sê qesîdey bał bestirawî serbest

From the Book:
Semay Nêrgiz
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 2 minutes  610 views
zuqim yexey şeqamekanî şubatî dadedřî
mêjûy şî’ir, xencerêkî jengigirtû bû
xoy le hesanî kazîwey beẍda desû.
sê qesîdey bał bestirawî serbest
hengawyan na.
«hengawekan/ řîzêk derzîy połayîn bûn
le çûnyanda.. berew mergêkî win nebû
nexşey zewî û asmanyan
be berokî xełkida dedrû»
hengawyan na
pêstî gořepan girj bû
qaçî sêdarekan lerzîn
bîneranî dewruberyan/ sam çandibûnî û
tenya bûn
pêłûyan nedetrûkan
sûtûy sîẍarekanyan nedeweran
sê qesîde bê şirîxe
wek birûskey pelk sipî
le hewrî ełqey petewe
şořbûnewe berew zewî
zuqim leyexe û jengyan le xencer kirdewe
berebeyan bû
xor û nimey baranêkî xemnak barîn
barîn.. barîn
xwênî lêwî cwanêkî sîl girtûyan
le «ḧeyderxane» şitewe
nustûyekî şostekey
«ẍewsî geylanî»yan xeber kirdewe
quřî peykerêkî nwêyan
bo «cewad selîm» girtewe
firmêskekanî «ḧisên merdan»yan
le «ebunewas» şitewe
’eksî qemerî gome lîxnekey
«goran»yan řoşin kirdewe
xor û nimey baranêkî xemnak barîn
ewaney «sam» çandibûnî û le hatnyanda tenya bûn
geřanewe û heryekeyan bibû be çwar.