nekey.. nekey

From the Book:
Bibin Be Tîşk
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 2 minutes  996 views
řêbwarêkî aware bûm.. le şewî pirçekanta
xałêkî řeşî wird bûm.. leser ew gona cwane
masîyekî biçûk bûm.. le deryay çawekanta
xendeyekî germ bûm.. le nêwan ew lêwane
le paş çwar sał
çwar sałî piř xew û xeyał
jyanî tał
hîwakanî xistime jêr bał
řêbwar.. win bû... xał bizřika
xende.. zerd bû... masî xinka
-ey jînî çwar sał serbiřraw
ey na’umêdî eqił xaw
nekey.. nekey.. nekey řojê le yadî key
nekey.. nekey.. nekey satê le yadî key
***
xoşim dewêt.. weku demwîst
êstaş diłim.. laney yadî ewî tyaye
boyeke min, nayřûxênim
êstaş jînim.. namey basî ewî tyaye
boyeke min, naysûtênim
hîç şik nabem.. cige lewey
yek goranî bo řêk dexem
heřeşeye.. le hemû em kewney dekem
-nekey.. nekey.. yadî çwar sał le dił derkey
nekey.. nekey.. xoşewîstî le dił derkey
***
paş ewey ke namekanîm
be destî xom hemû diřand
paş ewey ke kiçî meylîm
le nakawêka tund xinkand
kwanê namey încîlî çwar sał diłdarî!
kwanî korpey meylî çwar sał bextyarî!
-nekey.. nekey.. hetaku hey..le yadî key
hetaku hey.. nekey nekey.. le yadî key