diłim

legeł kak ’ebdulrezaq danrawe
From the Book:
Firmêsk û Zerdexene
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  800 views
baxewanî baxî cwanît her minim take gułim
tîẍî ebrot çeşnî neşter let eka cerg û diłim
gyanekem êşî birînim pê le yad naçê heta
yad û kiłêşey wêneket nexeme sing û diłim
çî le min dawa exwazî ke diłim toy xoş ewê
wa be wate û hestî şîrîn tîkełn deng û diłim
ey firîşte besîye diłřeqî bo diłit dadî nîye
wa řim û nêçîrî cût kird çawit, birjang û diłim
ger hewałî tendirustî wa le min pirsyar ekey
wek yekin herdû be cûte kemerî teng û diłim
were dîdarim nazenîn ba bîkêşim nazeket
çûn le dûrî to nizîk bû yek girin merg û diłim