
le geřek û małî xomdam
le naw kesukarî xomdam
hêşta
ẍerîb xom debînim
hêşta
lanewazî destî nawete bînim
8
kitêbî
hemû zerdexenekantim xwêndewe û
giryam
defterî
giryanekanim bixiwênnewe û
tozêk pê bikenin
fermûn le xewî ziřawî sibeynanda
mele biken
fermûn le mergî nakamî hejaranda
mele biken
fermûn le zîřey nakawî sawayanda
mele biken
fermûn le sîney xwênawî destigîranda
mele biken
min elf û bêy
hemû zamekantim leberkird û
xwêndewarîm bîr çuwewe
fermûn
be fwarey xwênî xoşewîstan
wisił derken
fermûn
tîpî birînî mindałanman
bikujênnewe
fermûn
nûkî ûçekantan,
be teřayîy çawî nazdaran
teř biken
fermûn
sûtûy xanuwekanî qeładze û
goştî sûtaw, bo xwanî aẍakan
serxen
9
aẍakan
le çadrekanî xoyanda
le hemû sege hewşarekan
diřtirin
lewdîw çadrekanîşewe
řêwîyek řawyan deka
fermûn.. fermûn
le biřandinewey ademîzadî em xakeda
pele biken
gyanî xełkî
wek laytî
destî xwêřî
bikujênnewe
10
hemû tiras formenekan
hêndey diłî ême karebayan tyada nîye
le tarîkistanda dejîn!!!
janekanim
dêne ser jan
lêw denên be gyanmewe û demxonewe
xemekanim
dêne ser xem
dem denên be naxmewe û demxonewe
le řojêkda:
hezar car, demirim û
hezar û yek car, zîndû debmewe
ta encamî hawkêşekem,
zîndûbûnewe bê
min bo jyan detirsim, nek le merg
xoşewîstan
tirsekanim le merg nîye û bo jyane
welê, take destigîranêkî
lêm nizîk û
tyamda xewtû
tenya jane
11
çawanî destigîranekemyan kird,
be dû fîşek
wam zanî deynên be..
keçî nayan
be her dû çawî xomewe
ẍerîbî,
zînde segêke
diłim dexwa û derî nakem
diłim,
pilê goşte
cigerm dexwa û lomey nakem
cigerm,
gencîney xiřokey xwênî xome û
dizîm lê deka
lewserewe
ke dêmewe
pena bo seg debemewe
birînim delêsmewe
12
çi ’enterêk
witî: şa’îr debê tenya pêbkenê?
çi feylesûfêkî dinya
nexşey bo diłî min dana?
çi pispoř û řexnegrêk
witî û witî:.... debê... wabê
babê
le endêşe û janî
em şa’îre «beřeła»ye
satê
binwê!
ke be hoşyarî natwanê û
berge nagrê
babê
tenya satêk binwê
hîçim nawê
eger nawî xoy pê nûsra
ba řecmim ka!
13
kwêrekanî em wiłate
řêyan nîşanî çawsaẍ da
emanîşyan, nabîna kird
le katêkda
demî tewr, şî’ir denûsê
le satêkda:
jan le taw jan, dengî denûsê
kilîlî kabe dedrête
dest mecûsê
14
çîm lê deken
bedway mergî xomda wêłim
xemekanim
çeqoyan girt û le çawî xom
hełçeqîn
zamekanim
xenceryan girt û le diłî xom
hełçeqîn
«ḧesen, nerîman, azad,
leyla û cewad»
pênc gułekey şewî ayar
ke încane bê binekey şarî beẍda
nîşanî dan
bûne xorakî
diłsozî û pakî û nefamêtî xoyan
ey daykanî pênc gułekem
xefet mexon
şa’îre zirtebozekan
botan deken
be keresey şî’rekanyan!
15
sułtanî kêłgey em xake
ḧezî le zimane biçkolekey pasarîye
xełkanî wiłatekem, pasarî bûn
berew kêłgey sułtan deçûn
bûme dahoł ta řawyan nêm
berew asmanî firawan
keçî encam
le bêstanekey sułtanda her nîştinewe
xozge pasarî deyzanî, be nanewe
řojêk zimanî deçête fexfûrîyekey
sułtanewe
16
esrînekanim
nûsînekanî berdestyan
kał kirdimewe
xemekanyan, tox kirdimewe
bonî gerdinî
hemû cwane xwên germekanî,
le naw diłda xoşewîstim
begrêy ełqedrawî gurîsekanda
hełwasra
’etrî henasey
hemû ew mirovaney
pîrozîyan deperistim
le dawî şetekdirawî sêdarekan
becê ma
17
medarî «hatuço»kanî min û zewî
řêkupêke
zewî be dewrî xordaye
bedewrî minîş da.. pêke
zewî be xwên serxoş nabê
minîş bemey serxoş nabim
ke ew bîst û çwarî nîsan
serxoş nebê
min be qurbanîyekanî dewrî ayar
serxoş nabim
nêzekantan
le gilêney çawanman
biçeqênin
nêzebedestanî aẍa
şitêk heye ba bîzanîn:
ew çawaney dertan hênan
bo kiłułîtan degryan!
18
nazdarekan
xo bigořn û şayî biken
xene bendane destupê
le «hełebce» xenawî biken
serçopî kêşî emcarey
«duwem» care
qutabîye xwên germekanin
le qutabxanekey «tîcare»
19
neşmîlekem
firsetî giryanit nebû
çaw lêk binê û têr têr binû
lomem meke, ke le dway to
bekuł degrîm
tełezmî ew narincokey
le singita dîm
nasîmewe
hî kargeyek bû danra
bûkeşûşet bo dirust bika!
20
le cyabûnewey řûbarda
encam dirustibûnî «xete»
xak em demjê û em xak demjê
bo «bê wiłetî» encamekey «heta êre»
tenya serkewtinî «pete»
polîs: polîs
donkî: donkî
serdab: serdab
pet her pete
le taw «kete»
lem xakeda
giřugałîş her seqete
seqet seqete