nîgarim wextê nîqabî la eda

From the Book:
Dîwanî Natiq
By:
Natiq (1886-1967)
 1 minutes  699 views
nîgarim wextê nîqabî la eda
neşterî ẍemze le cergim řa eda
ełê bo çî nabexşî řoḧit be min ?
bew su’ale dersî ’îşqim da eda
bêmû nîye teşîyekey destî ew
tał be tał řîşałî diłim ba eda
textî sîney zeřnîgarî xwayye
hezar te’ne le bałînî şa eda
çawî nêrgiz demî xunçe guł řuxe
çînî pirçî bonî beřeza eda
ełîm serim bikeme berdebazit
mekirbaze cwabî «na» eda
naz ekat û emkujêt û em birê
eşłê natîqPen name le meslekim la eda