cuçk û sipotnîk

em kurte numayşeşim ke her be humêdî yarmetîdanî sovyet nûsîwe xeyałekem le hełdanî mangî deskirdyanewe bo hatuwe
From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  1105 views
taze taw hełatuwe, kełeşêrêkî sûrî popelar leser laqêk xoy leber xoretaw hełxistuwe, mirîşkêkî zerdî serbekławe be qirteqirit dan bo cuçkan hełdegrêtewe, sê minałî řût û pêxwasî kurdîş le temenî çwarpênc sałîda le tirsî sermay beyanî hatûne ber beřoçke û hełîş delerzin û seyrî cuçkanîş deken. cûcełeyek mil qut ekatewe û dindûkî le daykî nizîk exatewe û cîwcîwêkî deka:
cuçk:
taze têkułim şikandibû
xom bin bałit xizandibû
le xewma dîm bałdarê zerd
becêy hêşt zewî û dar û berd
kolarêkî berhat kuştî
heło xoyan weşarit giştî
mangîşî daye piştewe
mirîşk:
qî qî ewe zînde xewe
cuçk:
deysa çibû ew cîk cîke?
kełeşêr:
ququ, ewe sipotnîke
cuçk:
kirdûye kam tîrey mirov?
kełeşêr:
sewêt zemanî xiroşof
mirîşk:
lew řojewe eme dyare
bê tirs bûyn le kolare
cuçk têkřa:
lesayey sovêt diłşadîn
le çing kolare azadîn
minałekan:
bêjin wedem çîney herzin
kurdîş derçin ledest dujmin
cuçk:
yaxwa derçin, yaxwa derçin