’ecûl

From the Book:
Semay Nêrgiz
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  581 views
ay ḧeme gyan çend ’ecûlî!
zor lepřida... lêm bizir bûy
le gundêkda pêkgeyştîn
dengit wek dengî diřînî
řojnameyekî nihênî..
hate gwêm û witit: řojbaş
řwanîme çawekanit.. dû kanîy xwên bûn
le astî xo hełdequłîn û
têkeł sipênet nedebûn.
ke baweşim pêda kirdî
maçekanit tamî befrî kwêstanyan da
wek dû sîmî qirtênraw
pałkewtîn û xewman lêkewt
bo sibey xeberim buwewe
gundeke koçî kirdibû.. herweha toyş
simoreyekî lawazî dar lêsendiraw witî:
- ey şa’îre řêbwareke
em beyanîye ḧemey hawřêt
tifengekey kirde şanî
taqmî teraş û kitêb û nîştimanekey
xiste bin bał û
be qendîlda.. hełgeřa
ay ḧemeke.. çend ’ecûlî!
bo debê min hetaku hem
her xemî tom leşanda bê?!