demê bû çaweřêy badî seba bûm

From the Book:
Dîwanî Natiq
By:
Natiq (1886-1967)
 1 minutes  524 views
demê bû çaweřêy badî seba bûm
ta bênê nameket dest be du’a bûm
sed şukirî xwa geyî merqumî mu’etter
derleḧze şinawerî yemmî sefa bûm
naga be kemerî keremit şaxî şinrwê
bew lutfey ke fermût medîwnî wefa bûm
ten xesteyî gopałî derdî fîraqit
bew ’ebherî namet na’îl be dewa bûm
natîqPen name be mesel teyrê esîr bûm û emêsta
wek bazê weham û lew dawe řeha bûm