qîrusya bom têke saqî her be mey xem esrewê

From the Book:
Dîwanî Natiq
By:
Natiq (1886-1967)
 1 minutes  942 views
qîrusya bom têke saqî her be mey xem esrewê
ta bexayełêkî řaḧet řuxî yar lêm derkewê
îqlîmî diłî be çeşnê girtuwe le şikirî xem
meger ew tîpî mujganî yare lêyda û serkewê
nazanim hana le bo çî tir berim be ẍeyrî to?
desa bom têke hezarcar qezat le gyanim kewê
şa’îrêkî derdimend û muflîsî manendî min
çî bika başe taku ’etfî yarî berkewê?
bay xezan dawye le seḧnî gułşenî îqbałekem
îste «bûm» hełî bestuwe hêlaney şûmî lewê
her be mebestî xoşe zîkir û yadî leylî diłpesend
umêdim waye le kozet cur’eyekim berkewê
labde natîqPen name le basî saqî û badey zehrî mar
xwa kerîme řojê her dê xendeyekim berkewê