wa perêşanim bedestî derdî îstîhlakewe

From the Book:
Dîwanî Natiq
By:
Natiq (1886-1967)
 2 minutes  547 views
wa perêşanim bedestî derdî îstîhlakewe
hîç nîye hoşim be ser ewlad û bab û kakewe
řoj heta şew sûřme manendî aş û aşewan
seyrî sertapam eken ẍerqe be toz û xakewe
wa leser şanim qepan û dewrey kûçe û małme
’eynî derwêşim be hûkêşan û dameşakewe
bo menê gał bê ḧewas û kas û sersam suř exom
çeşnî tilyakî be sewday neş’eyî tilyakewe
tûşî musayî û musłiman bibîn laman wek yeke
wek megez ferqî nîye nîştin be pîsî û pakewe
şew be bê xişpe û xişe new’ê eçîn bo bar û koł
qet segî pispoř weha naçê be bonî lakewe
kołê dernaçê be kołî cwanejin yan pîrejin
miştê dernaçê be řiştey ḧelqeyî fîtrakewe
şuhrete tancî weten bikirête kerwêşkî weten
eygirê û ger bê û biçête gunbedî eflakewe
ey felek małit be quř gîrê bişkê çerxeket
wek quřit dawe be małî saḧêbî îdrakewe
min be daym nanî quwey şan û bałim xom exom
hîç nebuwe çawim le feyz û nî’metî mîlakewe
axrî çerxî felek xistûmye jêr barî xefet
her tepawtilme be derd û ahî ḧesretnakewe
taku dwênê bû le bezmî nazenîna ta lebim
şeker efşan bû le sayey bûseyî pîtakewe
şanşînî sedrî meclîs bûm le bezmî gułřûxan
goşeyî cuqqey kulahim cût legeł semakewe
namela ta nîm mela bû bo luqme nanê hełpeme
hîç nîye çawim le cubbe û mêzer û sîwakewe
şerte daxêk binême diłtewe ey załî pîr
kawe daxî way nenabête diłî zuḧakewe
awłey derd û xemî derdawe natîqPen name tîflî dił
kemêkêş wa çewekanî kiz bû le řûnakewe