badenoş

From the Book:
Firmêsk û Zerdexene
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 4 minutes  878 views
peymane hergîz min badenoş bim
lem jîne tare mest û serxoş bim
***
min le xunçeda mey exomewe
jan û endêşey pê ebřênmewe
ew şewe tarey jînim lêł eka
be gazî nermî eyřewênmewe
***
ke gułî cwanî beharî řengîn
be wişk û zerdî katê hełwerî
řenge bizanin kes nayka be şîn
ey gwaye payz bê beha egrî
***
hemû mîwanîn lem naw cîhane
mîwandarîman keme yek ane
řaste ebê řêz le mîwan bigrî
çunke toş wek min mîwanî gyane
***
wêneket geyşit xistime ser çawim
şadî û bextyarî birde henawim
le xendey geşt diłem sersame
çunke efsaney xendet be tame
***
mey û meyxane û nazî û saqî û tar
badey guł řengî naw şûşey nazdar
emxene jînî le çawya beheşt
teng û pêç pêçe herwek qedî mar
***
le jêr perdekey guł endamî bey
lereyek ehat le soza wek ney
awaz û tîşkî çawî xwênawîm
tya bedî ekira tomarî lawîm
***
jyanî bê pirs be min dirawe
gerdûn bo bezmî xoyî hênawe
egîna mirdin çîye û le pay çî
paş ewey sizay bûnim çêjawe?
***
kê lêm epirsê jînî diłdarî
çone û çon nîye, bê pêç û xwarî
ba baş bizanê, gişt derdî sere
azare û jane û darî bê bere
***
laleyek kewa sîs û jakawe
guł û gułzarî ke hełkenrawe
giştî le estoy baxewandaye
bax bexêwkirdin key wa kirawe?
***
mey le derûna zerer nahênê
ałtûn le quřa jeng hełnahênê
boye xeyałim gişt kat lay meye
çunke siza û jan hênde nahênê
***
xofroş geşey estêrey çawit
legeł heniskî sardî xinkawit
şepolî ziřan bo minî hêna..
dengî giryanî korpey bê nawit
***
xozge gułałey temenî lawîm
le paş jakanîş egeşayewe
eger wabuwaye jyanî dwayîm
beheştî ewlam têk edayewe
***
şûşey meyxane şika le lêwma
melî pêkenîn.. hełfiřî, nema
çon bew kirdare dûr le saqî bûm
ebê beşim bê kewtin le xema
***
saqî min bo mey nizîk meyxiwanim
mey noşkirdine xoşî jyanim
detuxwa were be sema û yarî
sing le singim be.. dest bo milanim
***
gułêk ke tutiřk xwênî biřjênê
peykułî bednaw çawî derhênê
lewe baştire le încaneda..
destî em û ew hełî werênê
***
lem cîhane toy řûnakîm
hestî toye hoy diłpakîm
bê sozî dengî nazdarit
ẍembaru pest dûr le çakîm
***
zû hełse le xew gyane beyane
beyanî cejne.. şadî û seyrane
diłe bo maçî cejnanekey to
«le minał zyatir boy perêşane»
***
le xunçey lêwit têke mey şadî
taku be maçî gerdin azadî
bînoşim biłêm: xoşewîstekem
şadî le waye.. bimjirê be dem
***
çira û nûrî şew kułmî ałte
awênebendî çawî kałte
minîş perwaney em çiraxanem
ser mezarîşim gona û xałte
***
dił le şadî dîdenî guł
kewte bezim û hełpeřîn
melî xendeş çuwete serçił
daye piřmey pêkenîn
***
xozgey jyanim be jînit bulbul
ke şad û xendan exwênî be kuł
le her cêyek bî qefez ya serçił
to dem be xendey beramber be guł
***
suxmey dantêlî řeng nexşîn û ał
xistibûye baweş cûtê memî kał
memîş wek saway be şew serma bû
xoy le baweşya tûnd ḧeşar dabû
***
gułî lawêtîm le încaney jîn
awî temenî xêra lê biřa
melî diłîşim bebê cûłe û tîn
le cergî xaka xeymekey hełda
***
diłim way ewê weku pasarî
yarê bîgrê û zor be lasarî
azarî bida û car car maçî ka
yaxo bo cwanî momyay bika