hołî xwêndinewe

From the Book:
Bibin Be Tîşk
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  762 views
be defterekey destitewe
danîştûy bo xwêndinewe
agadar nî.. le peřey mat
katî xwêndinewe çî lê hat?!
xatûnekem ew deftere
lexoşîda ał hełgeřa
her detut cinsî beşere
katê beçřipey lêwewe
bedem nîgay xwêndinewewe
řantî bo bû be colane
řuwanî lew nîgare cwane
xerîk debû lexoşîda
nim-y neş’ey ’etir derda
***
serê hełbiře xanmekem.. wam ḧisabke
minîş şêwe defterêkim
dêr dêr bûm bo çipey lêwit
peře peře bûm bo nîgat
cwanê serê berizkerewe
wek ew xwapêdawey destit
ke hîç nebê le dûrewe
carê wa bimxiwênerewe