namradêk

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  2039 views
tûşî nexoşî sîl bibûm û nizîk le mirdin bûm, emanem bo kêlî qebrekem nûsîwe.
lawekan gewrekçan nazaran
diłberan, diłteřekan, diłdaran
de meřon tawê bimênin lêre
fatḧayêkî bixiwênin xêre
lenêw em goře hejar nêjrawe
zor leřêy êwe cefay kêşawe
jînî xoy kirde fîday xoşîy kurd
leřêy azadî benakamî mird
tuxuda katê ke azadîw send
řegezî xwênmijekanû hełqend
kîj û kuř herçî be lama lada
pêm biłê û payê be qebirim dada
ey hejarPen name besyetî mirdin heste
mujde bê mewteneket serbeste