demeteqey bayz û pîrot

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  996 views
nuserêkî kurdizman legeł çend hewałêkî ’ereb ber le min çûbuwe yekyetîy sovêt. le mosko bîstim ke ew nûsere le hîç cêyek basî kurdistanî nekirdibû. lay wabû eme pêçewaney baweřekey ebê! tenanet wextê kurdekanî yerîwan be xoşîy ewewe hełpeřkêyan kirdibû. gutbûy «êmeş le şîmalî ’êraq awa hełdepeřîn». minîş em demeteqeyem lew barewe nûsîwe:
merḧewa bapîr, p: bayz çit pêye?
basuxwas çîye? bapîr le kwêye?
bi: çote cêgeyek: gelê pîroze
cêge humêdî giş tîre û hoze
her lêqewmawêk herçî diłxiwaze
lewê dexwazê cêgey nyaze
p: ke wa bê basî kurdî kirduwe
çî pêdawîste nawî birduwe?
bi: kurdî çî! pîrot kwênit deber bê
dełêy bapîrîş her kurdiperwer bê?
mam bapîr zile hênde wird nîye
bote ’alemî îtir kurd nîye!
be zimanî kurdî fermûy: bêganem
le çawî kurd û kurdistan tanem
p: başe xełkî dîş xo le tekya bûn!
bi: bapîr to lekwêy? ewan cyabûn
naw tîrey xoyan ebird wepanî
hirujmyan kirde dagîrkeranî
bas ’edenyan kird bas ’umanyan kird
awřûy îngilîz û emrîkanyan bird
îtir lew nawe her gałe û qawe
kurd nebê gişkes nawî le nawe!
yekê fermûbûy ba bas ’ecem keyn
leser kurdekan em zułme kem keyn
bapîre çirçe wek dar çeqî bû
demî wek tełe pêkda teqî bû
weser şêx qesem mirqey lê nehat
gwaye emeye nîzal û xebat!
p: xo êjin çûbuwe geřî řeşbełek
bi: wegyan to ewîş her geře û kełek
kurdî ew nawe kurdî tewawin
we şîrî şêran firiçk dirawin
bo kurdewarî gelê betasen
bê ziřekurdin giş kurdexasen
le xoşîy emey kurd çûne layan
coşî xwardibû bezim û herayan
zîřey zuřnayan, řimbey semayan
deyhêna cûłe şêx û melayan
bapîrîş witî: le şîmal zemîn
hełpeřkêman hes bełam zor kemîn!
p: ke wa bê bayz mam bapîr zile
zile û zor zile hobal bew mile!