řawe zerdexene
From the Book:
Bibin Be Tîşk
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
2 minutes
753 views
deryam.. bełam.. heta toy xor nekem be aşna
baranim lê dirust, nabê.
firmêskî.. bełam.. heta xot fêrî řawe zerdexene..
nekey.. bemin nagey
min û to le efsaney wenewşeda, destilemlanîn
bełam le gudoy em karwane.. diłnya nîm
lewe detirsim neyet
bê û betenya.. to berê
bê û betenya.. min berê
pêwanekanî gerdûnî bo serubin kirdî û witî:
fermû le bêstanî xemekanma
dirwêney xermanî sewzî hîwa û wirey jyan bike
řołe.. deřoy oẍir.. bełam ger řojgarê hatîtewe û min nemabûm
xemî namoyî xot nexoy.. şî’rekanim řaspardûn
hemûyan bot bibin bedest, hemû bibin be baweş û
awêzanî leşe nermunołeket bin, efsûs deřoy
ey kiçołey/giryan û xende û ziryan û tîşk
em şa’îre cê mehêłe
řû meke heway bilwêrî borjuwakan
şa’îr nebê.. kê detwanê..
le teputozî xanda.. xanûy sewzit bo dirust ka?
şa’îr nebê.. kê detwanê..
kiřûzey destepaçeyî.. bika be sirûdî yaxî?
her şa’îre.. le firmêskî bê kesanda...
guł deřwênê
her şa’îre.. çawî bê hîwayan betîşkî umêd
dadegîrsênê.
biço małî pyaw maqûłekan û borî awî koşkekanyan bikewe
debînî newtî pyadê.. xwênî pyadê
řû meke heway bilwêrî borjuwakan
memke sirkekanit.. meke şabaşî pyawmaqûłan
kirêkaranî kompanyay newtit nedîwe
xwênekeyan ew řoneye wa çerxî maşênekan
degeřênê
meřo û tozê gwê bo dengî çerxekan řagre
sirûdî çerxekan bibîste:
diłdar: xoşewîstî û
kirêkar.. destî û
şa’îr... şî’rî..
teslîm naka
teslîm nebî.. teslîm nebî.. teslîm nebî.
baranim lê dirust, nabê.
firmêskî.. bełam.. heta xot fêrî řawe zerdexene..
nekey.. bemin nagey
min û to le efsaney wenewşeda, destilemlanîn
bełam le gudoy em karwane.. diłnya nîm
lewe detirsim neyet
bê û betenya.. to berê
bê û betenya.. min berê
***
gyane.. to kiçołey şa’îrêkîpêwanekanî gerdûnî bo serubin kirdî û witî:
fermû le bêstanî xemekanma
dirwêney xermanî sewzî hîwa û wirey jyan bike
řołe.. deřoy oẍir.. bełam ger řojgarê hatîtewe û min nemabûm
xemî namoyî xot nexoy.. şî’rekanim řaspardûn
hemûyan bot bibin bedest, hemû bibin be baweş û
awêzanî leşe nermunołeket bin, efsûs deřoy
ey kiçołey/giryan û xende û ziryan û tîşk
em şa’îre cê mehêłe
řû meke heway bilwêrî borjuwakan
şa’îr nebê.. kê detwanê..
le teputozî xanda.. xanûy sewzit bo dirust ka?
şa’îr nebê.. kê detwanê..
kiřûzey destepaçeyî.. bika be sirûdî yaxî?
her şa’îre.. le firmêskî bê kesanda...
guł deřwênê
her şa’îre.. çawî bê hîwayan betîşkî umêd
dadegîrsênê.
***
meřo û bizane hejarekan bo řeng zerdinbiço małî pyaw maqûłekan û borî awî koşkekanyan bikewe
debînî newtî pyadê.. xwênî pyadê
***
em şa’îre cê mehêłeřû meke heway bilwêrî borjuwakan
memke sirkekanit.. meke şabaşî pyawmaqûłan
***
řołe to gawirbaxî û yaxîbûnîkirêkaranî kompanyay newtit nedîwe