yadit dernaçê le dił ta nefxî sûr

From the Book:
Dîwanî Natiq
By:
Natiq (1886-1967)
 1 minutes  791 views
yadit dernaçê le dił ta nefxî sûr
ey nîgarî ser heta bê ẍerqî nûr
ger keremkey maçî gonay naskit
pêtî ebexşim seraser şarezûr
dest be şimşêrî birot bêre serim
hîç nabexşê tîrî xemze û nazî dûr
kes nemawe şêtî nekey be nîgat
ey mîna gerdinî řût sêwî sûr
kwa eşubhê dar seru be qametit ?
kwa be bonî egrîcet ega çinûr?
ew kese şêt û nefame ger bika
teşbîhî lewḧey sînet be bilûr
terkî ’îşqî mecazî ke natîqaPen name
řû le xwa ke be zîkirî «ya sebûr»